Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û dawî li çekan bîne. Li ser vê yekê PKKê jî kongreya xwe pêk anî û biryara xwe fesixkirinê û çekberdanê da. Lê li gel vê yekê tecrîd didome û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel 4 hezar girtiyên siyasî nikare sûdê ji mafê hêviyê bigire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamên berê de jî bang li saziyên sivîl, partiyên li meclisê û rêxistinên demokratîk kiribû ku her kes ji bo aştî û çareseriyê bi erka xwe rabe. Lê tenê DEM Partî xebatên aştiyê dimeşîne. Hê jî rayedarên desthilatê û çapemeniya hewiz zimanê reşkirin, dijberî û berberiyê pêş dixe. Hê jî di aliyê hiqûqa xwîşk û biratiyê de tu gavên şênber nehatine avêtin. Têkildarî mafê hêviyê, tecrîd, hiqûqa xwîşk û biratiyê û peymana civakî Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban pirsên Xwebûnê bersivandin.
Di pakêta dehemîn a darazê de çi heye. Dê kî çiqas sûdê jê bigire. Divê pakêteke çawa be?
Dehemîn Pakêta darazê di civakê de hêviyek avakiribû. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş û cudakariya înfazê ku karibe berdana girtiyên nexweş hêsan bike hêviyek avakiribû. Ji bo taloqkirina înfazê hêviyeke xurt avakiribû. Lê ez bi xemgînî dibêjim ev pakêt nabe bersîva hêviya civakê. Dema em bi gelemperî li vê pakêtê dinerin, hîn di mijara girtiyên nexweş de Saziya Tipa Edlî biryara dawî dide. Hîn girtiyên siyasî yên 30 salên xwe li girtîgehê derbas kirine, nayên berdan. Hîn bi Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî înfaza wan tê şewitandin. Helwesta li dijî girtiyên siyasî nehatiye guhertin. Di vê pêvajoya aştiyê de divê ewil gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin. Di raya giştî de bendewariyeke ku wekî gava yekemîn bê avêtin, hebû. Lê di pêvajoyeke aştiyê ya wisa girîng de, ne di wê asta ku piştgiriyê bide pêvajoyê ye. Ne di asta ku girtiyên nexweş bide berdan de ye. Ev jî nîşan dide ku desthilat hê jî di mijara aştiyê de û di avakirina qada hiqûqî û siyayasî de ne ji dil e. Di aliyê berdana jinên ducanî û berdana dayikên bi zarok de hin guhertinan çêdike. Lê ev daxwazên civakê nabersivîne. Em hevî dikin ku di hevdîtinên komîsyonên li meclisê de û di lijneya giştî ya meclisê de bi pêşniyarên partiyên siyasî ev pakêt bê rastkirin. Em dixwazin ev pêşniyarên partiyan li ber çavan bêne girtin. Me wekî ÎHDê têkildarî vê yekê daxuyaniyek amade kiriye. Em ê vê daxuyaniyê parve bikin. Mixabin ev pakêt nabe bersiva mafê Kurdan ên siyasî û civakî.
Devlet Bahçelî mafê hêviyê anîbû rojevê û kiribû mijara bazarê. Ev dibe mijara bazarê? Heta niha çima ji bo mafê heviyê gav nehatiye avêtin?
