11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê herî zêde jin pêşengiyê ji pêvajoya nû re bikin

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe polîtîkayê bike, şert e ku azad bibe. Endama Meclîsa PAJKê Têkoşîn Ozan jî got, divê herî zêde jin pêşengiyê ji pêvajoya nû re bikin

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû û endama Meclîsa PAJKê Têkoşîn Ozan di bernameyeke taybet a Medya Haber TV de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê nirxandin.

Çîgdem Dogû anî ziman ku banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta manîfestoyê de ye û got, manîfestoyeke welê ye ku wê bandorê li dîroka Kurdan, dîroka Tirkiyeyê, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka gelan bike û mohra xwe li hezar salên bê bixe. Çîgdem Dogû işaret bi nîqaşkirina xusûs û tespîtên di banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kir û destnîşan kir ku hin wezîfe hene ku divê bi xurtî bêne fêhmkirin û piştî hatin fêhmkirin bi cih bêne anîn. Çîgdem Dogû got, “Piştî demeke dirêj ji aliyê fîzîkî ve me Rêber Apo ji wêneyekî dît. Kêm be jî me hesreta xwe bi vî wêneyî derbas kir. Hem dixwazin Rêber Apo silav dikim, hem jî vê banga wî ya dîrokî silav dikim.”

Çîgdem Dogû ragihand ku banga hate kirin berhema dîroka têkoşînê ya 50 salî ye, işaret bi tecrûbeyên li vê qadê kir û destnîşan kir ku perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherîne analîz û sîstemeke hîn xurt. Dogû diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî wateyek ji hezaran rûpelî ye û bi dewamî got, “Manîfestoyek e ku divê her derdor, gelên li Tirkiyeyê; ji gelê Kurd heta bi Laz, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Rûm, Ereb, ji gelên Rojhilata Navîn heta bi her cihêrengî, gelekî cuda, ol û mezhebeke cuda û derdorên cuda divê fêhm bikin. Em vê yekê bi vî rengî dinirxînin. Weke Tevgera Jinê ya Kurd em vê yekê weke wezîfeyekê dibînin ku Rêber Apo daniye pêşiya me. Bêyî bibe cihê nîqaşê em dikarin vê çawa bixin meriyetê, çawa bi ser bixînin; ev yek rojeva bingehîn a tevgera jinê ye.”

Dogû got, şert e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên hîn azad de karibe polîtîkayê bike, bixebite, têkiliyê dîne, xwedî rewşeke tendurist û ewle be, azad be û destnîşan kir ku ev yek garantiya rêveçûna pêvajoyê ye. Çîgdem Dogû destnîşan kir ku li ser vê bingehê pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin divê bê pêşvebirin, dewamkirin û got, “Li ser bingeha serxistina vê pêngavê, divê kar bê kirin. Divê em hêza xwe bi temamî seferber bikin û tevlîbûna li projeya civaka demokratîk, hewldana ji bo serxistina perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê wê bibe nêzîkatiya bingehîn a vê pêvajoyê.”

Çîgdem Dogû bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn, hêzên şoreşger-demokratîk, çep-sosyalîst, femînîst, anarşîst, ekolojîstan, dostan û enternasyonalîstan kir ku li ser bingeha serxistinê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin.

Bang manîfestoyeke jiyana civakî ya bi pêşengiya jinê ye

Endama Meclîsa PAJKê Têkoşîn Ozan jî anî ziman ku bi berdêlên giran ew gihîştine vê astê û got, “Kedeke gelekî mezin hate dayin ku têkoşîn bigihêje vê astê. Herî zêde me berdêl ldan. Weke tevger, di binê sîwana vê tevgerê de ku Rêbertî pêşengiyê jê re dike, kedeke mezin hate dayin. Gelek şehîdên me çêbûn. Dixwazim careke din diyar bikim ku em ê dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin, di pêvajoya nû ya têkoşînê de em ê karekî hêjayî bîranîna wan bikin.”

Ozan diyar kir ku her gotineke peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke manîfestoyekê ye û got, “Di peyamê de bi şênberî tê destnîşankirin ku dema bê divê çi bê kirin. Hate ragihandin ku çima pêvajo gihîştiye vê astê, çima bangeke bi vî rengî hatiye kirin. Dema ku gotin bi gotin bê lêkolîn, mirov dikare şopên ast û pêşketina polîtîk û îdeolojîk a dîroka me ya têkoşînê tê de bê dîtin. Ev yek guhertineke taktîkî nîne; ev yek guhertina paradîgmayê ye. Ji bo guhertina paradîgmayî ya jiyana nû, yek ji gavên şênber e. Rêbertî dema ku Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk afirand ji xwe nav lê kiribû. Di parêznameyên xwe de diyar kiribû ku divê têkoşîn bi rêbazên demokratîk, bi amûrên têkoşîna demokratîk bê meşandin. Siyaset, rêbaza têkiliyê, pêşvebirina çandê ya vê yekê jî bi aliyên xwe yên dîrokî di analîzên xwe de diyar kiribû. Şaşitiyên ku li ber radibûn jî ji aliyê dîrokî û rojane ve bi berfirehî analîz kiribû. Ev gava ku weke banga ‘aştî û civaka demokratîk’ tê pênasekirin, ne tenê bangeke ‘demeke siyasî’ ye. Di heman demê de sekna polîtîk, rêbaza têkiliyên civakî, şêweyê jiyanê ya sedsala 21’ê ye, manîfestoya şêweyekî jiyana civakî ye ku jin wê pêşengiyê jê re bikin.”

Têkoşîn Ozan destnîşan kir ku rola jinan gelekî girîng e û wiha got: “Demokrasî tiştekî welê ye ku yên serketî dikarin pêk bînin. Jin damezrînerên civakê ne, lewma zimanekî xwe yê vehewandinê heye. Ev yek dilnizmî yan jî lawazî nîne, îfadeyeke cuda ya hêzê ye.”