12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Iraqê li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwedî helwest be’

Parlamenterê Iraqê Burhan Nasir Nemrawî da zanîn ku ew li benda helwesta Wezareta Karên Derve ne û got; “Destdirêjiyên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê, li ser serweriya welat gef in.”

Parlamenterê Iraqê Burhan Nasir Nemrawî der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Burhan Nasir Nemrawî got ku destdirêjiyên dewleta tirk yên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê, li ser serweriya welat gefin, divê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji bo rawestandina êrişan pêngavên cidî bavêje.

Parlamenter Burhan Nasir di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li ser bombebaranên dewleta tirk, parlamento niha li benda helwesta Wezareta Karên Derve ya Iraqê ye, ji ber ku parlamento êrişên li ser serweriya Iraqê şermezar dike.

Nasir bang li Wezareta Karên Derve ya Iraqê kir ku dijî destdirêjiyên dewleta tirk yên li ser Herêma Kurdistanê, li qada navneteweyî gilî bike.

Hêjayî gotinê ye rojane dewleta tirk li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê êrîş dike, sivîlan qetil dike û jîngehê talan dike.