Ev xaleke girîn e. Devlet Bahçelî di 22ê Cotmeha 2024an de got ‘Bila Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive. Ev gotineke pir mezin e. Heta niha partiyên siyasî û rêxistinên civakî nêzî gotineke wisa nebûne. Divê Bahçelî li gorî vê gotinê tev bigere. MHPê di 22ê Cotmehê de bangeke wisa kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di 27ê Sibatê de bang li Rêxistina PKKê kir. Piştî vê bangê PKKê kongreya xwe kom kir û di 12yê Gulanê de daxuyanî da ku xwe fesix kiriye û biryara bêçekbûnê daye. Her çend di demeke nêzik de Abdullah Ocalan nikaribe bê li meclisê biaxive jî qet nebe divê mafê hêviyê nas bikin. DMMEyê 10 sal berê ji Tirkiyeyê xwest ku mafê hêviyê mecbûrî biparêze. Lê em dibînin ev xala jî nexistine nava vê pakêta darazê. Divê hemwextî pêvajoya bêçekbûn û fesixkirinê de di zemîna hiqûqî, siyasî û civakî de gavên şênber bêne avêtin. DMMEê 10 sal berê di vê mijarê de biryar da û xwest Tirkiye rê li pêşiya mafê hêviyê veke. DMMEyê di 2014an de biryara Mafê Hêviyê da. Di 2017 û 2024an de Ewropayê ev biryar dîsa nirxand. Ji Tirkiyeyê tê xwestin ku guhertinê bikin û bendewariyek heye. Diviyabû ku heta niha Wezareta Dadê amadekariyek kiribûya. Lê hîn tu amadekarî nekiriye û nayê zanîn ku dê amadekarî bê kirin an na. Vê xala mafê hêviyê li pakêta darazê zêde bike tu partî îtîraz nake. Ev sekin nîşanî me dide ku Tirkiye çiqas li dijî cidîyetê nêzî meseleyê dibe. Eger ji bo mafê hêviyê plansaziyek û taqwîmek bê amadekirin jî dîsa dê rizaya civakê pêş bikeve. Lê ev jî tune ye. Niha dibêjin ‘Heta PKKyiyek jî bi çek be, em tu gavên demokratîk navêjin’. Ev hewldana îktîdarê rêlêgirtina pêvajoyê ye. Bi van gotinan dixwazin rêya çareseriyê bigirin. Divê demek berî demekê guhertin bên kirin û rê li pêşiya mafê hêviyê vekin. Mesele ne tenê meseleya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan aktorekî gelek muhîm e. Barekî muhîm daniye ser milê xwe. Ji ber vê yekê divê şertên wî bên avakirin û her wiha 4 hezar girtiyên siyasî divê ji mafê hêviyê sûdê bigirin û bêne berdan. Li gel Abdullah Ocalan girtiyên siyasî divê ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Dayina Mafê hêviyê dê hêzê bide pêvajoyê. Ev yek pêvajoyê xera nake. Dê bi awayekî erênî piştgiriyê bide pêvajoyê.
Tecrîd didome. Tecrîd bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike?
Tecrîd ji 2019yan heta niha bênavber didome. Ji bo ev pêvajo dest pê bike rola Birêz Ocalan gelek zêde ye. ÎHD jî di nav de saziyên parazvanên mafên mirovan, gelek baroyan bi dehan caran bang li desthilatê kirin û hem jî bang li saziyên navneteweyî kirin. Piştî Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ji bo meseleya aştiyê hin heyet çend caran çûn û hatin. Lê divê li gorî zagona înfazê, malbat, parêzer û şande karibin bi rêk û pêk biçin hevdîtinan bikin. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, her meh bi rêk û pêk hem li gorî agahiyên bi rêya parêzeran têne ji me re û hem jî li gorî agahiyên ji Îmraliyê tên, em her meh ji Wezareta Dadê re dinivîsin. Em diyar dikin ku hîn tecrîd didome. Em dibînin ku şande û malata birêz Ocalan nikare bi rêkûpêk biçin Îmraliyê. Ji ber vê yekê em her meh dixwazin ku şandeyeke serbixwe û şandeya ÎHDê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin weke şandeyeke serbixwe û şandeya ÎHDê bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Ji ber ku pêvajoyek hatiye destpêkirin. Divê saziyên sivîl jî xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Ji bo vê yekê jî divê ev tecrîd bi dawî bibe. Lê mixabin heta niha tu bersiv nedane. Qet nebe divê parêzer û malbat di Cejna Qurbanê de karibin biçin hevdîtinê bikin. Divê nûnerên saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rojnameger, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên navneteweyi karibin biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Divê bi nivîskar û hunermendan re hevdîtinan bikin. Divê rê li pêş van hevdîtinan bên vekirin. Lê çend roj berê Wezîrê Parastinê li gel ku PKKê biryara berdana çekan daye jî; digot ‘Ji bo lawazkirina tevgera PKKê operasyonên me didomin’. Ev rê li pêşiya pêvajoyê digire. Divê tecrîd bi dawî bibe. Divê rêya hevdîtinê li hemû sazî û rêxistinên civakî bê vekirin.
