24 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê komîsyon li gorî navê xwe be

Eger tifaq û hevgirtina millî bi bayekî sibehê tar û mar bibe, dê tifaqa Kurd u Tirk çawa pêş bikeve? Dê Tirkiye çawa karibe xwe li dijî hêzên derve ku dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin û di nava xwe de dabeş bikin, biparêze?

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, qaşo nûnertiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dike. Parlamenterên li meclisê, bi deng û vîna gelên li Tirkiyeyê hatine hilbijartin. Yanî bi vîna hemwelatiyên Tirkiyeyê hatine hilbijartin û çûne meclisê. Di nava vê meclisê de Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Ermen, Suryan, Laz, Elewî, Sunnî hene. Yanî hemû ziman, çand û bawerî li vê meclisê hene. Lê di fermiyetê de tenê nasnameya Tirk û baweriya Îslamê heye û xuya dike. Her çend biqîrin û bibêjin Tirkiye dewleteke demokratîk, laîk û hiqûqê ye jî em her dem di pratîkê de dibînin ku tu eleqeya demokrasî, heq, hiqûq û laîkê û meclisê bi hev tune ye. Em di pratîkê de dibînin ku kî çiqas xwe înkar bike, çî çiqas asîmîle bibe û çî çiqas ku bi qasî xwe înkar dike ên hemberî xwe jî înkar bike, gotina wî-ê esas tê girtin.

Pêr ango di 19ê Tebaxê de ”Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” cara 4emîn li hev kom bûn. Li dayikên leşker û polîsan guhdar kirin. Bi zimanê Tirkî li wan guhdar kirin. Komîsyonê duh ango di 20ê Tebaxê de jî vê carê li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û saziyên mafên mirovan ên wekî ÎHD, Weqfa Tahîr Elçî, Mazlûm-Der) guhdar kirin. Lê dîsa bi Tirkî li wan guhdar kir. Hem bang li wan dikin û dixwazin li daxwaz û pêşniyarên wan guhdar bikin. Hem jî li aliyê din dayikên Kurd ku dixwazin xwe bi Kurdî bînin ziman, zimanê wan li wan qedexe dikin. Çima? Sedem çiye? Dibêjin ‘Ji ber di quralê meclisê û rêziknameya meclisê de Kurdî tune’ nikare bi Kurdî bi axive. Ê baş e. Ev dayik Kurd in. Zimanê wan Kurdî ye. Dixwazin bi Kurdî xwe bînin ziman. Ji bo ku dê bi Kurdî hêsantir û rastir xwe bînin ziman divê bi zimanê xwe biaxivin. Eger bi Tirkî bi axivin dikarin xwe şaş bînin ziman. Dikarin xwe kêm bînin ziman. Dikarin baş xwe îfade nekin. Wê demê dê çawa karibin daxwaz, pêşniyar û nirxandinên xwe bikin? Wê demê ev komîsyon çiqas li gorî navê xwe ye. Eger navê komîsyonê “Komisyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî” be, ev çawa demokrasî ye? Ev çawa “Xwişk û Biratî ye? Ev çaya “Hevgirtina Mîllî ye” Gelo ev ne nakokî ye. Ji bo li gorî navê xwe yê “Demokrasî” yê be, ma ne divê her kes karibe bi ziman, çand û rengê xwe bijî. Lê Eger dayik nikaribe bi zimanê xwe xwe bîne ziman wê demê ev nabe nakokî? Ji wateya xwe dûr nakeve? Wê demê demokrasiya wê li ku dibîne? Eger “Xwişk û Biratî” be ango wekhevî be, divê hemû aliyê meseleyê xwedî heman mafên wek hev bin. Lê hin kes bi zimanê zikmakî xwe îfade bikin û hin kes bi zimanê biyanî xwe nîvco îfade bikin, ev çawa edalet û wekhevî ye? Ev çawa xwişk û biratî ye?

Ya din jî “Hevgirtina Mîllî” ye. Ji bo hemû gelê li Tirkiyeyê karibin hevgirtî bijîn, bi hevre bijîn û di nava Entegrasyona demokratîk de bijîn, divê hev hembêz bikin. Divê ji hev hez bikin û hev qebûl bikin. Lê ger zimanê Tirkî qebûl bikin û zimanê Kurdî qebûl nekin, wê demê bixwazin û nexwazin jî dê ev hevgirtin xurt nebe. Dê bi bayekî sibehê hilweşe û tar û mar bibe. Eger tifaq û hevgirtina millî bi bayekî sibehê tar û mar bibe, dê tifaqa Kurd û Tirk çawa pêş bikeve? Dê Tirkiye çawa karibe xwe li dijî hêzên derve ku dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin û di nava xwe de dabeş bikin, biparêze.

Wê demê divê komîsyon li gorî navê xwe be. Divê komîsyon baweriyê bide gelên Tirkiyeyê. Divê komîsyon ji dil û durist be. Divê wekîlên din ên di komîsyonê de jî li dijî van nakokiyan bêdeng nemînin.

Wekîlên ku nûnertiya gelên Kurd, Ereb, Suryan Elewî û rengên din dikin eger li dijî vê yekê bêdeng bibin û çav û guhên xwe bigirin, ew ê nikaribin demokrasî edalet û wekheviyê biparêzin. Ew ê nikaribin nûnertiya gelan bikin. Ew ê nikaribin nûnertiya Tirkiyeyê bikin. Divê komîsyon ji nûve li hev rûnê û vê rewşa xwe di ber çavan re derbas bike. Eger komîsyon ne li gorî cewher û navê xwe be, hebûna wê ji bo Tirkiyeyê bêtir zerar e.