19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê girtiyên nexweş Akay û Aladag werin berdan

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, daxwaza berdana girtiyên nexweş Soydan Akay û Emîn Aladag hatin kirin.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê, çalakiya xwe ya ‘’Rûniştina F’ê’’ ya 681’emîn li pêşiya avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoglû lidar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay yê li Girtîgeha Marmarayê tê dîlgirtin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘’Tedawî maf e, nabe ku were astengkirin’’ û wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bila girtiyên nexweş werin berdan’’ û ‘’Tecrîd dikuje, piştgirî dide jiyîn’’ hatin berzkirin.

Enqere

Înîsîyatîfa Azadî Ji bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 553’yemîn de ku li Kolana Sakaryayê hat lidar xistin, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Aladag ê li Girtîgeha Elezîzê tê ragirtin.