We jî xwestibû Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike. Lê heta niha gav nehatiye avêtin. Çima?
Me wekî navenda ÎHDê li meclisê bi koma AKP, DEM Partî, CHP û Yenî Yolê re hin hevdîtin kirin. Me xwest aştiya civakî pêş bikeve û li gorî pêdiviyên banga Aştî û Civaka Demokratîk gav bên avêtin. Di hevdîtina şandeyan a hemû partiyên siyasî ku piraniya wan di meclisê de ne, me dît ku ji sedî 90ê wan di pêvajoyê de xuya nakin. Hefteya borî Serokê MHPê Devlet Bahçelî got ‘Bila komisyona ji sed kesan pêk tê li meclisê bê avakirin. Ji bo li meclisê kom bê avakirin astengiya li pêş avakirinê çiye? Di pêvajoya 2013-2015yan de şandeyên Mirovên Aqîl hatin avakirin. Meclisa ku ew qas girseyeke wê ya mezin heye, heta niha çima ev komîsyon ava nekiriye? Astengî çiye? Divê beriya meclis biçe betlanê bi lez komîsyon bê avakirin û binkomîsyonên biçûk bên avakirin. Meseleya Kurd tenê bi bêdengkirina çekan çareser nabe. Gelek pirsgirêkên ku bêne çareserkirin hene. Meseleya rûbirûbûnê, meseleya faîlên nediyar, meseleya xweseriyê û qeyûman hene. Beriya meclis têkeve betlanê divê komîsyonên sereke û komîsyonên jêr bên avakirin û di demsala havînê de pêşxebatan bike. Gavên bibin bersiva hêvî û daxwazên civakê hîn nehatine avêtin. Divê di 1ê Cotmehê de piştî meclisê dest bi xebatê kir, bingeha zagonî û hiqûqî bê avêtin û ji nûve zagon bên sazkirin.
Rêber Abdullah Ocalan qala hiqûqa xwîşk û biratiyê dike. Divê mirov vê hiqûqê çawa fam bike. Ev hiqûq dê çawa ava bibe?
Dema hûn hiqûqa xwişk û biratiyê ji civakê bipirsin, hiqûqa xwişk û biratiyê wekhevî ye. Dawîkirina înkarê ye. Divê mafên Kurdan bi awayekî zagonî bê parastin, qeyûm tayînî şaredariyan nekin, wekil û siyasetmedaran serbest berdin, mafê ziman û perwerdehiyê bi zagonan bê parastin. Divê Kurd û Tirk xwedî heman mafan bin, ji heman mafan wekî hev sûdê bigirin. Divê bê zanîn ku Kurd û Tirk bi zimanê zikmakî biaxivin û perwerde bibin, tu tişt ji Tirkiyeyê kêm nabe. Beriya her tiştî zimanê aştiyê bê avakirin. Di welatê hevpar de jiyana wekhev û azad e. Li gelek welatên Ewropayê gelek nasname, bawerî xwedî heman mafan in û bi hev re azad dijîn. Hin ji wan federasyon e, hin ji wan xweserî ye. Dewlet mafê bawerî û kêmaran diparêze û pir zimanî û pir çandiyê esas digire. Mafên wan ji aliyê zagonan ve têne parastin. Em nikarin bi TRT6 û dersên bijartî meseleya Kurd çareser bikin. Bi tayinkirina qeyûman mesele çareser nabe. Divê dewlet gaveke destpêkê bavêje. Destûra Bingehîn a sala 1921an mînak e. Em di sed salên dawî de bi komkujiyên Şêx Seîd û Plana Şark Islahatê re rû bi rû man. Wekî Dêrsim, Zîlan û Agiriyê gelek komkujî pêk hatin. Ji bo ev birîn tev bên dermankirin, divê hiqûqa xwişk û biratiyê bê avakirin. Birêz Ocalan jî qal dike. Dibêje guhertina paradîgmayeke nû ye. Hemû tiştên berê divê bêne terkkirin û di serî de divê zimanê aştiyê bê pêşxistin. Divê di mafê Kurdan de dewlet têkeve xeteke nû. Ku wisa nebe pirsgirêk çareser nabe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala Peymana Civakî dike. Divê ev peyman çawa bê avakirin?
