Li dijî kurdan komployeke navdewletî bi destê tirkan tê birêvebirin. Dewleta Ingilîz plansaza vê, dewletên ewropî piştgirên vê, Rûsya destekdarê vê û Amerîka û Israîl jî bêdengmayê vê komployê ne. Çima Amerîka û Israîl bi awayekî zelal helwesta xwe diyar nakin? Têkiliyên wan ên aborî, leşkerî û siyasî yên bi tirkan re wan bêhelwest dihêle. Kurd hê negihiştine wê astê, ku di warê têkiliyên aborî de cihê tirkan dagirin, ku dewletên wek Amerîka û Israîl bikaribin helwesta xwe zelal bikin. Kurd parçeparçeyî disekinin û ev yek destê Kurdan di qada navdewletî de lawaz dike. Ger ku Kurd di vê serdemê de yekîtiya xwe çênekin, ew ê kengî çêkin? Niha dema yekbûna Kurdan a li dijî êrîşên hovane yên bi navê îslama paşverû û nijadperestiya Ereb, Faris û Tirk e. Piraniya çeteyên li Sûriyeyê mûçeyên xwe, xwarin û vexwarina xwe ji dewleta Tirk distînin.
Di van deh salên dawî de, dewleta Tirk ji saziyên xwe yên saloxdarî û şer ên wek MÎT, JÎTEM û Tîmên Taybet bi sedan endam herikand nav van çeteyan û di asta birêveberiyê de bi cî kir. Niha di rastiyê de di nav birêvebiriya van çeteyan de gelek endamên, MÎT, JÎTEM û Tîmên Taybet hene û ew li gor fermanên navenda xwe rê li ber çeteyan dixin. Bi awayekî din, dewleta Tirk ne ku li paş van bûyerên di rojên dawî de li Sûriyeyê diqewimin e, yekser di navê de ye, di pêşengiyê de ye. Komên çeteyan ji aliyê wan ve tên birêvebirin, sorkirin, ajotin û harkirin. Jixwe di nav her komekê de hebûna endamekî MÎT û JÎTEMê têrî sorkirina çeteyên berê li hinceta êrîşkirin û talanê digerin dike.
Komên çete yên ji giştiya welatên Asya û Ewropayê hatine berhevkirin bi piranî bê pîvan, bê exlaq û bê prensîb in, zêdetirî xwe kesên li welatê xwe bi kêrî pîvazekê nehatine, ji mirovbûn û mirovahiyê nefretê dikin, di nav civakê de pirsgirêkên derûnî yên kûr dijîn, wek armanceke tolhildana ji civak û mirovahiyê, bi riya hêza saloxdariya Tirk û birêvebirên komên çete tên civandin, perwerdekirin û di êrîşan de tên bikaranîn. Ji bo kesên wiha têrbûna zikê wan û derfeta kuştina mirovan têrî jiyînê dike. Bi ser de gava xenîmetekê bistînin an jî bikaribin dest biavêjin jinekê wê demê xwe wek bûne hêzek dihesibînin û dixwazin pirsgirêkên xwe yên derûnî wiha biborînin. Ji bo wê gava ku cihekî dadigirin bi awayekî hovane êrîşî ser her tiştî dikin û qet pîvaneke wan a mirovî tune ye. Bi vî awayî xwe bi karaktera Dewleta Tirk a dagirker, talanker û qirker re pev dikin, wek beroşa ku bigindire û rastî devê xwe bê çeteyên ku nexweşiyên derûnî dijîn û Dewleta Tirk a nemirov li hev rast hatine.
Divê neyê jibîrkirin ku radîkalkirina îslamê bi xwe encama nexweşiyeke derûnî ye. Dîn mijareke baweriyê ye û divê di dilê mirovan de bimîne, lê radîkalkirina wî dînî dike hinceteke desthilatdarî, kuştin, talan û qirkirinê, ku ev jî rewşeke derûnî ya hewcedarê tedawîkirinê ye. Çi dînê ku hatiye radîkalîzekirin bi xwe re kuştin û xerabî aniye û mirovahî bi karesatên civakî re rû bi rû hiştiye.
Li vir tişta mixabiniyê ew e ku cîhan tev li devê çend siyasetmedarên bi rastî ku ji mirovahiyê dûr in û pirsgirêkên derûnî dijîn dinihêre û bê helwest dimîne. Pûtîn endamê saloxdariya KGB bû, bêguman ji bo mirovahiyê dê çi rehm di dilê wî de nebe, ji bo wê dê her roj bi hêsanî xiyanetê li gelên mazlûm bike, ji ber ku tişta ku ji bo wî bingehîn e tenê kariyer û berjewendiya wî ye.
Dewleta Tirk û serokê hikûmeta destbixwîn Erdogan jî bi destê xayinekî Kurd ê ku serekê MÎTê bû tê birêvebirin. Îro hemû dîplomasiya Dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi destê wî tên plankirin û birêvebirin. Divê mirov bi çavê dîplomatekî yan mirovekî asayî, yan jî karmendekî dewletê li wî kesî nenihêre; ew rûreşê mirovahiyê ye, ji bo ku xwe li ber çavê Dewleta Tirk şîrîn bike dikare kirasê dayika xwe bifiroşe, kurdekî di xiyaneta li kurdan de ewqas bi biryar tev digere ye. Kesekî qasî wî xiyanet bi gelê xwe nekiriye.
