Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Ahmet Turk têkildarî biryarên 12emîn Kongreya PKK’ê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Ahmet Turk, diyar kir ku PKK di serdemeke ku Kurd tune dihatin hesibandin de derketiye holê û got: “Divê mirov weke geşedaneke ku hebûna Kurdan derxistî holê binirxîne. Wê têkoşînê, wê tevgerê feraseta ku Kurd mileteke pêş xist. Divê ev rastî tu caran neyê jibîrkirin. Piştî pêvajoyên biêş ên domdirêj, di roja me de bêhtir hate fêmkirin ku divê pirsgirêk bi rêbazên demokrasiyê bên çareserkirin. Birêz Ocalan, got; ‘Em demekî dirêj têkoşiyan lê di sala 1993’yan de ji bo pêvajoyeke aştiyane me hewl da, lê nebû. Û 32 salan me heman tişt dubare kirin û gelek dem winda kir.’ Divê her tişt jinûve were nirxandin û biryar bên dayin.”
Bi domdarî Ahmet Turk da zanîn ku PKê bi biryarên xwe re kir ku siyaseta demokratîk xurtir bibe û wiha pê de çû: “Biryara fesixkirinê, ji bo xurtbûna siyaseta demokratîk û ji bo gelê Kurd di nava siyaseta demokratîk de daxwaza mafên xwe bike, rê vekir. Mînakên vê yên li cîhanê hene. Dema em çûn Îrlandayê ji me re gotin; ‘Em demekî dirêj li dijî hev têkoşiyan lê di dawiya dawî de ji bo siyaseta demokratîk van pirsgirêkan çareser bike me hemû rayeyên xwe dewr kirin. Vê jî bi xwe re peymana aştiyê anî.’”
Divê gav bên avêtin
Ahmet Turk, got ku divê her kes di serdema pêş de erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne û ev tişt anî ziman: “Di mijara Tirkiyeya demokratîk, komar demokratîk, başkirina mercên birêz Ocalan, cîbicîkirina mafê hêviyê û pêşwazîkirina daxwaza mafê azadiyê ya gelê Kurd de divê gav bên avêtin. Bendewariyeke bi vî rengî heye. Bi rastî jî heke siyaseteke Tirkiyeya deokratîk, dewleta hiqûqê û gelê Kurd hembêz dike pêş nekeve, ev yek dê baweriya civakê tune bike. Hêvîdarim ev pêvajo bîne bîra her kesî ku bi berpirsyartiya aştiyê tevbigerin. Divê her kes erk û berpirsyartiya xwe bicih bîne.”
Ahmet Turk, anî ziman ku çareserî tenê yekalî nînin û aştî bi yekalî nabe. Turk, wiha domand: “Divê her du alî jî jidil bin û li gorî bendewariyên heyî tevbigerin. Birêz Ocalan daxuyanî da û erk û berpirsyartiya xwe bicih anî. PKK li gorî biryarê tevgeriya. Êdî tiştekî ev alî bike nemaye. Lê gavên ku dewlet dê biavêje girîng in. Heke bixwazin ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, heke jidil bin divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Di daxuyaniyên dawî yên îktîdarê de hinek cidiyet heye lê têr nake. Gelê me dipirse; ‘Gelo bi rastî jî dewlet û îktîdara niha dê gavên li gorî daxwaza gel biavêjin an na?’ Em dixwazin ji îktîdar û dewletê baewr bikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku hem bendewarî girîng in hem jî heke bersiva wan neyê dayin dibe ku bi xwe re koasê jî bînin.”
Bi berdewamî Ahmet Turk, bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: “Ev yek şert e. Dê di navbera koman de dîsa hevdîtin bên kirin. Divê komîsyoneke hemû partiyên siyasî tê de cih digirin li Meclisê hebe. Divê Meclis sererastkirinên di qanûnan de bixe rojeva xwe. Divê çareseriyan pêş bixe. Bi hezaran kesên di awayekî derhiqûqî hatine girtin hene. Divê siyaseteke ku Kurdan hembêz dike bê meşandin û sererastkirin di qanûnan de bên kirin. Her wiha divê mercên birêz Ocalan bên başkirin. Dê nêrînên Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de bi demê re bên parvekirin û rewş dê biguhere. Dema rewş guherî jî birêz Ocalan dê bikare bi rêxistinên civaka sivîl û derdorên cuda re hevdîtinê bike û nexşerêya xwe bi aşkerayî deyne holê. Wî bi xwe jî got; ‘Divê ez agahiyan bistînim. Divê ez hinek hevdîtinan bikim.’ Li gorî min di vê pêvajoyê de ev rê dê were vekrin, dê hevdîtin bên kirin û nexşerêyek derkeve holê.”
Têkildarî helwesta CHPê ya di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya heyî de jî Turk wiha axivî: “Di hevdîtinên me yên bi birêz Ozgur Ozel de got ku dê heta dawiyê piştgiriyê bide pêvajoyê. Em dizanin ku jidil bi vê gotinê bawer e. Me gelek hevdîtin kirin. Erê em dizanin hinek derdorên Kemalîst ji vê pêvajoyê aciz in. Divê CHP li dijî van derdoran têbikoşe. CHP ji koman pêk tê. Dema ez navberekê de CHP’ê de bûm jî kom hebûn. Ew mentiq hêj didome. Lê ez di wê baweriyê de me ku birêz Ozel û koma wî jidil e. Ev, çareseriya Tirkiyeyê û projeyeke aştiyê ye. Divê her kes piştgiriyê bide.”
‘Dê aştî bê vê xakê’
Ahmet Turk, axaftina xwe wiha qedand: “Tiştekî xweş e ku xeyalên mirov pêk bên. Em di wê baweriyê de ne ku dê rojekê aştî bê vê xakê. Rojhilata Navîn, herêmeke girîng e. Gelek milet li vir bi hev re dijîn û pirgirêk hene. Hêvîdarim ku ev projeya aştiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn sûdewer be. Li derveyî Tirkiyeyê jî Kurd hene û divê ew jî bên hembêz kirin. Divê azadiya wan jî were parastin. Heke pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser bibe, ev yek dê rê li ber Rojhilata Navîn a demokratîk veke. Bêguman serkeftina pêvajoya aştiyê dê bandora xwe li Rojhilata Navîn bike. Pêşerojeke demokratîk dê ji wan re bibe mînak.”