27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê komîsyon dakeve qadê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Civînên komîsyonê divê bi awayekî şefaf werin rêvebirin û daxwazên civakê bi rêya platformên civakî û civînên gel werin berhevkirin û di biryaran de li ber çavan werin girtin. Her wiha, ji bo pêşxistina pêvajoyê, divê diyalogeke rasterast bi Rêber Apo re were danîn û nerînên wî werin girtin

Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999an ve di şertên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” di 27ê Sibata 2025an de li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev bang, ku bi rêya hevdîtinên bi Şandeya DEM Partiyê re hate ragihandin, ne tenê ji bo çareseriya meseleya Kurdan, her wiha ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştiyane li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Helwesta dewleta Tirk, gavên ji bo pêşxistina vê pêvajoyê û rola Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Millî girîngiya vê bangê zêdetir dike.

Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan, di qada siyasî ya Tirkiyeyê de hêviyên nû derketin holê. Rêber Apo di vê bangê de daxwaza rawestandina çekan û fesihkirina rêxistinî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir. Ev bang weke gaveke dîrokî hate nirxandin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî ev bang bi gotina “ji serî heta binî girîng û bi qîmet e” pêşwazî kir û nirxand. Ev nêrîna Bahçelî weke nîşaneyeke erênî ya desthilatê hate dîtin.

Avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Millî di 5ê Tebaxê de di bin banê Meclîsa Tirkiyeyê de gaveke girîng e. Komîsyonê heta niha pênc civîn li dar xistine û di van civînan de peyamên girîng ên ji bo aştiya daîmî û çareseriya demokratîk derketine holê. Di civînên 19 û 20ê Tebaxê de, komîsyonê nêrînên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civakî guhdar kirin. Bi taybetî di civînên 4 û 5an de, li ser çarçoveya hiqûqî û pratîkî ya pêvajoyê hate rawestandin. Peyamên van civînan bi giranî li ser diyalogê, azadiya Rêber Apo û avakirina civakeke demokratîk bûn. Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civakî bi daxwazên xwe yên ji bo aştî, wekhevî û hevqebûlkirinê roleke girîng pêkanîn. Lê belê, ji ber nebûna gavên şênber ên dewletê, baweriya bi vê pêvajoyê di navbera hêvî û metirsiyê de ye.

Ji bo serkeftina komîsyonê, divê daxwazên gel bi awayekî cidî werin cîbicîkirin û zîhniyeta ewlekarîperest were terikandin. Komîsyon divê di çarçoveya banga Rêber Apo de xebatên xwe bimeşîne. Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de bal kişand ser xalên bingehîn ên weke avakirina civakeke demokratîk, diyalog, hevqebûlkirin, wekhevî û azadiya jinan. Rêber Apo diyar dike ku aştî ne tenê bi rawestandina şer, lê bi avakirina pergaleke demokratîk a ku mafên hemû gelan diparêze, pêkan e. Di nav van xalan de, têgeha “neteweya demokratîk” girîngiyeke taybet digire. Ev têgeh civakeke pirreng û adil armanc dike ku li ser bingeha jiyana hevpar a gelên cuda, bi rêzgirtina nasname, çand û mafên wan ava dibe. Ji ber vê yekê, divê komîsyon li ser van xalan raweste û wan di pratîkê de bi cîh bike.

Di vê pêvajoya hesas de, berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê Komîsyonê. Komîsyon divê platformeke diyalogê ya şefaf û bi beşdariya hemû aliyan (partiyên siyasî, rêxistinên civakî , rêxistinên mafên mirovan, Dayikên Aştiyê û Şemiyê hwd.) ava bike. Ev diyalog divê ne tenê di nav meclîsê de, lê bi tevlêbûna gel jî were rêvebirin da ku bawerî were avakirin. Komîsyon divê taslaxên qanûnî yên ji bo çareseriya demokratîk amade bike ku mafên çandî, siyasî û civakî yên Kurdan û hemû koman li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û têgeha “neteweya demokratîk” biparêze.

Polîtîkayên dualî yên dewletê, weke berdewamiya êrişên leşkerî û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, baweriya gel bi pêvajoyê kêm kiriye. Ji bo zêdekirina baweriyê, komîsyon divê gavên şênber bavêje, weke rawestandina êriş û gefan, berdana girtiyên siyasî û misogerkirina mafên Kurdan. Civînên komîsyonê divê bi awayekî şefaf werin rêvebirin û daxwazên civakê bi rêya platformên civakî û civînên gel werin berhevkirin û di biryaran de li ber çavan werin girtin. Her wiha, ji bo pêşxistina pêvajoyê, divê diyalogeke rasterast bi Rêber Apo re were danîn û nerînên wî werin girtin.

Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Millî ji bo çareseriya demokratîk xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê zîhniyeta ewlekarîperest bi dawî bibe, bawerî were avakirin û diyalogeke şefaf bi beşdariya hemû aliyan were rêvebirin. Tenê bi vî awayî, aştî û demokrasî dikare li Tirkiye û herêmê pêk were.