Îqtîdara AKP-MHP’ê ji bo tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne li ser navê Doza Kûmpasê ya Kobanê li siyasetmedarên kurd û şoreger doz vekir û bi destê dadgehên xwe cezayên giran li siyasetmedaran birî. Bertek û nerazîbûnên li dijî cezakirina siyasetmedarên di doza Kobanê de hatin cezakirin zêde dibin. Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD’ê Ahmet Xoce derbarê doza Kobanê û armanca wê de ji rojnameya me re axivî.
Rêveberê PYD’ê Ahmet Xoce cezayê ku dadgehê di doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd birî bi tundî şermezar kir û wiha got: “Biryara hatiye girtin li dijî hiqûq û zagonan e. Biryarek siyasî ye. Armanca wan qirkirina siyasî ye. Cezayê ku li Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Ahmet Tirk û siyasetmedarên din birîne siyasî ye. Ev tê wateya ku Tirkiye tu carî doza gelê kurd qebûl nake. Dewleta tirk wateyek pir mezin dide Kobanê. Ji ber çete û terora DAIŞ’ê li Kobanê têk çû, Tirkiye bi vî cezayî dibêje ‘Ez dixwazim tola binketinê ji te bistînim.’
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ahmet Xoce, bal kişand ser navê Doza Kobanê û wiha berdewam kir: “Çima doza Kobanê. Ji ber li Kobanê berxwedanek lehengî pêş ket. Li Kobanê destanek dîrokî hat nivîsandin. Hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelê cîhanê destanek dîrokî ye. Li Kobanê berxwedana jin derket pêş. Li Kobanê rengê berxwedana jinê bêtir derket pêş. Rengê serkeftinê bêtir hat dîtin. Gelê cîhanê di 1’ê mijdarê de piştgiriya xwe da Kobanê û 1’ê mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Tirkiye ne li bendê bû ku gelê cîhanê piştgiriyê bide gelê Kobanê. Tirkiye bi vî cezayî dibêje ‘Ez li dijî vê piştgiriya ji bo Kobanê me.’ Gelê cîhanê dibêje Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket. Lê Tirkiye dibêje Na! Dibêje hevkarên me li wir in û divê ez tola wan hilînim.”
Ahmet Xoce anî ziman ku diviya bû ev siyasetmedarên kurd nehatina darizandin û wiha lê zêde kir: “Tu wateya darizandinê li vir tune. Ne meseleyek darizandinê ye. Ji ber ku ev hevalên siyasmedar, hevalên dozek dîrokî ne. Doza gelekî ye. Doza hebûneke hezar salan e. Çandeke hezar salan e. Ji ber vê yekê ya bihata darizandin diviya bû dewleta tirk be. Ji ber ku mafê gelê kurd ê nasname, çand, ziman û statuya wî heye. Bi hezar salan li ser vê axê dijî. Dewlet li aliyekî hemû mafê wî înkar dike, li aliyê din li dijî siyasetmedarên kurd biryarên siyasî didin û ceza dikin. Di doza Kobanê de 108 siyasetmedar hatin darizandin. Ev nîşan dide ku ne dozek qanûnî ye. Ev dozek siyasî ye.”
Xoce da zanîn ku çawa dewleta Osmanî li ser gelê kurd siyaseta qirkirinê da meşandin û wiha lê zêde kir: “Dewleta Osmanî li dijî serhildanên kurdan rabûn û pêşengên kurdan darvekirin. Niha jî bi vê biryara di doza Kobanê de dixwaze dîsa vê siyaseta Osmanî nûjen bike. Bi vê biryarê nîşan dide ku hebûna gelê kurd qebûl nake.”
Xoce dubare kir û biryar siyasî ye û wiha got: “Em careke din teqez dikin ku ev ne biryarek qanûnî ye. Ev biryarek siyasî ye. Tu eleqeya wê û qanûnê tune ye. Siyasî ye. biryarek ji bo berjewendiyên dewletên din e. Em vê biryarê heta dawî şermezar dikin.”
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ahmet Xoce herî dawî xwest ku hemû gelên cîhanê li dijî vê biryarê bêdeng neminin û wiha bi dawî kir: “Hêzên koalîsyonê yên di dema êrîşên DAIŞ’ê de bi hawarê hatin, divê li dijî vê biryarê rawestin. Em ê heta dawiyê li dijî vê biryarê rawestin. Dewleta tirk dixwaze bi vê biryarê terorê mezin bike û teror berdewam bike. Terora ku li Kobanê hat şikandin, divê hemû dewletên cîhanê û navdewletî li dijî vê yekê derkevin. Divê hemû hêzên navdewletî li dijî vê biryarê rawestin. Ji ber ku Kobanê li cîhanê hat naskirin ev ceza li siyasetmedaran birî. Bi taybet dewletên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan divê teqez xwedî helwest bin. Em ê di her alî de têkoşîna xwe berdewam bikin. Di aliyê siyasî, dîplomasî, rêxistinî û her qadê de em ê têkoşînê mezin bikin. Em wekî rêveberî û gelê Kobanê heta dawî piştgiriyê didin van hevalan. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe yê Bakur. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hevalên xwe û em ê heta dawî têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê heta serkeftinê têbikoşin û bi kar û xebatên xwe li ser piyan bimînin. Ev qonax qonaxên serkefti û azadiyê ne.”