Kuştina jinan a ji aliyê mêran ve bi hezaran salan e mijareke ku dil dêşîne ye. Lê tevî têkoşîna jinan a li dijî van cinayetan jî mêr her roj jinan dikujin. Bi taybet li welatên wek Tirkiyeyê ku mirov nikare behsa demokratîkbûnê bike de kuştina jinan zêdetir e.
Polîtîkayên bêcezahiştinê, parastina tundiya di nav malbatê de û kêmasiya parastina jinan a ji tundiya mêran ku divê ji aliyê dewletê ve pêk were, rê li ber tundiya li ser jinan vedike. Her wiha betalkirin an jî neqebûlkirina peymanên wek Peymana Stenbolê jî yek ji xala ku cesaretê dide kujeran e.
Li Tirkiyeyê sala 2025an qaşo wek sala malbatê hatibû îlankirin lê ji zêdetirî 150 jinên ku di nav van 7 mehan de hatin kuştin de piraniya wan di nav malbatên xwe hatine kuştin. Dîsa bi dehan jinên ku dawî li jiyana xwe anîne ji ber pirsgirêkên di nav malbatê de neçarê vê rêbazê hatine hiştin û dawî li jiyana xwe anîne. Ji ber ku di bin bandora kesên derdora xwe de mane mirov nikare van mirinan wek xwekuştin jî pênase bike. Kuştina jinan a di 2025an de xetereya li ser jiyana jinan radixe ber çavan.
Mixabin di roja me de ne pêkan e ku newekheviya zayendî û hişmendiya mêrperest a desthilatdar tundiya li ser jinan ji holê rabike. Ji ber vê yekê ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan di destpêkê de pêwistî bi guherîna vê pergala mêrperest heye.
Di 2009an de dema ku bûyera kuştina Munewer Karabûlûtê hat bihîstîn, kuştina jinan di nav civakê de deng veda. Piştî vê bûyerê jinên ku bi kuştinê re rû bi rû bûn hêvî dikirin ku Munewer jina dawî ya ku hatiye kuştin be. Lê ji wê rojê heta niha bi hezaran jin hatin kuştin. Kuştina bi sedan kesan wek xwekuştin hat nîşandan. Doza kujerê Munewer Karabûlûtê Cem Garîpoglû ji roja ku Munewer hatiye kuştin heta niha ji kuştina wê zêdetir hat axaftin. Di van axaftinan de elbet kuştina Munewerê na Cem Gerîpolû întihar kiriye an nekiriye, têkiliya malbatê bi kê re û çawa ye tê axaftin. Navê Munewerê tenê wek jina ku ji aliyê Garîpoglû ve hatiye kuştin ango ji bo pênasekirina Garîpoglû tê pênasekirin.
Di 13ê tîrmehê de Ayşe Tokyaz jî bi rêbaza ku Munewer hatibû kuştin ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve ku qaşo hezkiriyê wê bû, hat kuştin. Cesedê Ayşeyê jî wek yê Munewerê kirin çenteyekî û avêtin ser rêyekî. Tişta ku rê li ber vê kuştinê vekir mixabin xemsariya dewletê bû. Tevî ku cêwika Ayşeyê diçe ji polîsan re dibêje gumana min ji jiyana xwîşka min heye jî tu kes guh nadê.
Dema em ji duh heta îro li kuştinên jinan û rêbazên ku pê tên kuştin dinêrin dibînin ku ne kuştina Munewerê ne jî kuştina Ayşeyê kuştinên ji rêzê ne. Ev her du kuştinên ku di navbera wan de 16 sal derbas bûne lê bi heman awayî pêk hatine nîşan didin ku jiyana jinan di her demê de di bin xetereyeke çawa de ye. Li aliyê din ne mirina Munewerê ne jî mirina Ayşeyê mirinên şexsî ne. Ev mirin pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber ku mafê jiyanê yê jinan ne tenê mijara jinan e, di heman demê de mafê hemû civakê ye û dema ev maf ji jinan tê standin di heman demê de ji hemû civakê jî tê standin. Ji ber vê yekê ye ku divê kuştina jinan ji bo me wek xeta sor be û em tu demê nehêlin ku jin bên kuştin.