Wek tê zanîn Îpek Er a ku li navçeya Qubînê (Beşîri) ya Êlihê dijiya, di 1ê Tîrmeha 2020an de li Sêrtê rastê tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan hat û ev kes bû sedem ku Îpek Er di 16ê Tîrmeha 2020an de dawî li jiyana xwe bîne. Em jî wek Rojnameya Xwebûnê bi boneya salvegera xwekuştina Îpek Erê der barê pêşketina doza wê de, bi Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHDê û di heman demê de parêzera Îpek Erê ye, Rumeysa Denîz Kaya û aktivîsta TJAyê Gulistan Sonuk re axivîn.
Parêzer Rumeysa Denîz Kayayê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di doza Musa Orhan de dadgehê ji ber ‘destdirêjiya cinsî ya girankirî’ 12 sal cezayê girtîgehê daye û piştre li gor ‘reftarên baş’ cezayê xwe kêm kiriye û daxistiye 10 salan û ev tişt anî ziman: “ Dadgehê têbîniyek lê zêde kir û daxwaza beraeta wî kir. Ji ber îstismara desthilata giştî tu cezayên sûc nehatin sepandin û heta cezayek jî nehat nirxandin. Tevî cezayê 10 salan ên Musa Orhan jî, ceza nehat bicîhanîn. Wekî din, di doza ku bi tohmeta ‘tehrîkkirina kesekî din ji bo xwekuştinê’ hatibû vekirin de, der barê wî de tu biryara girtinê jî nehat dayîn. Musa Orhan ne di girtîgehê de ye. Dadgehê biryar da ku Musa Orhan divê heta ku were darizandin were berdan û bi awayekî serbest bê darizandin. Ji ber ku xeteriya revê li ser wî tune ye.”
Rumeysa Denîz Kayayê di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê Mûsa Orhan bihata girtin û wiha got: “Piştî nirxandina raporên pisporan ên heyî, ku gumanên xurt ên sûc nîşan didin û delîlên berbiçav pêk tînin, diviyabû ku heyeta dadgehê biryar bidaya ku bersûc Musa Orhan bigire. Lê mixabin heta niha dadgehê biryareke wiha nedaye. Dozeke nû li dijî Musa Orhan ku Îpek Er ber bi xwekuştinê ve bir, li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Batmanê hat vekirin. Îfadeya bijîşkê ku destpêkê Îpek Er li Nexweşxaneya Dewletê ya Beşîriyê derman kir di rûniştina yekem de dikare wekî gaveke erênî ji bo çareserkirina dozê bi baldariyeke mezin were hesibandin.”
Rumeysa Denîz Kayayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî rêveber û çalakvanên ÎHDê, parêzvanên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan, em bi salan e lêkolîn dikin, pratîkên mafên mirovan li herêma me û li seranserê cîhanê dişopînin. Em di vî warî de encam û raporan derdixin, hem bi raya giştî û hem jî li seranserê cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê agahdariyan dikin. Wekî parêzvanên mafên mirovan, em li cihên ku binpêkirinên mafên mirovan lê çêdibin amade ne û serlêdan û giliyên kes û saziyên ku rastî van binpêkirinan hatine pêşkêşî rayedarên peywendîdar û raya giştî dikin. Em bi rêxistinên mafên mirovan ên li gelek welatên cîhanê re hevkariyê dikin, ji bo hişyarkirina li ser mafên jinan û mafê mirovan, danişînên giştî, konferans, semîner, panel û sempozyûman li dar dixin.”
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sonuk ya ku bi salan e di vê qadê de xebatên xwe dimeşîne der barê mirina Îpek Erê de wiha got: “Roja ewil ku me bihîst jineke ciwan xwe kuştiye em bi lez û bez çûn nexweşxaneyê . Dema ku em nû çûn malbatê bertek nîşanda û got; “hûn çima hatin? Me gelek caran serî li we da, lê we tiştek nekir”. Wan wisa dizanîbû ku em ji saziyên fermî yên dewletê çûne. Ji ber vê yekê bertekên wan ên tund li hemberî me hebûn. Ji berteka wan jî dihat fêmkirin ku Îpekê bi malbata xwe re gelek caran serî li saziyên fermî daye û encam negirtine. Disa wek her car dewletê xwestiye ku ser vê destdirêjiyê bigre û tecawîzkar Musa Orhan bi uniformayê biparêze. Ev helwest piştî ku Îpekê xwe kuşt jî berdewam kir. Helwesta dadgehê jî ji hesap pirsînê zêdetir ew ê çawa bikaribe tecawizkar Musa Orhan biparêze bû. Musa Orhan nehate girtin û bi awayekî serbest hat darizandin. Lewra jî dadgehê ji bo ku li ser ‘pêşeroja çawîşê pispor Musa Orhan bandoreke neyinî çênebe’ ji wî re cezayê 12 salan zêde dît û ceza daxist 10 salan. Dagehê qet nedidît an jî ne dixwest bibîne ku Musa Orhan pêşeroja Îpekê ji destê wê standiye. Em baş dizanin ku ev biryara ku tecawizkar Musa Orhan û yên wek wî parastiye, wê pêşî li ber tundiya li ser jinan veke. Ev aşkereye ku tu derdekî van dadgehan jî tune ku vê yekê bifikirin û li gorî wê tevbigerin. Ku îro herî kêm rojê sê jin li Tirkiyeyê bi destê mêran tên kuştin jî sedema xwe hinek jî ji polîtîkayên bêcezakirinê yên îdeolojiya mêrdewletiyê digire. Ji ber vê yekê em dibêjin kuştinên jinan polîtîk û îdeolojîk in.”