Peymana Civakî, di dewletên pêşketî de destûrên bingehîn ên demokratîk in. Parastina mafên mirovan ên kolektif, parastina demokrasiyê, parastina nirxên civakê ye. Divê destûreke hevpar ku mafê hemû kesan diparêze bê avakirin. Hîn girtiyên nexweş nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê bigirin. Mîsogerkirin û parastina mafê hemû pêkhateyên wî welatî ne. Heta rê neyên paqijkirin dê di civakê de berberî bêne avakirin.
Hûn zimanê heyî yên çapemeniya desthilatê çawa dibînin?
Divê berî her tiştî aştî di ziman de bê avakirin. Divê berî her tiştî ziman bibe zimanê aştiyê. Divê zimanê berberî, zimanê dijberî, sorkirin û reşkirinê bê terkkirin. Divê berî her tiştî çapemenî zimanê aştiyê pêş bixe û pişt re partiyên siyasî zimanê aştiyê pêş bixin. Divê hemû partî, rêxistin û çapemenî zimanê dijberî, şer û dijminantiyê terk bikin. Ku ne wisa be Kurd û Tirk nikarin bi hevre jiyaneke hevpar bijîn. Binêrin ew qas gund hatin şewitandin, ew qas mirov hatin kuştin, Ew qas newal û çiya hatin bombekirin. Ew qas erdnîgarî bê mirov hatin hiştin. Ji bo ev çareser bibin, divê siyaset û çapemenî zimanê aştiyê pêş bixe. Divê nijadperestî, kevneperestî cudakarî û tundî bi awayekî lez bên cezakirin.
Erk û peyvira saziyên sivîl, rewşenbir û siyasetmedaran ji bo çareseriyê çi ye?
Me di hevdîtina partiyan û rêxsitinên sivîl de anî ziman. Divê vîna xwe nîşan bidin. Gelê Kurd vîna xwe ya ji bo çareseriyê di Newrozê de nîşan da. Lê ji ber gavên şênber nehatine avêtin Kurd bi fikar in. Me di hevdîtina partiyan de ji partiyan xwest ku her partî ji bo girseya xwe xebatên aştiyê bimeşîne û girseya xwe îkna bike. Heta niha partiyên siyasî, rêxistinên civakî û pêşengên civakê bi awayekî tenduristi civîn pêk neanîn û ji bo çareseriyê bername nedan pêş xwe. Xebat pêk neanîn. Bi civakê re niqaş nemeşandin. Dibe ku di rewşê wisa de her tişt bi civakê re neyê niqaşkirin. Lê dikarin cihê ku pirsgirêk lê derketiye çareser bikin. Divê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar bêtir bi civakê re têkevin diyalogê û xebatên aştiyê bikin. Mixabin heta niha rêxistinên sivîl û civakî erka ku dikeve ser milê wan pêk neanîne. Xabeteke xizmeta pêvajoyê bike nekirine. Em dixwazin ji niha şûn ve xebatên ji bo aştiyê zêde bikin û ji bo avakirina aştiya civakî bi gel re bêne cem hev û gel jî tev li vê pêvajoyê bikin.”