Ji avabûna Komara Tirkiyê û vir ve di navbera Kurd û kesên xwe wek “Tirk“ bi nav dikin de pevçûneke hevnepejirandinê heye. Kurd dixwezin li ser axa xwe, bi vîna xwe azad bijîn û ji sererd û binerdên xwe sûd bigirin. Lê kesên xwe wek “Tirk” bi nav dikirin, ev yek nepejirandin û dest danîn ser welatê Kurdan, sererd û binerdê wan talan kirin û xwestin wan wek xwe bêesl û tine bikin. Sedema ku ez dibêjim “kesên xwe wek “Tirk” bi nav dikin ev e: Li Tirkiyeyê hejmara Tirkan gelekî ji ya miletên din kêmtir e. Îro kesên ji xwe re dibêjin “Tirk” di rastiyê de ne Tirk in, kesên ji ser eslê xwe hatine derxistin û guherandin, ku ji tirsa sazûman û dewletê û ji ber berjewediya aborî xwe wek “Tirk” bi nav dikin, komara Tirkiyê bi rê ve dibin.
Ji bo wê lihevhatineke rastîn a ji dil a di navbera “Tirk” û Kurdan de pêwîstiyê bi hilweşandina dewleta Tirk dibîne. Çawa ku dewleta Komara Tirkiyeyê di sala 1923an de li ser bingehê înkarkirina gelên herêmê hat damezirandin, piştî sed û du salan, gava ev dewlet ji Kurdan devjêberdana çekan û xwefesixkirina partiya herî xurt dixwaze û qala aştî, biratî û lihevhatinê dike, wê demê, divê ew jî li hember Kurdan dev ji bikaranîna çekan berde û sazûmana xwe ya nijadperest û desthilatdar a înkar û îmhayê fesix bike. Riya vê jî di guhertina her çar xalên destpêka zagona bingehîn a Tirkiyê re derbas dibe.
Serkêşê Tirkiyê Erdogan bang li partiya muxalefeta Tirk dike ku zagona bingehîn di çarçoweya pêvajoya lihevhatinê de biguherine û bi bangê re dibêje, her çar xalên destpêkê ne mijara guhertinê ne. Wê demê tê çi bigiherî? Tiştekî tu biguherî namîne, lê em dikarin li vir rê bi ber serkêşê dewleta Tirk bixin û jê re bibêjin, ku divê tu destpêkê van her çar xalan wiha biguherî:
Xala yekem dibêje dewleta Tirkiyeyê komarek e
Destpêkê divê were zanîn ger ev dewlet wê bibe a Kurd û Tirkan û bêguman a gelên din û lihevhatineke civakî çêbibe, divê peyva Tirkiyeyê êdî neyê bikaranîn. Wateya Tirkiyeyê, axa Tirkan e. Kurd ji Kurdistanê ne; di dîrokê de navê axa Kurdan Kurdistan e. Ti hêz, dewlet an partî nikare vê rastiyê bide guhertin an çewtkirin, an ji bîrkirin. Ger wê di navbera Kurd û Tirkan de aştiyeke bi rûmet çêbibe, wê demê divê navê Komara Tirkiye êdî neyê bikaranîn, dikarin hemû gelên li ser vê axê hatine înkarkirin nêrîna xwe diyar bikin û navekî, ku hemû nasnameyan hembêz dike were hilbijartin û di zagonê de, ji bo xala yekê ev were gotin, lê Komara Tirkiyê qet nabe, ji ber ku çima Kurd, Ermen, Pomak, Gurcî, Asûr, Ereb, Çerkez, Laz li ser axa bi navê “Tirk” bijîn û bibêjin ev der welatê min e? Bila wê demê navê dewletê Komara Kurdistanê be û bila Tirk bipejirînin, ku ew li Kurdistanê dijîn.
Xala 2yan a zagona bingehîn qala girêdayîbûna netewperestiya Ataturk dike. Vî Ataturkî bi dehan kalikên Kurdan darvekirine. Bi sedan û hezaran pêşengên gelên din daye qirkirin. Gelên niha bi Tirkan re aştiyê û lihevhatinê bikin wê çima girêdayî nijadperestiya wî bin, ku ev yekser tê wateya parastin û girêdayîbûna berjewendiya nijada Tirk. Ev yek jî divê ji zagonê were derxistin û li şûna netewperestiya Ataturk, mafperestiya hemû gelên li ser vê axa Anatolya, Trakya û Mezopotamyayê dijîn were bikaranîn.
