Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin.Divê çarçoveyê de Komeleya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê xwest ku cezayê darvekirinê yê Werîşe, Pexşan û Şerîfe bên rawestandin û hate gotin; “Ji serdema rejîma şoreşa Îranê ve, rejîm cenazeyan dişîne gorên bê navnîşan û ev cezayê tirsnak hîn jî ranewestiyaye. Em banga rawestandina cezayên darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî dikin. Pexşan, Werîşe û Şerîfe li dadgehek ne dadperwerane hatin dadgehkirin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin û bê amadebûna rojnamevan û xelkê hatin dadgehkirin.”
Hêjayî gotinê ye di 8ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê yê Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16ê Hezîran û 4ê Cotmeha 2024an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Di 13ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4ê Tîrmeha 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12ê Cotmehê de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.