38 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Veysî Aktaş 30 sal in girtî ye, lê li şûna serbest berdin salek din cezayê wî dirêj kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di tecrîdê de tê girtin û li gel ku DMME’ê xwest mafê heviyê bê parastin jî nayê berdan. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo tecrîd rabe û malbat û parêzer hevdîtinên xwe bikin di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dan. Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê îdia kir ku ‘Hemû girtî ji mafên wekhev fêdeyê digirin’. Piştî vê daxuyaniyê di 28’ê Adarê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim qedexeyek hevdîtinê ya nû ya 3 mehan hatiye dayîn.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen li dijî tecrîda li Îmraliyê ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn re axivî.
Elîf Taşdogan diyar kir ku Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê îdia kir ku tecrîd tuneye û piştî vê bêyî sedem bê zanîn bi ‘Cezayê dîsîplînê’ sê meh qedexeya hevdîtinê dane malbatê û wiha axivî: “Em rewşa şênber bidin holê, ji derveyê vê gotinê rastiyek din heye. Birêz Ocalan bi parêzeran re hevdîtin nekiriye, bi malbatê re hevdîtin nekiriye, bi telefonê hevdîtin nekiriye. Dema em li vê tabloyê dinêrin gotina Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê rastiyê nîşan nade. Di daxuyaniyan de tê gotin ku tecrîd tuneye, bi girtiyên din re aktîvîte tê kirin. Gelo bi rastî Birêz Ocalan bi girtiyên din re tê gel hev. Gelo girtî navbera xwe de tên gel hev ji hev agahiyê digirin. Îdiaya wan eve ku ev tên kirin. Lê tecrîd her tiştî nîşan dide. Em dizanin ku Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê tecrîdê dibe asta herî jor.”
‘Dewleta Tirkiyeyê tedbîra xwe digire’
Elîf Taşdogan anî ziman ku cezayên kêfî yên dîsîplînê wekê li gorî hiqûqê ye nîşan didin û got: “Ceza û lêpirsînên dîsîplînê ji parêzeran re nayê teblîgkirin. Bi vî awayî riyên îtîrazê tên girtin. Pêşî li mekanîzmayên hiqûqê tên girtin. Dema lêpirsînek dîsîplînê bê vekirin neçare ji parêzeran re bê teblîgkirin. Em dikarin bêjin li girtîgeha Îmraliyê dijhiqûqî hatiye avakirin. Biryar ji parêzeran re nayên teblîgkirin, serlêdana parêzeran nayê girtin . Ev di hiqûqê de tuneye. Dewleta Tirk dizane ku pêvajoyek darizandinê ya vê dijhiqûqiyê heye û ji îro de hewl dide tedbîra xwe bigire.”
Tahliyekirina Veysî Aktaş
Elîf Taşdogan destnîşan kir ku girtî Veysî Aktaş di 28’ê Nîsanê de divê bihata tahliyekirin û wiha berdewam kir: “Lê înfaza wî salekê hat taloqkirin. Hinceta taloqkirian înfaza wî bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran heye nehat dayîn. Ev dij hiqûqiyê nîşan dide. Bersiva vê di hiqûqa Tirkiyeyê de jî tuneye. Hinceteke din ya netahliyekirina Veysî Aktaş heye. Berdana Veysî Aktaş dihat wateya teşhîrkirina tecrîdê.”
‘Di dijhiqûqiyê de israr dikin’
Elîf Taşdogan anî ziman ku dijhiquqî bi bêdengiya civakê girantir dibe û wiha bi dawî kir: “Bi dijhiqûqiyê re tecrîda Îmraliyê giran dibe. Tecrîd pisrsgirêka aliyekî tenê nîne. Tecrîd pirsgirêkek giştiye. Bandor li ser hemû kesî dike. Lê hiqûqnas, deng nakin. Ji ber dijhiqûqî li Birêz Ocalan tê kirin di nedîtinê de israr dikin. Divê baro, parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê hiqûqiyê em ê bi înat têkoşîna xwe ya hiqûqê bimeşînin.”