19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê maf û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrî mîsoger bike

Der barê Hikûmeta Nû ya Şamê de Bedran Çiya Kurd nirxandinên girîng kir. Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ev hikûmeta nû hevî neda û ji bo çareseriyê divê maf û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrî bêne mîsogerkirin

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) piştî rejîma Baasê hilweşand hikûmeta nû ava kir. Tevahî kom hatin komkirin, serok hat hilbijartin û komîteyek ji yekrengî ji bo amadekirina ‛Kongreya Diyaloga Niştîmanî’ hat avakirin. Piştre komîteya Daneza Destûrî ji yek rengî hat ragihandin. Di wê danezanê de mozaîka rengîn a Sûriyeyê, rola jinan, mafên wan û tevahî mîsaqên girêdayî maf û azadiyên takakesî û komî hatin paşguhkirin. Hikûmet ji 22 wezîran hat avakirin. Meclisa Giştî ya PYD, TEV-DEM û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di navde nêzî 40 rêxistinên civakî li dijî hikûmeta nû derketin. Bertek û nerazibûnên saziyên civakî û demokratîk zêde ne. Nûnerên saziyên demokratîk diyar dikin ku tu cudahiya vê hikûmetê ji ya berê tune û li şûna pirsgirêkan çareser bike dê pirsgirêkan mezintir bike û qeyranên siyasî û civakî dê zêdetir bibin. Têkildarî naverok, armanc û encama avakirina hikûmeta nû Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd pirsên me bersivandin.

*Desthilata Şamê hikûmeta nû ava kir. Ferqa vê hikûmeta nû û rejîma Baasê çi ye?

Avakirina hikûmeta nû ya demkî li Sûriyeyê pir girîng e û min ji nêzîk ve şopand. Me hêvî dikir ku ev hikûmet ji hikûmetên berê yên dema desthilatdariya Partiya Baasê û yên berî wê cudatir be. Em bi hevî bûn ku qonaxeke nû li Sûriyeyê bê avakirin, hemû pêkhate û gelên Sûriyeyê nûneratiyeke rasteqîn di jiyana siyasî û desthilatên cîbicîkar û zagonsaz de cih bigirin. Ev hikûmeta nû ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat avakirin, hêviyên me yên ji bo avakirina hikûmeteke ku hemû gelê Sûriyeyê temsîl dike, pêk neanî. Em ê li benda pratîka vê hikûmetê bin. Eger nikaribe nêrîna xwe ya li ser paşeroja Sûriyeyê biguherîne û performansa xwe di xizmeta yek reng û yek alî de sînordar bike; bêguman dê ev yek bibe destpêka jinûve hilberandina rejîma berê bi rengekî olî. Wê demê, em ê biryar û qanûnên wê li xwe negirin. Ji bo wê, divê hikûmeta Sûriyeyê û rêveberiya demkî ya Şamê mekanîzmayên standin û cîbicîkirina biryaran jinûve li ber çavan derbas bike û maf û nûnertiya tevahî gelên Sûriyeyê di sazî û rêveberiyên curbicur ên welat de misoger bike. Ev daxwaza me bi giranî li gorî daxwaza civaka navdewletî li Sûriyeyê ye. Ango avakirina rêveberiyeke ku hemû pêkhate û gelên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne û bikaribe mafên giştî misoger bike, lê tevî ewqas dirûşmeyên wisa xweş ên ku gelek caran li Şamê tên avêtin jî, ev yek li ser erdê pêk nehat.

*Di vê hikûmeta nû de çiqas nûnerên gelan û baweriyan cih digirin û vîna gelan temsîl dike?

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji 22 çenteyên wezîran pêk tê. Lê piraniya wan çenteyan ji bo yek pêkhate û yek alî, bi yên serwer re çûn. Ciyawazî û cihêrengiya siyasî, neteweyî û olî li Sûriyeyê û rastiya rewşa welat a heyî li ber çavan nehat girtin. Tifaq û sozên ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve bi nûneratiya serokkomarê ji bo pêkhateyên gelê Sûriyeyê hatibûn dayîn, li ber çavan nehate girtin. Di vê hikûmetê de piraniya komên siyasî û niştimanî yên Sûriyeyê û nûnertiya jinan tune bû. Ne hêzên siyasî yên kurd hene, ne jî elewî hene. Hebûna Durziyan û daxwazên Durziyan jî li Sûriyeyê pêk nayîne. Bi ser de jî, çenteyên wezaretên serwer di destê kesayetên nêzîkî desthilata niha “Heyet Tehrîr El Şam” de ye. Her wiha desthilatên cîbicîkar hemû di destê serokê demkî de hatiye komkirin. Ev yek jî qet ne li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo paşeroja Sûriyeyê ye.

*Hikûmeta ku tenê ji nûnerên desthilatê pêk tê çiqas xizmeta siyaseta demokratîk dike?

Bêguman her hikûmeteke ku ne xwedî karaktereke piralî û demokratîk be û nûnertiya gel û pêkhateyên Sûriyeyê tê de nebe, ew ê nikaribe daxwazên vî gelî yên demokrasî, nenavendî û pirrengiyê pêk bîne. Ev ê bibe gava destpêka avakirina sîstemeke totalîter û unîter. Wê bi demê re veguhere sîstema desthilatdariyê ya dîktator. Ev dê xizmeta îdeolojiya neteweya demokratîk neke.

*Gavên ku bi yekperestî û serdestiyê dest pê kir, dê siberoja welat ber bi ku ve bibe?

Berdewamkirina van pêngavên yekalî ji aliyê rêveberiya demkî ya Şamê ve, hem di warê siyasî û hem di avakirina desthilatên cîbicîkar û zagonsaz de, dê welat parçe bike û pirsgirêkan zêde bike. Di encamê de dê kaos û nakokiyan di navbera gel û pêkhateyên cuda de derkevin. Ew jî dê hikûmet û rêveberiyeke yekalî ava bike. Dê nûnertiya yek reng û yek çîna civaka Sûriyeyê bike. Ev yek ji aliyê piraniya sûriyan bi fikrên xwe yên curbicur û her wiha civaka navdewletî nayê pejirandin. Piştî 14 salan ji şer û şoreşa ku doza azadî û demokrasiyê kir, civaka Sûriyeyê wê dubare hilberandina rejîmeke mîna rejîma Baasê ya hilweşiyayî qebûl neke. Yan jî, gelê Sûriyeyê dê şoreşa xwe berdewam bike, dibe ku bi awayekî din, di nava rewşeke nû de be, ku ji sala 2011an tam cuda ye. Ev rastî îro dikeve bin bandora gelek faktorên siyasî û hêzên navdewletî yên bibandor ên ku dê roleke kirdeyî di diyarkirina nasnameya rêjîma Sûriyeyê ya paşerojê de bilîzin.

*Vîna jinê qet nehatiye dîtin. Ev ê ji bo demokrasî, pergala civaka demokratîk û azadiya jinê xeteriyek çawa bîne. Çima vîna jinê esas nehat girtin?

Jinên Sûriyeyê bi giştî beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûn ku di sala 2011an de li dijî rêjîma Baasê derketin. Bi taybet jinên Kurd şoreşeke paralel li Sûriyeyê û herêmê pêk anîn. Jinan bingeha pêşxistina pergala rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Nûnertiya dadmend a jinan di rêveberiya Sûriyeyê de ji bo me mijareke cewherî ye. Nebûna nûneratiya dadmend ji bo jinan di desthilatê de, tê wateya ku desthilata niha ji demokrasiyê zêdetir ber bi stemkarî û navendîbûna tund ve diçe, û ev yek dê krîzên berê kûrtir bike, û nehêle ku çareser bibin. Ji ber ku beşdabûna jinê mifteya veguherîna demokratîk û azadkirina civakê ji hegemoniya desthilatdar a mêran e. Lê di qonaxa veguhêz a niha de, em dibînin ku jin hatine dûrxistin û rola wan sînordar bûye. Bi taybet di nûneratiya wan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, ku tenê yek ji 22 çenteyan jê re hatiye dabeşkirin. Ev yek dijî vîzyona me ya azadiya jinê û pêwîstiya beşdarbûna wê di jiyana siyasî û îdarî ya welat de ye.

Di qonaxa niha de nasnekirina rol û îradeya jinê dê bibe sedema biçûkxistina îradeya beşekî mezin ji civaka Sûriyeyê. Bi taybet jin îro hêzeke civakî ya bi bandor e. Çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çi li herêmên din ên Sûriyeyê, ev dûrxistin peyameke zelal e ku rêveberiya demî ber bi wê yekê ve diçe ku rê nede jinan da ku hêz û şiyana xwe nîşan bidin û bi zihniyeta mêr a serdest a li ser fikir û îdeolojiya rayedarên vê rêveberiyê re tevbigere. Ev ê şiyana rêveberiya heyî zêde bike ku xwe wekî hikûmetek defakto ya ku aliyên jiyana civakî, siyasî û aborî bi giştî kontrol dike ferz bike. Bi vî rengî ji bo avabûna bingeheke demokratîk a saxlem ku sîstemeke demokratîk li ser esasê xurtkirina rola jinê di pêşengî û birêvebirina civakê de û veberhênana îmkanên xwe di avakirina pêşeroja welat de ava bike, hêvî kêm dibe.

*Konferansa serkeftinê û kongreya diyaloga niştimanî pêk hat. Lê tenê komên çekdar ên paralîmîter başdar bûn. Zêdeyî 40 rêxistinên sivîl li dij derketin. Hûn vê konferans, kongre û Danezana Destûrî ku bêyî vina gel pêk hat çawa şirove dikin? 

Helwesta me ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe yên siyasî, leşkerî û sivîl diyar bû. Me şêwaza lidarxistin û birêvebirina “Konferansa Serkeftinê” û “Diyaloga Niştimanî” ya ku gelek beşên civaka Sûriyeyê li derve hiştine, rexne kir. Hem îradeya siyasî û leşkerî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên kurdî hem jî vîna durzî û elewî û ereban hat dûrxistin. Daxuyaniya destûrî ne li gor hêviyan bû. Daxwazên piraniya hêzên siyasî yên Sûriyeyê pêk neanî. Ew rastî gelek rexneyan hat û ji aliyê hêzên kurdî û gelê kurd ve bi tundî hat redkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya rêveberiya nû li ser vê nêzîkatiya yekalî û sînordarkirina desthilatê bi komeke taybet ku “Heyet Tehrîr El Şam” nûnertiya wê dike, ku ew navoka xurt di hemû pêkhateyên îdarî di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tîne, nayê qebûlkirin. Em ê vê yekê qebûl nekin, bi vî rengî berdewam bikin dê welat vegere qonaxa yekem û avakirina hikûmet û rêveberiyek mîna rejîma Baasê ya bi rengê olî ye. Di encamê de wê aramî û ewlehiyê li welat nemîne û tu biryar û yasayên ku ji aliyê vê hikûmetê ve werin derxistin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê neyên pêkanîn.

*Ji bo Sûriyeyek demokratîk, civakek demokratîk pêş bikeve divê hikûmet gavên çawa bavêje?

Divê rejîma Sûriyeyê ya demkî û rêveberiya demkî li Şamê gavên rasteqîn bavêjin ji bo bihêzkirina prensîba nenavendîkirina îdarî û siyasî, divê li ser mafên tevaya pêkhate û gelên Sûriyeyê, di serî de gelê kurd ku niha neteweya duyemin li welat, erêkirina destûrî hebe. Di heman demê de divê careke din li ser mekanîzma û vîna nûnertiya jinan di rêveberiyê de vekolîneke nû hebe, ev mijar li gel me bingehîn e. Çawa ku civaka sivîl ji aliyê gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl ve tê temsîlkirin, taybetmendiyên wê di xurtkirina demokrasî û piralîbûnê de li welat girîng in, ji ber vê yekê divê rê li pêşiya  xebata wê ya rast û cidî  li herêmên cuda yên Sûriyeyê were vekirin.

Rêkeftina ku di navbera Fermandarê HSDê General Mezlûm Ebdî û Serokê Rêveberiya Demkî li Şamê birêz Ehmed El Şeraa de hatiye îmzekirin, weke bingehek ji bo danîna nexşerêyekê ji bo avakirina aştiya sivîl û çareserkirina pirsgirêkên curbicur a tevahiya welat. Derfeta cîbicîkirina rêkeftinê li tevahiya navçeyên din ên Sûriyeyê, mîna berava Sûriyeyê, başûrê Sûriyeyê û navçeyên din ên Sûriyeyê, divê îradeya gelên her herêmeke erdnîgarî wek bingehek ji bo birêvebirina wê herêmê li gor bingehên niştimanî yên berfireh ku parastina mafên hemûyan û yekitiya xaka Sûriyeyê misoger dike. Ev daxwazeke hevbeş di nav piraniya xelkê Sûriyeyê de ye.

*TEV-DEM û PYDê nerazibûnên xwe yên li dijî hikûmeta nû anîn ziman. Hûn vê helwestê çawa dibînin?

Wekî ku me berê jî diyar kiribû, hikûmeta nû ya demkî ya ku di 29ê Adarê de hatî ragihandin, hêviyên piraniya gelê Sûriyeyê bi cih nekirin. Ew hikûmeteke yekreng bû. Kesayetên sereke ên ku serweriya wê dikin HTŞ ne. Ev mijar ne li gorî nêrîna me ye. Ya ku em ji bo paşeroja Sûriyeyê dibînin, ji mafên partiyan û Rêveberiya Xweser e, rêxistinên civaka sivîl ku li ser hikûmeta nû nêrîna xwe bînin ziman û karûxebata wê binirxînin. Em di heman demê de dibînin ku hikûmeta nû bi pirrengiya civaka Sûriyeyê re li hev nake di heman demê de nerînên rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku ev hikûmet hate avakirin, nehatin girtin. Ji ber vê yekê, mafê me heye ku têbîniyên xwe yên mafdar li ser mekanîzmaya pêkhatina wê û karûxebata wê binirxînin û daxwaza ji nû ve avakirina wê bikin. Lê îro di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina ku di navbera serkirdayetiya HSDê û Serokatiya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, emê gelek gavan biavêjin. Em hêvîdar in ku danûstandinên ku dê bi rêya komîteyên peywendîdar bên kirin, avaker bin û bibin sedema guhertinên rasteqîne di pêkhateya hikûmeta heyî de û ber bi nenevendî û li ser bingehên demokratîk ve biçe.

Hûn peymana di navbera Şam û Nûnertiya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çawa dinirxînin?

Rêkeftina vê dawiyê ya ku di navbera Rêveberiya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi rêveberiya parêzgeha Helebê re hate îmzekirin, gaveke baş e. Li ser riya aştiya navxweyî û weke pêngava yekeme ji bo vegerandina koçberên Efrînê bo gund û malên wan yên ku di sala 2018an de ku  ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve koçber bûne erênî ye. Di rêkeftinê de pêwîstiya parastina taybetmendiya îdarî ya her du taxan û parastina saziyên sivîl ên ku di bin banê Rêveberiya Xweser de hatine avakirin, parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) weke hêzeke ji bo parastina sivîlan û pêkanîna ewlehiyê li her du taxan destnîşan dike. Ev yek dide diyarkirin ku nenavendîbûna ku tê xwestin li Sûriyeyê li gorî bingehên lihevkirinê pêkan e. Ev rêkeftin di encama xebateke berdewam de hat lihevkirin û ez dikarim wê wekî qonaxa yekem a rêkeftineke berfireh binirxînim ku di pêşerojê de Efrînê jî di nav xwe de bihewîne. li gorî rêgez û mekanîzmayên ku di demên bê de dê bên aşkerekirin.