Fîlîstîniyan alîkariya Îsraîlê nekirin, cîhen tunêlan nîşan nedan hatin kuştin, cîh û warên xwe terikandin tazî, birsî û ber sermayê man dîsa xizmeta dijminê xwe nekirin. Çawa agirbest çêbû fîlîstînî li warên xwe vegeriyan.
Zarokek dema nû çavên xwe li jiyanê vedike paqij e. Ne ziman, ne jî ol dizane. Di nav kîjan civakê de mezin bibe li gorî orf û ededên wê mezin dibe. Heta yek saliya xwe nikare qise bike. Li qisedanê dinêrin hemûyan di mejiyê xwe de tomar dike. Çavdarekî baş, tesîra herî mezin ya dayika wî/wê bandorê lê dike. Bi şîrê dayikê ve girê dayî ye. Dengê diçe guhên zarok yê dayikê ye. Dayik mamosteya yekemîn e. Zimanê hîn dibe yê dayikê ye. Ji bo wê tê gotin zimanê dayik, kes nabêje zimanê bav. Mirovek di zarokatiya xwe de nizane ol çi ye, di ciwaniya xwe de hêdî hêdî ola xwe nas dike. Lê ziman û netew beriya olê tê.
Li ber baweriya olê di gelek neteweyan de guhertin hatine çêkirin. Zimanê baweriya olê çibe bi demdirêj di wî neteweyî de guhertin derdikeve holê. Fîlîstînî gelekî arî ye, xelkê Gîrîtê ne. Di deryayan de bazirganiyê dikin. Koçber dibin û tên li welatê Kenan bi cih dibin. Dema baweriya mislimaniyê qebûl dikin, îbadeta wan dibe erebî. Tesîra olê ewqas li ser filîstîniyan çêdibe ku eslê xwe ji bîr dikin dibin ereb. Dama cihû jî tên welatê Kenan navbera wan de nakokî destpê dike. Ev nakokî heta roja me berdewam dike.
Di 7ê cotmeha 2023yan de bi teşwîqa Erdogan Hamasê êrîşê Îsraîlê kir. Herema Xazayê li ber çavên cîhanê hat xirakirin, nêzî pêncî hezar fîlîstînî hat kuştin. Lê deng ji cîhanê derneket. Fikra Hamas nebaş e. Gelên fîlîstînî xizmeta Îsraîlê nekir. Çiyayê Fîlîstînê tune ne, ernîgariya wan jî kêm e. Hamas şerê tunêlan meşand. Îsraîlê xwest hemû tunêlan tespît bike û Hamasê tune bike û ew kesên dîl hatine girtin azad bikin. Lê mixabin ser neket. Dawî de agirbest îlan kirin, kesên dîl, ji aliyê Hamasê ve tên berdan. Fîlîstîniyan alîkariya Îsraîlê nekirin, cîhen tunêlan nîşan nedan hatin kuştin, cîh û warên xwe terikandin tazî, birsî û ber sermayê man dîsa xizmeta dijminê xwe nekirin. Çawa agirbest çêbû fîlîstînî li warên xwe vegeriyan. Zivistan e, hewa sar e jîngehên wan aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin. Wek bixwestana dikarîbûn li her derê bibin penaber. Lê ew jiyana dijminê wî pêşkêş dike red kirin. Welatparêzî ev e.
Kurd jî li hemberî dewletên Ereb, Fars û Tirkan şer dikin. Ew helwesta fîlîstînî li hemberî dijminê xwe nîşan dide, Kurd nakin. Beşekî Kurdan, bi dijmin re dibe yek li hemberî azadîxwazan şer dikin. Niha li başûrê Kurdistanê mala Barzanî bi Dewleta Tirk re, li hemberî şervanên azadiya Kurdistanê, bi dil û can şer dike. Cihê gerîla tespît bikin û kordînata wan didin Dewleta Tirk da ku wan bombe baran bike. Dem dem jî şer kirine. Li rojavayê Kurdistanê ENKS heye, xeta mala Barzanî dişopînin. Dema Dewleta Tirk Girêspî, Serêkaniyê û Efrînê dagir kir ENKSê alîkarî da. Navê malbatê welatparêz û zarokên wan şervanên azadiya Kurdistanê îxbarê dijmin kir. ENKS bi dil û can sîxûrî qebûl kiriye. Li bakûrê Kurdistanê eşîrên ku xwe bi malbata Barzanî ve girêdane û ketine xizmeta dewleta Tirk.
