Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraqê, Dadgeha Federal a Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Dadgeha Cezayê Navneteweyî (Lahe), hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, kesayetên mirovahîxwaz û kesên ku parêzvaniya mafên jinan dikin, kir.
Daxuyaniya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd wiha ye: “Di 3yê tebaxa 2014an de, fermana 74emîn a qirkirinê li ber çavên cîhanê li dijî gelê êzidî pêk hat. Zêdetirî 10 hezar jin, zarok û sivîl canê xwe ji dest dan. Zêdetirî 40 zarok li çiyayê Şengal ji ber bêaviyê mirin, zêdetirî 3 hezar jin ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û bi tecawizê re rû bi rû man. Jinên ku hatin revandin li bazaran hatin firotin.
Cihê jeopolîtîk ê Şengalê bi dêrêjahiya dîrokê bûye cihekî ku bala hemû hêzên desthelatdar ên herêmê kişandiye ser xwe û xala girêdana di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de ye. Di heman demê de ji ber (DAIŞ) çend bajar û bajarokên di sînorê rojavayê Kurdistan û Sûriye dagirkiribû, dixwest Şengal bike noqteya derbaskirina çekdarên xwe di navbera Sûriye û Iraqê de.
Piştî Şengal hat dagirkirin û bêparastin hat hiştin êzidî ji bo rizgariya rêya here dawî ya rizgarbûn, berê xwedan Çiyayê Şengalê û 10 rojan li wir man. Piştî rizgarkirinê, hin ji wan bi rêya rojavayê Kurdistanê û dû re jî bi rêya deriyê Sêmelkayê vegeriyan Herêma Kurdistanê û di çend kampên sînorê yê dihok û Sûleymanî hatin bicihkirin, beşek din jî di rojavayê Kurdistanê de di kampa Newrozê de hatin bicîhkirin.
Tecawiz, kuştin û tacîzkirina jinan a ku bi dîroka qirkirin û tunekirinê ye ku bi îdeolojiya mêrperst dest pê kir û dû re bi piştgiriya pergala kapîtalîst berdewam kir êrîşê laşê jin û çavkaniyên xwezayê dike. Tirsa wan ji ruh û laşên jinan e ji ber ku wan demeke fêm kirine ku hêza nemir a jinan dê cîhanê biguherîne cîhanek ku tê de mirov û xweza were parastin.
Li Rewanda di sala 1994an de 250 hezar jin, li Lîberya 400 hezar , li Kongoyê 200 hezar jin rastê tecawiza komî hatine. Di halê heyî de tu hêvî tune ku ev qirkirinên wisa di pergaleke kapîtalîst a baviksalar de çênebin. Her çend tecawiza cinsî di Peymanên Cenevreyê yên 1949an de wekî sûcê şer hatiye pênasekirin jî, lê heta niha kes û aliyek ji ber vê yekê nehatiye darizandin.
Îro, 11 sal piştî jenosîdê, gelê êzidî hê jî di bin gefê de ye û di rewşeke dijwar a aborî, siyasî û jîngehî de ye. Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û dabînkirina jiyaneke hêjayê xelkê wê hewldanên cidî nekirine.
Îro, em li Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bejna xwe li hember şehîdên êzidiyan ditewînin. Wêrekî û berxwedana jinên êzidî ji bo jinên têkoşer ên cîhanê çavkaniya serbilindiyê ye. Em ji helwesta Baba Şêx (rêberê wefatkiri, rêbera ruhî û manewî yê êzidiyan) dema ku ji gelê êzidî xwest hembêza xwe ji bo jinên ji destê DAIŞê rizgarbûne vekin û wan pêşwazî bikin, spas dikin.
Piştî 11 salan ji qirkirina li dijî gelê êzidî, em daxwazên xwe li ser çend xalan bilind dikin:
- Nasîna Fermana 74an a wek jînosîd ji aliyê hemû hikûmet û dadgehên navneteweyî ve.
- Em daxwaz dikin ku axa pîroz a Şengalê were parastin û careke din tu zarokekî êzidî di nav tirsê de neyê dinê.
- Dadgehên fermî û taybet ji bo sûcdaran werin avakirin û sûcên wan werin belgekirin.
- Divê sûcdarên qirkirina êzidiyan li gorî qanûna terorê neyên cezakirin.
- Divê daxwazên kampanyayê (Navê min navê diya min e) werin bicîhanîn.
- Alîkarî ji bo vegerandinê jinên di bin kontrola DAIŞê de yan jinên winda were kirin.
- Pêşkêşkirina piştgiriya madî û xizmetên tenduristî û derûnî ji bo jinên rizgarbûyî.
- Jinan rasterast tev li rêveberiya Şengalê bibin.
- Piştgiriya êzidiyan bikin ku ji kampan derkevin û vegerin warên xwe.
- Parastina ax, çavkaniyên xwezayî û jîngeha Şengalê.”