12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê desthilatdarî bi xemsarî nêzî bangê nebe

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir bang li desthilatdarî û muxalefeta siyasî û civakî kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANFê re nirxand. Bayindir anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeyeke xurt nîşan daye û got, “Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kir, îro jî bi heman biryardarî û hêviyê di rêya avaikrina civaka demokratîk û aştiyê de careke din îradeyeke xurt nîşan da. Yek ji esasên banga Birêz Ocalan ew e ku bi xurtî destnîşan kir ku siyaset valahiyê nas nake. Ev valahî bi feraseta siyaseta demokratîk dikare bê dagirtin. Lewma ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê siyaseta demokratîk bê avakirin.”

Keskîn Bayindir, bi bîr xist ku xizmeta ji bo aştiyê berpirsyariya aliyekî bi tenê nîne û got, “Berpirsyariya hemû beşên civakî ye. Îro li pêşberî vê îradeya çareseriyê divê hemû muxalefeta siyasî û civakî bi berpirsyariya xwe rabin û vê yekê weke wezîfeyeke dîrokî bibînin.”

Bayindir destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî divê bi xemsarî nêzî bangê nebe û sererastkirinên qanûnî yên pêvajoyê pêk bîne. Bayindir wiha got, “Bi taybetî desthilatdariya siyasî divê li pêşberî banga çareseriyê ya Birêz Abdullah Ocalan xemsar nebe. Bi navê avakirina civakeke demokratîk û aştiyê ev bang hate kirin û divê bersiv jê re bê dayin, gavên şênber bêne avêtin. Lewma yek ji gavên krîtîk ên bêne avêtin jî divê misogerkirina pêvajoyê be. Divê pêvajo bi sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî bi sazî bibe. Di çarçoveyeke qanûnî de divê pêvajoya aştiyê kêrhatî be û her beşên civakê bibin parçeyek ji pêvajoyê. Hemû dînamîkên siyasî û civakî divê bibin parçeyek ji vê pêvajoyê. Avakirina aştiyê û afirandina zemîneke jiyana bi hev re ya tevahiya civakê, berpirsyariya hevpar a me hemûyan e. Ev bang di heman demê de banga bicihanîna wezîfeya ‘xizmeta ji bo aştiyê’ ya hemû dînamîkên siyasî û civakî ye.”