12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ditirsin ku Êzidî hesabê komkujiyê bipirsin

Endamê Rêveberiya Meclisa Şengalê Hisên Hecî anî ziman ku li dijî girtina PADÊ serî li dadgehê dane û hêj li benda bersîva dadgehê ne. Hisên Hecî da zanîn ku ji ber ditirsin hesabê komkujiya Şengalê bidin, naxwazin Şengal xwe bi rêve bibe.

Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê li ser daxwaza Dewleta Tirk û PDKê, di 6ê Tebaxa 2024an de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Di ser biryarê re zêdeyi 3 mehan derbas bû. Li gel îtîraza rêveberên PADÊê hêj der barê îtîrazê de tu biryar nehatiye girtin. Tekildarî girtina PADÊ û rewşa Şengalê  Endamê Rêveberiya Meclisa Şengalê Hisên Hecî nirxandin kir.

Hisên Hecî anî ziman ku wan li dijî girtina partiya xwe îtîraz kiriye û doz li Dadgeha Îtîhadî ye û got: “Dema partiya me girtin mafê îtîrazê dabûn. Piştî partiya me hat girtin me parêzer girt û me girtina partiya xwe îtîraz kir. Girtina partiya me biryarek siyasî bû. Parêzerên me ji destpêka avakirina partiyê heta girtina wê çi xebat kiriye heta niha kir gelge û rapor. Di aliyê siyasî civakî dîplomasî û xebatên din tev wekî belge amade kir. Me hemû belge û rapor pêşkêşî dadgehê kir. Dewleta Tirk jî li pişt biryara girtina PADÊ ye. Niha doz li dadgehê ye. Niha me li partiya jor îtîraz kirine û rapor pêşkêşî wê keriye. Ev dadgehek îtîhadî ye. Biryarên ku didin pêk tînin û dixin meriyetê. Ji ber vê yekê em li benda biryarê dadgeha bilind in. Kengî bide ne diyar e. Ji bilî wê me tu biryarên din nedane ku em çi bikin.”

Êrîşi zarokên Şengalê dikin

Hisên Hecî li ser rewşa Şengalê û êrîşên li dijî Şengalê jî wiha axivî: “Em wekî xelkê Şengalê û bi taybetî weke partiyek siyasî, ji 2015an heta 2024an xebat, kar, berxwedan tev ji bo azadkirina Şengalê kir. Tev ji bo xweserî û parastina Şengalê bû. Piştî Şengal rizgar bû aramiyek çêbû û li Şengalê jiyanek pêş ket. Milletê me vegeriya Şengalê. Lê balafirên Tirkiyeyê derbasî axa Iraqê dibin û êrîşî Şengalê dikin. Em dizanin armanc ew e ku aramiya Şengalê xera bikin. 10 sal in Şengal azad bûye. Dema ku aramî û jiyan lê pêş dikeve, Tirkiye balafirên xwe radike û êrîş dike. Êrîşî zarokên Şengalê dikin. Plana wan dualî ye. Ev dijminantiya Osmaniyan a li dijî civaka êzidî ye. Ne tiştekî nû ye. Li vir cihê rexneyê ewe ku hikûmeta Iraqê li dijî van êrîşan bêdeng e. Wezîr û parlamenterên wê bêdeng in. Ev jî me dixe nava şik û gumanên ku “Gelo destê wan têde heye û çavên xwe digirin”.

Ditirsin ku hesabê komkujiyê bipirsin

Hisên Hecî li ser sedemên êrîşên Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha got: “Deh sal berê li Şengalê ferman pêk hat. Komkujî çêbû. Ew ditirsin ku dema Şengal aram bibe, civaka êzidî li dadgehên navdewletî doza vê komkujiyê bike û hesabê komkujiyê ji Tirkiyeyê bipirsin. Ditirsin ku civaka êzîdî ji alemê re bibêjin ‘Kî li pişt vê fermanê bû. Destê kê têde bû?’ Ew ji hesabpirsîna fermanê ditirsin. Ew ditirsin rastiya vê yekê derkeve holê. Li pişt fermanê hêzên tirkan, başûr û Iraq heye. Ji ber vê yekê naxwazin aramî çêbibe. Ji ber vê yekê naxwazin em li mafê xwe yê hiqûqî û navdewletî bigerin û hesap ji vê yekê bipirsin.

Hisên Hecî li ser planên Tirkiyeyê yên di êrîşên li ser Şengalê de jî rawestiya û wiha axivî: “Ciwanên şengalê, mafê xwe yê zagonî, civakî û nasnameyê dikin. Tirkiye piştevaniya DAIŞ’ê û hêzên terorîst dike. Tirk naxwazin kurd azad bibin û xweseriya xwe ava bikin. Plana dewleta tirk dijminantiya civaka êzîdî û qirkirina van milletan e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê