Hefteya borî Hunergeha Welat klîpeke nû ji bo hezkiriyên awazên zimanê kurdî li ser kanala youtubeyê belav kir. Klîp demildest hate ecibandin û ji aliyên milyonan ve hat tikandin û temaşekirin. Klîp û helbesta klîpê ji bo diyariya sê cangoriyên bi navê Esmer, Botan û Memyan hatiye çêkirin. Endamê Hunergeha Welat Beşa Deng Serxwebûn Zeyno der barê çîroka klîp û helbesta klîpê de ji rojnameya Xwebûnê re axivî.
Endamê Hunergeha Welat Beşa Deng Serxwebûn Zeyno diyar kir ku hemû cîhan ji bo çîrokên lehengên xwe bi awayekî nivîskî û hunerî tîne ziman ew jî dixwazin lehengî û efsaneyên xwe bigihînin civaka xwe û wiha got: “Ew çîrokên bêhempa yên ku hemû cîhan bi çavê xwe dibîne, di hemû dinyayê de her kes lehengên xwe, efsaneyên xwe bi şêwazeke nivîskî û bi devkî û bi hunerî tîne ziman lê em tenê li ser wan çîrokên xwe yên di dîrokê de mane, çîrokên xwe yên dengbêjan tenê mane, em dixwazin ev lehengtî û efsaneyên ku niha pêk tên bînin ber çavên civaka xwe.”
Serxwebûn Zeyno anî ziman ku vê fikrê ew kirine nav hewldanan û dest bi kar kirine û wiha dewam kir: “Ji ber wê ji vê lehengtiyê hat, ji wan çîrokên ew hevalên ku me binavkirî û gelek hevalên din ên ku em nikarin navê hemûyan bixin vê stranê, ji xwendin û dîtin û hestkirina wan çîrokan hişt ku ramanekî bi vî şêwazî bê çêkirin. Ew li çiyayên Kurdistanê, li Zapê, li Heftanînê, li hemû çiyayên din weke Avaşîn û Metîna ew qas berxwedan çêbûn ku ev çend sal in êrîşên mezin tên kirin, dijmin nikarîbû tiştekî bi dest bixê, ew layîq e ku mirov tenê çavê xwe li wê derê bigerîne ka bê çi di pişt wê lehengiyê de heye, em jî tiştekî pir piçuk layiqê wê bînin ku karibê hinek ji wê berxwedanê bînê ziman.”
Serxwebûn Zeyno, di demeke kurt de ecibandina klîp û helbesta wê ev dîtinên xwe diyar kirin û wiha derbirî: “Gava ku civak diecbînê tê wê wateyê ku pê hest kiriye. Ji ber ku ew jî dixwazin wan lehengan bi bîr bînin û giyanên wan hest bikin lê ji ber ku berhem li ber destê wan nîn in û gava berhem tê ji bo wê bi heyecaneke mezin tê pêşwazî kirin. Ev tişt diyar dike ku çiqasî civaka me girêdayî nirx û şehîdên xwe ye û gava ku em bi şêwazên cuda mîna cil û berg dekor û dans didin pêş û bi muzîkeke cuda ku bi zanistî tê ava kirin, ji ber wê hemû hevgirtina wê stranê kêlî bi kêlî em li ser sekinîn da ku hemû civak hemû netewe ne tenê kurd lê guhdarî û temaşe bikin û hest jê bigirin.”
Serxwebûn Zeyno der barê dema derketin û amadekirina klîpê jî axivî û got: “Bê guman tiştek di vê xebatê de bê sedem çênebûye. Piştî qedandina nivîsandina helbestê, ji bo wê lêkolîn û nîqaşan dem girt. Ji me re lazim bû ku em li ser hûrguliyên muzîk an dengbêjiyê bixebitin û em bi du vebijêrkan re rû bi rû man. An ji hêla melodiyan ve straneke rengîn çêkin û ev tê wê wateya ku em dikarin di yek parçeyê de çend melodiyên ku li gorî mijarê ne, bibihîzin. An jî em li ser melodiyekê bi rîtmeke hindek dubarekirî bixebitin, hêza xwe ji qirik û performansa dengbêj bigire û hêza xwe ya din ji dînamîka pergala deng û dînamîka bilindbûn û kêmbûnê digire û ji ber ku du sedemên sereke yên bandora muzîkê ne, deng û dînamîzm, me bijarteya duyemîn hilbijart. Ji ber bijarteya yekmîn (awaza rengîn) dibû ku konsantreya guhdaran bela bike û bala wan nekşînê ser mijarê û ji ber bijarteya duyemîn ew ne li dijî forma muzîka kurdî ye û berevajî vê yekê yek ji şêwazên sereke ye di muzîka kurdî de.”
Zeyno li ser çêkirina kareografî û dîmenên klîpê jî sekînî, kesên keda wan berhemê de derbabûne bi bîr xist û wiha anî ziman: “Kareografî û dîmenên vê klipê nêzî çil rojan ajot ji ber ku karekî ku bi şêwaz û awayekî nû di nav vê civakê de tê kirin, di gelek qonaxan de derbas bû. Weke amadekirin, honandin û lêkirina tevger û kareografî û dîmenê weke avakirina hevsengî di navbera wêjeya berhemê de, di heman demê de muzîk û ritima wê bê çêkirin. Jixwe ev qonax di avakirina her berhemekê de girîng in. Kesên ku herî zêde keda wan di avakirina vê berhemê de derbasbûne yek ji wan mamoste Mehmûd Berazî ye, ji ber ku ew pisporê muzîkê ye û hilbijartina wî ji tevger, ezberkirin û parçekirina wî li ser dikê kedeke mezin da. Her wiha Şêro Hindê bi fikrandin û asoyên fireh kedeke mezin da, her wiha girêdayî vê Rojda Dendara jî kedeke mezin di kareogirafi vê berhemê de da.
Zeyno têkilî xebatên Hunergeha Welat ên pêşerojê de agahî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hunergeha welat encama şoreşê ye, daxwaziya hunergehê ew e ku hedef û armancên vê şoreşê yên çandî û fikirî bi cih bîne. Yek ji projeyên hunergehê pêkhateyên rojava ne, ne tenê li ser zimanê kurdî dixebite her wiha li ser ziman û çandên cuda jî di xebite da ku reseniya wan biparêze. Jê zêdetir hunergeh li ser sekn û avakirina endamên xwe bi rengekî dirust da ku temsîla çand û hunera vî welatî bike. Jê zêdetir hunergeh çavên wê li çiyayê Kurdistanê ye û her daxwaz û armanca wê ew e ku giyanê şehîdan û berxwedana wan hevalan her dem bîne ziman û her bike berhem”.