12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê di nav Sûriyeya nû de nûnertiya Kurdan jî hebe’

Berdevka TAJÊ Riham Hico got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze herêmê ji destê HSDê derxîne, naxwaze di Sûriyeya nû de cihê Kurdan hebe. Eger îro li Sûriyeyê hikûmetek were avakirin pêwîst e nûnertiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de cih bigire.’’

Hilweşîna Rejîma Esad li Sûriyeyê rewşeke nû ya siyasî, civakî û leşkerî derxist holê. Gelên herêmê ji aliyek ve ji ber şikestina rejîma Baasê kêfxweş in ji aliyekî ve jî di nav tirs û metirsiyan de ne ka wê çi pêşketin çêbin. Civaka Êzidî û gele Şengalê ku di 2014an de bi fermaneke mezin re rû bi rû man, pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin. Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ û Tevgera Ciwanan jî ji bo rêxistinkirina gel a li beramberî her cure êrîşan û hişyarkirina gel lez dane xebatên civakî.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de ji ROJNEWSê re axivî.

Riham Hico di destpêka axaftina xwe de serhildanên gelan ên di sala 2011an de bi bîr xist û got: ‘’Gelên herêmê azadî dixwestin, ji ber ku hizba Baasê sîstemekê li dijî îradeya gel bû. Gelê Kurd bi salan ne hemwelatiyên Sûriyeyê bûn. Hemû gelên Sûriyeyê behsa guherînê dikirin lê guherînekê çawa be kes nedizanî. Lê hedefa gelên Sûriyeyê ne ew bû ku welatê wan ber bi xirabiyeke ewqas mezin ve biçe. Li derveyî herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li her derê tevlihevî û aloziyên mezin çêbûn. ‘’

‘Divê di nav hikûmeta Sûriyeyê de nûnertiya Rêveberiya Xweser hebe’

Riham Hico di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa HSDê û got: ‘’HSD zarokên rojavayê Kurdistanê ye, her wiha li ser fikrê wekhevî û demokrasiyê dimeşe. Li rojavayê Kurdistanê ferqekî di navbera şîa, sinî, Çeçen û Tirkmenan de nîne. Her çandekî bi nasnameya xwe dijî. Piştî çûna Esad ji bo rojavayê Kurdistanê xeterî jî hene derfet jî hene. Dewleta Tirk a dagirker îro roj êrîşê Minbicê, Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo dike, dixwaze herêmê ji destê HSDê derxîne, naxwaze di Sûriyeya nû de cihê Kurdan hebe. Eger îro li Sûriyeyê hikûmetek were avakirin pêwîst e nûnertiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de cih bigire.’’

‘Baweriya me bi kêsê nîne’

Berdevka TAJÊ Riham Hico der barê bandora rewşa Sûriyeyê ya li ser Iraqê û Şengalê jî hişyariyên girîng li gelê Şengalê kir: ‘’Ji bo gelê me yê Şengalê jî, di roja me ya îro de xeterî berdewam in û pêwîst e gelê me hişyar be. Baweriya me ne bi hikûmeta Iraqê tê, ne bi Haşdi Şabî tê, ne bi hêzekî din tê. Artêşa Iraqê hêzeke mezin biriye ser sînor, dema DAIŞ kete Mûsilê 3 qat zêdetir ji sîlehên niha heyî, li Mûsilê hebûn. Hemû sîleh teslîmî DAIŞê kirin, DAIŞ bi wan sîlehan êrîşê Şengalê û rojavayê Kurdistanê kir.’’

‘Em ê xwedî li hêzên xwe derbikevin’

Riham Hico di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku civaka Êzidî ji fermana 2014an dersên girîng derxistine û bangên girîng li gelê Şengalê kir: ‘’Di fermanê de gelê me got ‘Pêşmerge gotiye em ê we biparêzin loma em rehet razan.’ Lê îro lazim e gelê me hişyar be, xeterî li ser gelê Şengalê hene. Di heman demê de derfet jî hene. Eger em xwe baş birêxistin bikin, hêza xwe ya parastinê xurt bikin, yekîtî û tifaqa xwe pêş bixin em ê deskeftiyên mezin jî bidest bixin. Lê xeterî jî hene, pêwîst e gel parastina xwe bike. Em bang li gelê xwe dikin, keç û xortên Êzidî lazim e xwe li gor rewşa şer amade bikin. YBŞ-YJŞ zarokên Êzidiyan e, heta dawiyê wê Êzidiyan biparêzin lê lazim e Êzidî jî xwedî li YBŞ-YJŞ derkevin, hêzên xwe yên parastinê mezin bikin.’’