Mirov dikare dîroka ragihandin û rojnamegeriyê bigihîne heta destpêka pêşketina civakbûyînê. Di nav demê de em rastî gelek şêwe û teşeyên ragihandinê tên. Bi taybetî jî ji bo civakê mirov dikare bibêje jiyanî ye. Lewma jî gelek zehmetiyên xwe hene. Hinek agahî û zanînên ku tên ragihandin dibe ku neyên hesabên hinek alî û kesan. Ji ber vê jî kesên ku vê ragihandinê dikin her tim bûne hedef. Li cîhanê yek ji karên herî zehmet karê rojnamegeran e. Bêguman karekî pîroz e. Her tiştên ku mirov û civak jê agahdar dibin di encama vê xebata ragihandinê de ye. Hem derxistina holê ya rastiyan û hem jî ronîkirina bûyer û geşedanan di encama ked, xebat û hunera rojnamegeran bi pêş dikeve. Rojnameger li gel vê xebata ragihandina rastiyan bedelên giran didin. Tên girtin, rastî îşkenceyan tên û gelek ji wan jî bi zanebûn hedef tên girtin û tên kuştin. Armanca êrîşkaran ew e ku pêşî li ragihandinê bigirin û rastiyan di tarîtiyê de bihêlin. Lê belê her rojnamegerek bi rista xwe ya qasidiyê tev digere û wekî karekî pîroz xebatên xwe bi pêş dixe. Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Tirkiye û Kurdistanê rojnameger ji ber xebatên xwe her tim dibin hedefa dewlet û desthilatan. Nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Herêmê yê Amedê Hakkî Boltan derbarê xebatên rojnamegeriyê û hedefgirtina wan de pirsên me bersivandin. Boltan diyar kir ku rojnameger, berjewendiya xwe ya şexsî esas nagire, berjewendiyên civakî esas digire, girtin û kuştinê dide ber çav û bi vî awayî li pey rastî û heqîqetê dikeve. Boltan, destnîşan kir ku divê gel li dijî sûcên ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser rojnamegeran tê kirin xwedî helwest be, li rojnamegeran xwedî derkeve.
Tu rewşa rojnamegeriyê li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Kurdistanê çawa dinirxînî?
Rojnamegerî karekî zor û zehmet e, dibêjin ya rastî tehl e, rastî diêşînin; rastî jî karê rojnamegeran e. Dema ku rojnameger karê rojnamegeriyê dimeşînin, rastî û derewan derdixin holê, yan jî siyaseta ku ne li gor berjewendiyên hinekan in tê aşkerakirin, ev rewş dibe sedema êrişan. Jixwe rojnamegerî li ser aşkerakirina rastî û heqîqetan dibe rojnamegerî. Tu ji rastî û heqîqetê derkevî tişta bê kirin ne rojnamegerî, alîgiriya hinek kesan e. Wekî rojnamegerên ku ji wan re rojnamegerên medyaya hewûzê yan jî alîgirên desthilatdarê tê gotin. Karê wan jî mirov nikare wek karê rojnamegeriyê binirxîne.
Kîjan rastî, qesta we ji rastiyê çi ye, rojnameger kîjan rastiyan derdixin holê?
Rastî pêşxistin û parastina mirovahiyê ye. Heke nûçe û agahiyên rojnamegeran li gor pêşxistina mirovahî û jiyanê be, li ser esasê parastina xwezayê û parastina mafên mirovan be di çarçoveya berfireh a demokrasiyê de li gor van pîvanan be mirov dikare wek heqîqet bigire dest. Dema ku mirov rastî û derewan aşkera dike, radigihîne raya giştî ev jî xizmeta rastiyê û mirovahiyê dike.
Veşartina rastiyan, xapandina civakê bi xwe ne sûc e? Dema ku rojnameger van rastiyan derdixin holê çima tên hedefgirtin?
Gel û raya giştî hemû deyndarê rojnamegeran e, ji ber ku rojnameger xizmeta gel dike, mafê gel diparêze. Rojnameger, berjewendiya xwe ya şexsî esas nagire, berjewendiyên civakî esas digire, girtin û kuştinê dide ber çav û bi vî awayî li pey rastî û heqîqetê dikeve. Ji ber vê jî divê gel li dijî sûcên ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser rojnamegeran tê kirin xwedî helwest be, li rojnamegeran xwedî derkeve. Ji ber ku karê ku rojnameger dikin derxistina holê ya sûcan e, ronîkirin û agahdarkirin e, ev êrişên wan ên li dijî rojnamegeran ji ber ku sûc û gunehê wan derdikevin holê ye.
Hûn êrîşên Dewleta Tirk ên li ser rojnamegerên derveyî sinorên Tirkiyeyê yên li Başûr, Rojava bi çi ve girêdidin?
Dewleta Tirk xwe li ser tunebûna kurdan ava kiriye. Dema ku li her çar aliyên Kurdistanê hewldanek li ser mafên kurdan, azadî, wekhevî û jiyana kurdan bi pêş dikeve Dewleta Tirk vê yekê wek hilweşîn û têkçûna xwe dibîne. Ji ber vê jî sînoran binpê dike û êrîşî rojnameger û têkoşerên ku li aliyên Kurdistanê yên din jî ji bo azadî û mafên xwe li ber xwe didin dike. Rojnamegerên ku rastî û heqîqetê dişopînin qetl dike. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê Dewleta Tirk li gor hiqûqa navneteweyî were darizandin. Lê heta niha ev yek pêk nehatiye. Demekê berê ev ji bo Îsraîlê pêk hat, hevîdar im ev rewş ji bo hemû kesan di demeke kin de pêk were.