Xala 3yan a zagona bingehîn dibêje ku sirûda neteweyî sirûda îstîklalê ye û paytexta wêlêt Enqeeye ye. Dinya alem dizane ku sirûda îstîklalê ya Tirk sirûdeke nijadperest û tirkparêz e. Li dijî hebûna hemû gelan e. Kurd an jî neteweke din ên li ser vê axê dijîn, vê sirûdê wek sirûda xwe ya îstklalê napejirînin û wê qebûl nakin. Divê sirûdeke nû ya li gor aştiya civakî û hembêzkirina hemû gelan ji nû ve were nivîsandin. Û ger di navbera gelan de, bi taybetî di navbera Kurd û Tirkan de wê aştî û lihevhatin çêbibe, wê demê çima lingekî paytextê ne li ser axa Kurdistanê be? Ji xwe ger lihevhatin çêbibe pêwîstî bi sazûmana dewletî ya her tiştî bi xwe ve girê dide namîne û dikare wek Swîsreyê sazûmana kantonî, yan wek Almanyayê sazûmana herêmî were bikaranîn û wê demê her kanton an her herêmek dikare ji bo xwe paytextekê diyar bike û tev pêşniyara paytexteke hevpar a koordînekar jî dikarin bikin.
Xala çaran a zagona bingehîn a dewleta irk dibêje ku her sê xalên destpêkê nayên guhertin. Yanî zagona bingehîn bi xaleke taybet guhertina van her sê xalên nijadperest qedexe dike, ji bo wê divê destpêkê ev xala çaran were rakirin. Ti zagon ne fermana xwedê ye, tev bi destê mirovan hatine nivîsandin û dikarin bi destê mirovan werin guhertin.
Ger rayedarên dewleta Tirk bi rastî û duristî ji kiryarên xwe yên dagirkerî, xwînxwarî, mafxwarî û nijadperestî yên sed û du salan bi xwîn û zilmê bi rê ve birine û hîn jî bi rê ve dibin, poşman bûne, ders derxistine, ger dixwaze niha dixwazin bi gelên li herêmê (Kurd, Ermen, Çerkez, Pomak, Gurcî, Laz û hwd.) re aştiyê bikin, ger dixwaze pirên wekheviyê di navbera xwe û wan de saz bikin, ji hemû mafên wan re rêz bigirin û jiyaneke nû ya wekhev, ya li ser bingehê parvekirina mafên bingehîn û nasîna mafên hev saz bikin; wek birêz Ocalan dibêje pêwîstî bi peymaneke nû heye, divê ev peyman li ser bingehê xwefesixkirina dewleta Tirk a nijadperest be, ku ev jî pêwîstiyê bi guhertina her çar xalên destpêkê ya dewleta Tirk dike.
Pîvana duristbûna Bahçelî, Erdogan, Ozer û hemû aliyên Tirk ê niha ji kadroyên PKKê zêdetir bûne Apocî, nîşandana vîn û biryara guhertina her çar xalên destpêkê yê zagona bingehîn a dewleta Tirk e, ku ev jî tê wateya xwefesixkirina dewleta Tirk û li şûna wê avakirina sazûmaneke hevbeş a bi vîna hemû gelên li ser axa Mezopotamya, Anatolya û Trakyayê dijîn.
Ji bilî vê çi gotin û çi guhertina di zagona bingehîn de wê pirsgirêka di navbera kesên xwe wek “Tirk“ bi nav dikin û hemû gelên din ên li herêmê dijîn û bi taybetî gelê Kurd û hemwelatiyên Kurdistanê de çareser neke. Ger îro çek werin berdan jî deh sal, sed sal jî derbas bibin, Kurd wê dev ji doza bidestxistina azadî, wekhevî û serweriya xwe ya li ser axa dapîr û bapîrên xwe bernedin. Li ser vê rêyê Kurd tev bimirin jî wê Kurdistan her bijî û herdem ji nav dilê xwe lehengên têkoşîna azadiyê derxîne. Ev dewleta nijadperest nikare bi navê Tirkbûnê û sirûda îstîklalê bibe demokrat, ji bo wê xwefesxkirin û li ser bingehê daxwazên aliyê Kurd avakirina komareke nû ya demokratîk a bi pêkhatina nûnerên hemû gelan û bi rêzgirtina li mafên hemû gelan dikare ev pêvajo bi serkeve.