Êrîşên artêşa dewleta tirk ên li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên başûrê Kurdistanê didomin ku 3’yê nîsana 2020’an dest pê kir. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya bejahî û hewayî êrîş dike û hewl dide li van herêman bi cih bibe.
Wezîrê tirk ê karên hundir Suleyman Solu çend roj berê bi aşkerayî armanca dewleta tirk a ji van êrîşan anîbû ziman û gotibû ew dixwazin li Metînayê bargeha xwe ava bikin. Lê heta niha tevî ku bi awayekî dijwar û berfireh êrîş dikin jî xuya ye negihîştine armanca xwe. Dîsa wezîrê tirk ê parastinê Hûlûsî Akar li xwe mikur hatibû û gotibû ku ew helîkopterên wan nikarin xwe li çiya û kendalan deynin û her wiha gotibû ku hin dewlet çekên giran didin PKK’ê.
Ji destpêka êrîşên dewleta tirk ên li dijî axa Başûr ve gelek nirxandin û analîz hatine kirin. Bi gelemperî, ji nirxandin û anlîzan tê fêmkirin ku bi demdirêjî armanca êrîşên dewleta tirk bi tevahî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.
Akademîsyenê Zanîngeha Duhokê û siyasetmedar Kamîran Berwarî yên polîtîkayên dewleta tirk ên li herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.
‘Dixwazin kurdan qir bikin’
Berwarî destpêkê bi bîr xist ku ji zû ve ye dewleta tirk amadekariyan ji bo dagirkirina herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dike û wiha got: “Piştî têkçûna Tirkiyeyê li Heftanîn û Garê, Tirkiyeyê bi hêzên herêmî û navxweyî re ji bo têkçûna xwe beralî bike xwe amade dikir. Di 23’yê nîsanê de hêzên herêmî, NATO û Amerîkayê ji bo vê êrîşên Tirkiyeyê lembeya kesk pêxist. Gelek balkêş e ku hewldana dagirkirinê di salvegera qirkirina ermenan de dest pê kir. Tirkiyeyê dizanibû wê Amerîka qirkirina ermenan qebûl bike û ji bo vê yekê jî peyam da hêzên navdewletî û xwest kurdan jî qir bike.”
‘Qîmeta Tirkiyeyê nema’
Berwarî destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze 12 cihên stratejîk ên herêmê dagir bike û wiha pê de çû: “Tirkiye bi vê hewldanê dixwaze xeta Berwarî û Doskiyê bigire û têkiliya navbera gerîlayan qut bike. Bêguman dewleta tirk li hemberî gerîlayan şikest. Piştî têkçûna Tirkiyeyê li Heftenîn û Garê li seranserê cîhanê tu qîmeta Tirkiyeyê nema. Êdî kes weke hêza duyemîn a NATO’yê lê nanêre û li ber çavên cîhanê bêqîmet e. Êdî Tirkiye nikare cihê bixwaze dagir bike.”
‘Rol û rista hikûmetê ya dîrokî heye’
Siyasetmedar Berwarî diyar kir ku li başûrê Kurdisanê ji xeynî komek berjewendîparêz û têkiliyên xwe yên aborî yên bi Tirkiyeyê re her kes êrîşên dagirkirinê weke qirkirina li dijî kurdan dibîne. Berwarî li ser xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî axivî û destnîşan kir ku ji bo pêşî li hewldana dagirkirina axa Kurdisanê bê girtin divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha got: “KNK hewl dide di nav partiyên kurdan de tifaqek neteweyî biafirîne. Ev serdemek zêrîn e ku li dijî dagirkeriyê, hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdisanê û bi taybetî jî serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û Wezareta Pêşmbergeyan helwesta xwe nîşan bidin. Divê Başûr xwedî helwest be û li dijî dagirkirinê daxuyanî werin dayîn û welatî derkevin qadan. Yan jî li dijî îradeya gelan nebin asteng. Ev rol û risteke dîrokî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
DUHOK