Gelo Dewleta Tirk li Rojava, li derdorê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê çi sûc dikirin ku rojnamegeran ew derxistin holê û bûn hedefa êrîşan?
Niha li Qereqozax û Bendava Tişrînê bi destê Tirkiyeyê li dijî gelên wê herêmê şerek tê meşandin. Dewleta Tirk di heman demê de bi çapemeniya xwe jî ji bo ku morala gel xirab bike, hêviya wî bişikîne şerekî taybet dimeşîne. Bi agahiyên derew, bi dezenformasyonê hewl dide ku vê yekê bike. Nazim û Cihanê jî hewl didan ku bi amûrên di destê xwe de rastiya li wir ji gel re ragihînin. Bi vî awayî hemû cihanê dît ku rewşa li wir wekî ku Dewleta Tirk dibêje nîn e. Nazim û Cihanê bi kameraya xwe, bi hevpeyvîn û nivîsên xwe rastiya li wir nîşanê gel dan û ji ber vê jî bi taybetî ew kirin hedef. Li ser ereba wan hatibû diyarkirin ku ew erebe ya çapemeniyê ye, lê ruxmê vê jî êrîş kirin. Ev jî diyar dike ku êrişeke bi zanebûn û plankirî bû. Ev jî li gor zagonên şer sûcê mirovahiyê ye û divê bi taybetî were darizandin. Vê yekê ne tenê em dibêjin, hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî, Federesyona Rojnamegeran a Ewropayê, Federesyona Rojnamegeran a Navneteweyî, Komîteya Parastinê a Rojnamegeran jî dibêjin.
Li gorî we yekitiya rojnamegeran, bertekên rojnameger û saziyên çapemeniyê li dijî van êrîşan hem li Tirkiye û Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî di çi astê de ne, têrker e yan na?
Li gor min xwedîderketina li rojnamegeran, bertekên li dijî qetlkirina rojnamegeran lewaz e. Heke li Tirkiye û Kurdistanê, li qada navneteweyî sazî û dezgehên çapemeniyê bi awayekî xurt li rojnamegeran xwedî derkevin, bertekên xurt nîşan bidin ev êriş dê neqewimin. Li Tirkiye û Kurdistanê nijadperestiya tirk di nava rojnamegeran, di nava sazî û dezgehan de jî pir e. Ew bi xwe jî ji terorîzekirina rojnamegerên kurd re xizmetê dikin. Hem bi bêdengiya xwe hem jî bi awayên din.
Herî dawiyê li ser Rojnameger Nazim û Cihan ku tu wan nas dikî bi wan re xebitiyî, li ser kesayeta wan, li ser xebatên wan tu dikarî çi bibêjî?
Ez herdu hevalan jî nas dikim, bi herduyan re jî xebitîme. Hevala Cihan ji zaningehê hat, li Amedê dest bi kar kir. Di wî temenê xwe yê ciwan de xwesteka wê ya kar bi serê xwe cihê şanazî û bextewariyê bû. Dîsa bi ciwaniya xwe xwesteka wê ya fêrbûna rojnamegeriyê moral dida me bi xwe jî. Kar û xebatên xwe pir bi eşq û bi kêfxweşî dikir. Her kar û xizmeta ku ji bo rojnamegeriyê dikir ji bo wê moral bû. Dema te karek ji destê wê digirt, te digot bes vî karî bike moralê wê xirab dibû, digot besbûna kar tune ye. Hê di wê demê de dida nîşandan ku ew ê bikaribe li her derê rojnamegeriyê bike û wisa jî kir.
Hevalê Nazim jixwe her nûçeyeke wî bi serê xwe hêjayî xelatê ye. Mînak nûçeya dayika Taybet, ma di kîjan mêjiyî de neyartiya dijmin neda fêhmkirin! Serê ku herî hişk jî dema ku li wêneyê mêze kiriye zilm û zordestiya li ser kurdan, li ser jinan bi awayekî zelal fêhm kiriye. Dîsa nûçeya wî ya ku li ser dîmenên leşkerên tirk û DAIŞiyan nîşan da hemû angaştên di derheqê tifaqa DAIŞ û Dewleta Tirk de şênber kirin.
Herdu havalan jî bi keda xwe, bi israra xwe ya li dû heqîqetê em û raya giştî xistin deyndarên xwe. Ez dibêjim mala wan ava û ez bejna xwe li pêşberî wan ditewînim.
Heqî Boltan kî ye?
Di sala 1961an de li Licê ji dayik dibe. Salên dirêj di zindanên Tirkiyeyê de dimîne. Piştî zindanê di sala 2005an de, dest bi rojnamegeriyê dike. 5 salan di rojnameya Azadiya Welat de karê edîtoriyê dike. Herwiha bi salan di rojnameya Azadiya Welat de gotaran dinivîse. Ji sala 2010an û vir ve jî wekî moderator ji televîzyonê re bernameyan çêdike. Di heman demê de hevserokatiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad û niha jî nûnertiya DÎSK-BASIN-Îşê ya Herêmê ya Amedê dike.