Ev sed û yek sal in mafên Kurdan bi destê dewletên ewropî tên xwarin. Di dema sazkirina netewdewletan de bêdewlethiştina kurdan, tunehesibandina li ser wan hat bipêşxistin, kurd dan destê qirkeran û qedera wan wek gelê mirî, gelê ku bê bikaranîn xêz kirin. Ingilîz serkêşê vê yekê bûn û îro jî vê serkêşiya xwe didomînin. Ingilîz dixwazin di kesayeta gelê kurd de dîroka dergûşa mirovahiyê ya ji Mezopotamya dest pê dike bi destê tirkan ji holê rakin û li şûna wê ziman, çand û dîroka xwe serdest bikin, dîroka mirovahiyê bi Grekan, Balkanan û Ewropayê bidin destpêkirin. Ji bo wê, divê miletek bi navê kurd li holê nebe, li cihê kurdan tirkên bêesl hebin. Ji xwe tirk li ser axa Mezopotamyayê bê esl, bê çand û bê dîrok in. Ev yek bi teoriya Ingilîzan a dixwazin dîrokê bi ewropiyan re bidin destpêkirin pev dike. Dijberî û dijminatiya li dijî Kurdan a sed û yek sal in didome ji bo vê ye û bêguman dîrokeke berî vê jî heye.
Divê kurd çi bikin?
Kurd ê li ber xwe bidin û divê bi berxwedanê tenê xwe têr nebînin, di birêvebirina welêt de xwe xwedî erk û hêz bibînin, ne tenê xweparastin, bipêşdeçûn pêwîst e.
Îro dîrok derfeteke mirin û mayînê dide ber kurdan. Dijminên kurdan bi serkêşiya Dewleta Tirk ji her aliyî ve li ser Kurdan êrîşên tunekirinê dane destpêkirin. Di vê serdemê de avantaja Kurdan birêxistinbûn û biçekbûna wan e. Ev yek Kurdan li dijî dijminên wan xurtir dike, lê neyekbûna kurdan jî xala lawaziyê ye. Gava li ser Rojava êrîşên tunekirinê tên bipêşxistin, birêvebirên Başûr li ku derê ne û çima piştgiriya hemwelatiyên xwe nakin? Mirin û têkçûna Kurdên li Rojava dikare çi berjewendiyê bide kurdên başûrê Kurdistanê? Ger hûn îro neyên ser riya rastiya netewbûnê, hûnê kengî bên, bi kombûna li ser gorên Rojavayiyan bên?
Ne tenê helwesta Başûr, ya gelê kurd ê li Bakur jî qels e. Di şerê bajaran de hikûmeta AKPê çav li gel tirsand, lê ev bû çend sal, ma heta qiyametê wê çavên we tirsiyayî bimînin?
Destketiyên li Rojava yên hemû Kurdan û giştiya Kurdistanê ne, gava ku tu li Rojava xwedî derdikevî tu li xwe xwedî derdikevî. Diviyabû ku bi hezaran ciwanên kurd niha bibeziyana Rojava û li kêleka xwişk û birayên xwe têkoşîna mirin û mayînê bidana, li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê bedena xwe bikirana sûrên azadiyê.
Divê ev cîhan tev bizanibe ku tevî hemû dijberî, qirkirin, êrîş, xiyanet û dagirkeriyên wan Kurd ê nemirin û bijîn, ji ber ku kurd xwediyê dîrokeke kevnare, welatekî dergûşa miroviyê, avakarê şaristaniyê û ya herî girîng jî gelekî mezlûm, demokrasîxwaz, aştîxwaz û bi dilê xwe baxçeyê gelan in. Kurd ne tenê ji bo xwe, di nivîsîna qedera xwe de ji bo hemû gelên mezlûm ên li ser vê erdnîgariyê hatine qirkirin têdikoşin. Ji bo wê şerê li ber devê deriyê Minbicê û li Rojhilatê Firatê dê bi serketina kurdan bi dawî bibe, êrîşên çeteyan dê bi vîna kurdan were şikandin û çawa ku Dewleta Osmanî li ber devê deriyê Viyanayê şikest û bi paş ve vegeriya heta ku vegera wê gihişt qada tunebûna desthilatiya wan, devê deriyên Minbic û Rojhilatê Firatê jî dê ji bo Dewleta Tirk û çeteyên dê bibe Viyanaya duyemîn. Dewleta Tirk dê vê carê jî bi destê Kurdan bê şikandin û ev şikandin dê dawiyê li desthilatdariya wê bîne. Bi vê armanc û baweriyê, divê em hemû kurd hemû derfetên xwe fedayî serketina Rojava bikin û tev bi hev re bi ser kevin da Kurdistanê azad bikin.