Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif Şengalî têkildarî rewşa Şengalê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ‘di dîrokê de ev dibe cara yekemin ku civaka êzidî bûye xwedî hêza parastina xwe û divê li hêza xwe ya parastinê xwedî derkevin’.
Mamosta Nayif Şengalî diyar kir ku ti hêviya civaka êzidî bi hikûmeta Kazimî nîne û wiha got: “Dema em bala xwe didin geşedanên li herêmê diqewimin wisa xuya dike ku ger civaka êzidî ne xwedî hêza xwe ya parastinê be, wê li ser axa Rojhilata Navîn gelek zahmetiyan bikşîne. Ji ber wê jî divê êzidî li derdora hêza xwe ya parastinê kom bibin û xwedî li vê hêza xwe derkevin. Pêwiste civaka me li ser dîrokê bifikire. Dema desthilatdariya Iraqê di destê sunniyan de bû, gelê me dihate qetilkirin û ew pereye ku li guleyan dihat xerckirinê, ji malbatên me digirtin. Piştî wê dema desthilatdarî kete destê kurdan ya başûrê Kurdistanê me jî ji xwe re xeyal kir ku em ê êdî azad bin, bi çand û zimanê xwe bijîn lê ev yek ji me re bû xewn û em di vê pêvajoyê de ji komkujiyekê derbas bûn.”
Di berdewamê de Şengalî wiha got: “Dema ku PDK’ê 12’e hezar pêşmergeyên xwe tevî 7 hezar leşkerên Iraqê ji herêmê vekişandin û ferman bi ser me de hat, wê demê me famkir ku ya em tê de xewn bû. Di dema ku desthilata Başûr li vir bû, hemû çekên di destê gelê me de ji malên wan hatin derxistin û gel bê çek kir, bêparastin hiştin.”
Di dewama axaftina xwe de Şengalî got: “Pıştî xiyanet li me hate kirin, gelê me şiyar bû û hat naskirin ku çawa xwe biparêze. Di vê demê de deshlidariya Şîa hatiya, lê ew jî ti baweriyê nadin me ku em karibin pişta xwe bi wan girê bidin. Li ber çavê her kesî, niha hate xuyakirin ku ev desthilatdarî dixwaze me tine bike. Bi taybet hikûmeta Kazimî ti baweriyê na me civaka Êzidî.”
Şengalî di axaftina xwe de peymana 9’ê Cotmehê jî bi bîr xist û diyar kir ku ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û hin welatên derve ev peyman li ser civaka êzidî hat îmzakirin û wiha domand: “Pêwîste gelê me baş zanibeku yekane rêya ku me ji qirkirina rizgar bike hêza me ya parastinê ye. Hêza ku me ji fermanên nû biparêze YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye. Me bi vê hêza careke din jiyan li Şengalê ji nû ve ava kir.”
Nayîf Şengalî li ser çalakiyên gel ên li dijî rûdana şerê li Şengalê tên kirin jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Hin aliyên derve û partiyên siyasî bixwazin armanca sereke ya van çalakiyên gel biguherînin vê yekê jî ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Eger di dema destpêka êrîşa artêşa Iraqê de van çalakgeran ev çalakî kiribana û li dijî artêşê rawestiyan ew ê ev şer derneketiba. Dema ku niyeta Iraqê ya êrişa li ser YBŞ’ê de çêbû wê demê tevahiya aliyên din bêdeng man û xwe ker kirin. Ev jî bû sedem ku mijar berfireh bibe û tevahiya Şengalê bide ber xwe. Dema ev şer derket jî hin alî hebûn, dixwestin ku ev şer mezin be û gelê Şengalê koçber bibe. Hedef ew bû ku Şengalê ji gelê wê bidin valakirin.”
Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif Şengalî li ser propagandayên PDK’ê yên li ser Şengalê jî got: “Aliyên ku niha dixwazin tevliheviyê li Şengal derxin, di dema rizgarkirina Şengalê de wan tu berdêl nedan. Çawa Şengal radestî çeteyan kirin bi heman awayî ketin Şengalê û ev yek ji xwe re kirine wek serkeftinê û heya niha li ser vî esasî propagandaya xwe dikin. Van hêzan di sala 2017’an de jî dema metirsî li ser xwe dîtîn, bê ku bi gel bifikir carekî din ji herêmê reviyan. Ji ber wê jî pêwiste gelê me baş fam bike tu kes wan naparêze ji bilî hêzên me YBŞ, YJŞ’ û Asayîşa Êzdîxanê. Ev hêz dikarin ji bo me canê xwe bidin û dane îspatkirin ku ew ê civaka xwe biparêzin.”