Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora hatiye amadekirin pêşniyar û fikrên xwe bînin ziman û di rûniştina 2yemîn de jî endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin.
Pêşniyarên CHPê
Piştî axaftina Numan Kurtulmuş rûniştina yekem a civîna komîsyonê bi rojeva pêşniyarên endamên komîsyonê yên partiyên siyasî vê destpê kir. Di serî de endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr axivî. Murat Emîr anî ziman ku wan ji bo pêkanîna demokrasiyê, aştiya civakî û bilindkirina asta hiqûqê dest bi pêvajoyê kiriye û got ku wan bi 17 rûpelan raporek amade kir û pêşkeşî Serokê Meclîse kir. Murat Emîr rapora ku amadekirine wiha vegot: “*Astengiyên îdarî û siyasî yên li pêşiya bicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rakin.
*Pratîkên îdarî û siyasî yên ku rê li ber maf û azadiyên ku di Destûrê de ji bo avakirina aştiya civakî hatine destnîşankirin digirin bi dawî bikin.
*Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hawîrdorek siyasî ya demokratîk biafirînin.
*Girtiyên ku ji ber zextê li muxalefetê bikin doz ji wan hatiyê vêkirin serbest berdin.
*Pêşî li biryarên keyfî yên Lijneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan bigirin.
*Saziya maf û wekheviyê bi awayekî serbixwe bikin.
*Li dijî tundiya jin û zarokan têkoşîneke domdar bikin.
*Divê mekazagonê de wekheviya kurd û tirkan, sûnî û elewiyan, jin û zilaman û hemû beşên civakê pêk were.”
‘Divê girtikên hevdîtinê bên parvekirin’
Piştre jî endamê komîsyonê yê TÎPê Ahmet Şik bi lêv kir ku pêşniyara wan ew ê ku girtikên hevdîtinên Îmraliyê bi wan re bê parvekirin û ew ê piştre pêşniyaran bikin. Ahmet Şik anî ziman ku divê girtikên hevdîtinê ji hemû partiyan re bên parvekirin û ev tişt gotin: “Pêşniyara me ew ê ku girtikên hevdîtina Îmraliyê ji raya giştî re bên parvekirin. Piştî ku me girtikên hevdîtinê dîtin wê demê em ê pêşniyarên xwe bikin.”
Endemê komîsyonê yê EMEPê Îskender Bayhan jî diyar kir ku wan jî daxwaz kiriye girtikên hevdîtina Îmraliyê bi wan re bê parvekirin û wê piştre rapora xwe pêşkeş bikin û wiha axivî: “Burokratên Qesrê û îstîxbaratê ku hartin vir destnîşan kirin ku rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de pir girîng e. Beriya girtikên hevdîtina Îmraliyê ji me re bên parvekirin rast nabînin ku pêşniyaran bikin.”
‘Girtikên hevdîtinê TBMMê tomar kir an na?’
Endamê komîsyonê yê DEM Partî Cengîz Çiçek jî destnîşan kir ku jixwe serokwekîla wan pêşniyarên wan pêşkeşî komîsyonê kiriye û ev dê tenê pirseke ji Serokê Meclîse bipirse. Cengîz Çiçek pirsa “Di hevdîtina endamên komîsyonê li Îmraliyê de ji aliye TBMMê ve girtikek giştî hatiyê tomar kirin an na?” kir. Cengîz Çiçek axaftina xwe wiha domand: “Heke wisa nekirine girtek ji aliyê endamên MÎTê ve hatiye tomar kirin. Dîmen girtiye yan deng girtiye? Heke dîmen be yan jî deng be kê deşîfrasyon kiriye? Endamê TBMMê ev yek kiriye yan endamê MÎTê? Ev pirs pir krîtîk e. Ev pirs dê ev serdan ji aliyê parlamenteran ve an jî meclisê vê pêkhatiye yan ji aliyê dewletê ve pêkhatiye nişan bide. Heke ev girtek ji aliyê TBMMê ve nehatibe tomarkirin yanî heke meclisê ji bo tomar kirina girtekan kesek peywirdar nekiribe û ev hevdîtin jî ji hevdîtinên birêz Pervîn Buldan û Mithat Sancar ne cuda ye. Ji bo wê girîng e. Heke ev hevdîtin hevdîtina meclisê be divê girtikên hevdîtinê bi endamên komîsyonê û raya giştî re bê parvekirin. Heke wisa nebe ev hevdîtin jî dê di çerçoveya hevdîtinên partiyên siyasî de bimîne.”
Endama komîsyonê ya DEM Partî Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser rol û misyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Aktore serekê yê pêvajoyê Abdullah Ocalan çi gotiyê divê were parvekirin. Parvenekirina gotinên birêz Ocalan ji avabûna komîsyonê û armanca we re nakok e. Divê girtikên hevdîtinê ji endamên komîsyonê re û raya giştî re bên parvekirin.”
‘Hevdîtina li Îmraliyê pir êrênî bû’
Endamê komîsyonê yê MHPê Fetî Yildiz jî diyar kir ku hevdîtina li Îmraliyê pir baş derbasbûyê û ev tişt anîn ziman: “Me di dawiyê de Rêberê damezrînerê PKKê Abdullah Ocalan jî guhdar kir û ev guhdarîkirin pir erênî bû. Tiştekî neyînî tune. Ev welat dê ji hemû zincîrên xwe azad bibe. Ew ê pêşî li herêmê û dûre li seranserê cîhanê rêziknameya yasayî ava bike. Me niha raporek 116 rûpelî amade kiriye. Tê de nirxandinên siyasî û yasayî hene. Bêguman, ev nirxandinên yasayî dê di raporek hevbeş de ku ji hêla komîsyona me ve hatî amadekirin, ne di raporên me de werin tomarkirin. Bi gotineke din, em ê bi hev re her pêşniyarên yasayî yên ku em hêjayî nivîsandin, pejirandin û pêşkêşkirina meclisê dibînin, pêşkêşî meclisê bikin. Pêşniyara me ya li vir dê di nav çend rojan de were pêşkêş kirin.”
AKP: Divê sepanên qeyûm bi dawî bibin
Endamê komîsyonê yê AKPê Mustafa Şen jî da zanîn ku wan raporeke 50 rûpelan pêk tê amade kirine û ev rapor di heman demê de helwesta siyasî ye. Mustafa Şen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo endamên rêxistinê yên çek berdanê tevlî civakê bibin alîkariya kar û psikolojik dikare bê dayin. Her wiha TCKê dê ranebe û piştî rêxistinê xwe fesîh kir ji bo wicdanê civakê birîndar nebe ceza dikarin bên dayin. Em di wê fikrê de ne ku divê sepanên qeyûm bi dawî bibin. Qanûna rêveberiyên herêmî divê behtir demokratîk bibe.”
Endamê komîsyonê yê SAADETê Bulent Kaya jî axivî û fikir û pêşniyarên partiya xwe pêşkeşî komîsyonê kir.
Rûniştina yekem piştî axaftinan bi dawî bû û civîn di rûniştina 2an de bi nîqaşa li ser hevdîtina li Îmraliyê berdewam dike.
