“Ziman bîranîna miletekî ye, ger neyê axaftin dê ji bîr bibe, heke were jibîrkirin dê winda bibe.”
Ziman yek ji hêmanên herî girîng e ku bîr, çand û nasnameya civakan hildigire. Dîrok, wêje, mûzîk û kevneşopiya miletekî bi zimanê wî nifş bi nifş tê veguhestin. Lêbelê, îro gelek ziman di xetera windabûnê de ne, ji ber ku ew nayên axaftin û fêrî nifşên nû nabin. Di vê nuqteyê de berpirsiyariya herî girîng ew e ku kesên bi ziman dizanin ku bi wî zimanî biaxivin û zindî bihêlin. Divê neyê jibîrkirin ku zimanek winda dibe ne ji ber ku hindik kes bi wî zimanî diaxivin, lê ji ber ku yên dizanin wî bi kar naynin.
Ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, di heman demê de yek ji hêmanên herî bingehîn e ku nasnameya neteweyê pêk tîne. Zimanê zikmakî yê mirov awayê fikirîn, dîtina wî ya cîhanê û xwe îfade dike. Kesên ku zimanê xwe yê zikmakî winda dikin ne tenê zimanekî, mîrata çandî, nirx û hesta xwedîtiyê ya ku li gorî wî zimanî pêşketiye jî winda dikin. Windakirina zimanê zikmakî ya civakekê, tunekirina hebûna wê ya çandî ye.
Ziman tenê dema ku bi awayekî aktîf bên bikaranîn zindî dimînin. Jiyana zimanekî bi mirovên ku di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin ve girêdayî ye. Ger zimanek tenê di xebatên akademîk de yan jî di hin rojan de were bibîranîn, ev tê wê wateyê ku pêvajoya windabûna wî zimanî dest pê kiriye. Ji bo ziman zindî bimîne:
Di nava malbatê de divê bi zarok û ciwanan re zimanê dayikê were axaftin.
Divê di perwerdeyê de bikaranîna zimanê zikmakî bê teşwîqkirin.
Divê zimanê dayikê bi wêje, muzîk, sînema û hunerê zindî bimîne.
Divê mirov di civakê de ji qisedana bi zimanê zikmakî dudilî nebe.
Di pêvajoya globalbûn û nûjenbûnê de gelek kes ji axaftina zimanê xwe yê zikmakî dûr dikevin, di bin bandora zimanên serdest de dimînin. Bi taybetî nifşên ciwan ji ber nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya di pergalên perwerdehiyê de an jî ji ber ku di civakê de zêde nayê axaftin dibe ku ji zimanê xwe dûr bikevin. Lê divê neyê jibîrkirin ku windakirina ziman di heman demê de destpêka hilweşîna çandî ye.
Jiyana zimanekî ne tenê bi axaftinê, bi gihandina wî ji nifşên paşerojê re jî pêkan. Di vê pêvajoyê de dêûbav û perwerdekar berpirsiyariyek mezin e. Ji zarokan re vegotina çîrokan bi zimanê dayikê, hînkirina stranên bi wî zimanî û bikaranîna zimanê dayikê di danûstandinên rojane de ji bo domandina ziman girîng e.
Ger civakek zimanê xwe hîn nebe û hîn neke, dibe ku ew ziman piştî çend nifşan ji holê rabe. Îro li cîhanê bi sedan ziman ber bi mirinê ve diçin, ji ber ku ew tenê ji hêla çend mirovên pîr ve têne axaftin. Ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, pêwîst e siyasetek ziman a hişmend were afirandin û hewldanên takekesî bên zêdekirin.
Ger em naxwazin zimanê me winda bibe, divê em wî di her warê jiyana xwe de bikar bînin. Ya ku em dikarin wekî kesan bikin ev e:
Em bi zimanê xwe yê zikmakî bi zarok û endamên malbata xwe re danûstandinê bikin, em dikarin piştrast bikin ku ziman bi awayekî xwezayî tê veguhestin.
Xwendina pirtûkan, nivîsandina helbestan, stran gotin û temaşekirina fîlmên bi zimanê xwe yê zikmakî, ji bo parastina zindîtiya ziman dibe alîkar.
Birêxistina kampanyayên ku girîngiya zimanê me rave dikin, çalakiyên çandî li dar dixin û di vê mijarê de hişyarî didin, ji bo parastina ziman dibe alîkar.
Di dibistanan de girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û di vî warî de ji bo pêşxistina polîtîkayan xebatek girîng e.
Ziman bîra civakekê ye û ji bo parastina vê bîrê rêya herî bi bandor axaftin e. Divê em hişyar bin ku zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêlin, wî bikin parçeyek ji jiyana xwe ya rojane û ji bo ku em wî bigihînin nifşên paşerojê çi ji destê me tê bikin. Ji ber ku zimanek tenê bi saya kesên ku pê diaxivin dikare bijî. Ger em neaxivin, zimanê me dê di nav bêdengiyê de bi û çandek din dê bikeve nav rûpelên bi toz ên dîrokê.
Zimanê me nasnameya me ye, zindî hiştina ziman berpirsiyariya me ye!