Dema mirov li cîhanê mêze dike dilê mirov dişewite. Gelên cîhanê azad in. Bi zimanê dayika xwe dixwînin, dinivîsin û qise dikin. Li gorî çavkaniyan li cîhanê 50 mîlyon Kurd hene. Lê mixabin ne azadin. Roj bi roj dihelin. Xulamtiya dagirkeran dikin, hemberî Kurdên azadî xwez şer dikin. Dem dereng nîne, vê tabloya xirab mirov dikare sererast bike. Mirov dikare li xwe xwedî derbikeve û serkeftinê bi dest bixe. Xwebûn beriya her tiştî tê. Divê gelê Kurd kesên ji dijmin re xizmetê dikin di nav xwe de nehewîn e. Em berê xwe bidinê dema lêhî radibe gemara di nav xwe de dide qiraxê û av paqij dibe. Em berê xwe didin Rojava ligel ku êrîşên dijwar li ser heye, dewleta Tirk naxwaze Kurd bi mafê xwe bijî, ENKS û Barzanî alîkariya Tirkiyeyê dike jî ev 13 salin rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe azad dijîn. Gotina pêşayan heye, dibêjin “Heke kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe”. Lazime gelê Kurd wekî gelê Filîstînî tevbigere. Kesekî Fîlîstînî ku bi dewleta Îsraîl re bixebite nikare di nav Fîlîstînîyan de bimîn e. Ji bo gelê Kurd jî divê ev wiha be. Kurdekî ku ji dijmin re xebitî, xulamtî kir divê cîhê wî di nav Kurdan de tunebe.
Niha bi mîlyonan Kurd cîh û warên xwe berdane bûne penaber. Banga min hemû kurdên koçber bûne derve jiyan dikin re ye. Vegerin welatê xwe. We ber çavên xwe dît Fîlîstînî cîhkî de neçûn. Rexma rêveberîk nebaş çiqas zirar dîtin, bi derfetekî pîçûk dîsa vegeriyan jîngehên xwe. Di dema serîhildana Agirî de Kurd hatin koçber kirin. Di sala 1983an de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Maku bûme mêvanê malbateke Kurd. Em li ser serîhildana Agirî hinekî axivîn. Jinek pîr hebû Tirkî jî dizanî behsa wê demê kir û got; “Ez Bazîdî me. Dema şerê gilîdaxê(Agirî)de em surgun kirin. Mala bavê min şandin Bursayê bajarekî Tirka ye. Ji bo me bihelînin her malbatek dane gundekî Tirka. Ez Bursa yê dayîk bume. Zarok zû zimana hîn dibin. Ez Tirkî jî dizanim, ewqas zeman sera derbas bûye min bîrnekiriye. Mezinê me tim me re behsa Bazîdê dikirin. Efuya Ednan Menders de em dîsa vegeriyan cîh û warê xwe. Mezinê me cîh de erd hembêz kirin û dane ber maçann. Bursa pir xweş bû her çandiya wê hebû, li Bazîdê ti tişt tunebû, cîhkî bê dar zivistanê wêya sar nîvê salê di bin berfê de dima. Rexma wêya kal û pîrên me ew cîhên baş hîştin hatin. Tixubê Romê (Dewleta Tirk) erdê eşîra Celalî ya kiriye du beşa. Ez bûme bûka apê xwe. Tixûb re ez qaçaxî derbasî aliyê Îranê kirime. ” Welatparêzî eve, divê mirov axa xwe bernede. Hinekî herin kurahiya dîroka kal û pîrên Kurdan ku çawa jiyane û em çawa mezin kirine. Tenê zikê xwe nefikirin. Çandek me heye cîhên lê mezin bûne, goristanan de mezinê me têdane dibe kes pişt nedê neçe û kesên çûne jî vegerin. Welatê xelkê nabe welatê me.