Gulistan Sonukê diyar kir ku dozgeriyê nexwestiye ceza bide Mûsa Orhan û wiha axivî: “Doza Îpek Erê li Dadgeha Bilind e. Serdozgeriya Batmanê jî dozeke din bi hinceta ku “Îpek ber bi kuştinê ve kişandiye’ vekiriye. Ev doz niha li Êlihê tê dîtin. Wek ku me li jor jî anî ziman, ji roja ewil heta niha suçdar Musa Orhan bi awayekî edlane nehatiye darizandin. Helwesta dadgehê her ew bû ku Musa Orhan biparêze û ser vê dozê bigre.”
Gulistan Sonukê di axaftina xwe de bal kişand ser kuştinên jinan ên li Kurdistanê wiha pê de çû: “Em dikarin bibêjin ku li Kurdistanê kuştina jinên ciwan ne tiştekî ji rêze ye. Ev encameke polîtîkayên şerê taybet e ku li Kurdistanê tê meşandin. Di hedefa şerê taybet de jin û bi taybet jî jinên ciwan hene. Hişmendiya ku nava hinek têgînan vala kirine û li ser navê evînê dixwazin jinên ciwan bixapînin û wan ji nirxên kurdistanî dûr bixin û ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Windakirina Gulistan Dokû, kuştina Rojin Kabaîş, Îpek Er hwd. Hemû jî encamên polîtîkayên şerê taybet in. Ji ber ku bi salan e erdnîgariya Kurdistanê kirine erdnîgariyariya şer li gel şerê çekdarî di heman demê de şerê taybet jî tê meşandin. Ji bo şerê taybet her kes û hemû nirxên kurdistanî di hedefê de ye. Şerekî bêexlaq û bêsînor e. Ji bo ku bi ser bikeve hemû nirxên civakî dixe bin lingan. Armac xirabkirina civakê ye. Bi vê xirabkirinê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Anku dixwaze hemû himên ku civakê yan jî neteweyekê li ser lingan digire hilweşîne û nirxên wan ên exlaqî û polîtîk têk bibe. Vê yekê jî dixwaze bi rêya jinan û taybet jî bi rêya ciwanan vê politikaya şerê teybet bi pêş bixe. Anku wan ji nirxên wan ên civakî dûr bixe. Vê yekê car caran bi rêya sixurtiyê dike, car caran bi rêya madeyên hişbirê û carna jî bi rêya fihûşê hwd. dike. Bi vê rêyê encama ku bi şerê çekdarî bi dest nexistiye dixwaze bi rêya şerê qirêj bi dest bixe.”
Gulistan Sonukê da zanîn ku aqlê mêrperest û aqlê dewletê li hemberî jinan û nirxên civakbûyinê di nav hevgirtinekî de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor vê aqilê baviksalar divê her kes û her tişt di xizmeta wan da be û li gor wan be. Ê ku derkevin dervayî vê ‘pergalê’ bi mirinê re rû bir û ne. Di navenda hemû tiştî de aqlê mêrperest heye. Li gor aqlê mêrdewletê ku tundî li jinekê hatibe kirin an jî hatibe kûştin ew jin derketiye dervayê sinoran û ev yek ‘heq’ kiriye. Ev hişmendî di civaka baviksalar de jî heye û li eywanên dadgeha jî heye. Ji ber vê yekê jî kûjerên jinan bêceza dihêlin. Bi awayekê ji bo kujeran derbixin paqijiyê hincetan ava dikin. Li aliyekê mêran bêceza dihêlin û li aliyên din jî jinên ku têkoşîna azadiya jinan didin meşandin bi cezayên giran ên zindanê re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê û gelek sedemên ku me niha neaniye ziman em dibêjin kuştinên jinan ideolojîk û polîtîk in.”
Gulistan Sonukê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek TJAyê pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêka herî kevnar a civakê dibinin. Heta di aliyê hişmendiyê de şoreş neyê avakirin ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber vê yêkê jî em dem bi dem atolyeyan li dar dixin. Ev atolye ne tenê ji jinan pêk tên, di heman demê de mêr jî di van atolyeyan de cîh digrin. Wek kampanyaya me ya “Em xwe diparêzin” û “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve “ me li gelek devaran pirsgirêkên hişmendiya mêrsalariyê niqaş kir û niha jî atolyeyên me yên bi vî bi rengî berdewam dikin. Disa li gelek bajaran jî çalakiyên wek meşê tên li darxistin. Herî dawî banga me li hemû jinan ev e ku li hemberî tifaka mêrdewletê divê em parastina xwe ya cewherî ava bikin. Li her derê û qadê rêxistina xwe mezin bikin, wê demê em ê bikaribin xwe û civakê ji nûve ava bikin.”