17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsleksî

Di qada zanistê de tê gotin ku mirovên normal piştî demekê tiştan kêm digirin, lê kesên dîsleksî mîna di zaroktiyê de heta bi hetayê girtinê didomînin û ji ber vî awayî jî biaqiliya wan cuda ye. Kesên dahî û pirbiaqil giştik dîsleksîk in, lê her dîsleksi ne pir biaqil in.

Rêbaza dereng hînbûna peyvan e. Kesên ku peyvan dereng û şaş dixwîne, şaş dinivîse, nivîsa wan nayê xwendin, tîpên peyva tevlîhev dike, (b,d,p- u,c- r.n- n,m) carinan kiteyan tevlîhev dike ( ev – ve). Dîsleksî di her qada xwendinê de tehdeyiyê dikişîne. Hejmara wan ji sedî 4-10 carinan digihêje ji sedî 20 kesan. Heman xirabûn an cudahî (Dîsleksî) li jiyana zarok an mezinan di warê xwendin û jiyana akademik de bandora neyînî dike.

Dîsleksî di zarokatiyê de jî elametê xwe derdixîne holê û bi piranî bi kêmbûna baldariyê re dijî, zarok di nava tevgerên aloz de ne. Divê bê zanîn ku tevahî elamet di zarokekî de jî dikare hebe, lê dibe ku hew giraniya xwendinê yan astengiya nivîsê hebe. Rast û çep dereng hîn dibin, ber û paş dereng hîn dibin. Zarokên dîsleksî nikarin tenê bisekine û nikarin bi hindilkê bilîzin, nikarin; ji tiliyê xwe deng derxînin û her dem li gor hevalên xwe dereng dimînin.

Zarokên ku dereng hejmara hîn dibin ji wan re jî dibêjin dîskalkûlî! Ev jî hejmara dereng hîn dibûn û şaş dixwînin (6 – 9). Van zarokan di meha destpêka perwerdeyê de hîn nabin, di dibistana seretayî de hejmaran tevlîhev dikin û heta derbasî dibistana navîn dibe jî tiştên sivik tevlîhev dikin. Yên ku nivîsa wan gelekî xirab ku nayê xwendin jî ji wan re dibêjin dîsgirafî, ev jî di nava heman mijarê de tên nirxandin.

Dereng hînbûna taybet bi dermanan çareser nabe, divê planeke perwerdeyê taybet ji bo zarokan bê amadekirin. Divê ji kesên di vê qadê de perwerde dîtibin alîkarî bê girtin û di pey çavkaniyan re zarok di kîjan mijarê de astengiyan dikişine planên ji bo çareserkirina heman astengiyê perwerde bê dayin. Ev perwerde ji bilî perwerdeya dibistanê nêzîkbûnên taybet dixwaze û divê heman alîkarî taybet bên dayîn.

Alîkariya bingehîn perwerde ye, lê ji bilî dîsleksî, dîsgrafî û dîskalkûliyê problemeke kêmbûna baldariyê yan aloziya tevgeran jî hebe! Dibê plansaziyeke kombînê bê amadekirin ku çavkanî yan pirsgirêkên heyî ji hevdu re bendan dernexîne holê û nebe sedemên astengiyan. Lê ji bo baldariya kêm û aloziya tevgeran; ji aliye pisporan ve derman dikare bê dayîn. Lê dema ku tabloyeke wisa kombîne be divê nêzîkbûn jî di heman astê de kombîne be.

Van zarokana ji ber ku di warê xwendinê de astengiyan dikişîne bi piranî di dema dibistanê de di warê hişmendî û baldariyê de ne xwediyê problemane li wan hay dibin. Van zarokan, li gel tevahî keda wan jî, di warê hînbûn û xwendinê de astengiyan dikşînin. Di axaftina rojane de normal in, lê di dibistanê de asta serkeftinê de heman hêviyê nadin û dereng dimînin. Li gel tevahî ked dayinê jî dema ku serkeftin dernakeve holê; zarok dibin xwediyê madê xirab û dibe ku depresyonê jî bijîn.

Dîsleksî ne nexweşî ye û divê bê zanîn ku di xebata mejî de cureyeke cuda ye û heman kes xwedî nêrînên cuda ne. Ji ber ku xwedî dîtin û nêzîkbûnên cuda ne di NASAyê de xebatkarên wê ji sedî 40 dîsleksîne.

Di civakê de ji ber di serkeftina akademik de dereng û paşde dimînin, an tiştan û mijaran jibîr dikin; ji wan re dibêjin bêhiş an bêmejî û bi nêzîkbûnên pêşdarazî re rû bi rû dimînin û astengiyan dikişinin. Her kesên ku dereng dixwînin ne dîsleksiye lê her zarokên dîsleksî dereng dixwînin. Malbat baldar be, di dibistanê de mamoste baldar be û bi alîkariya pisporekî zarok tên tespitkirin.

Ev pirsgirêk bi piranî genetîk e û di navenda hînbûn a mejî de dereng pêşketin heye. Lê bi ked dayînê yan bi cureyên alîkarî û perwerdeyê gelek pêşketin bi dest dikevin. Lê divê malbat bibin alîkar û di pêdivîtiya zarok de alîkariyê bide. Carinan van zarokan dikevin pêşiya hevalên xwe jî.

Lê ku malbat herdem xwedî fikarbin an xwedî xem bin û heman nêzîkbûn zarokan jî dorpêç bike, ev xeterî ye. Lê ku bênavber alîkarî û ked dayîn hebe û baweriyê bidin zarok; dê bi ser bikevin. Di encamê de mirov dikare bibêje ku nêzîkbûn û perwerde di kîjan alî de kêmbûn hebe li ser heman hêlê alîkarî bêne dayin! Mînak gelo tiştên ku dibihîz bi xwendinê re dihûne û hwd, perwerdeya gelekî fêdê dide. Divê madê zarokan xweş bê girtin û bi domdarî alîkariya xwendinê bê kirin.

Di mejî de li hêla çepê di pêşiya mejî de navenda Broka ev navenda axaftinê ye, cardin li aliye çepê lê li paşiya mejî Vernîke (oksipito temporal an parieto oksipito temporal) yanî di navbera periotal-oksipital û temporalê de navend) di bihîstina deng de wateyê li deng bar dike û fêmkirinê pêktîne. Ji vê navendê re navenda fêmkirin û biaqiliyê têne gotin. Ji bo mejiyê Einsteîn jî têne gotin ku heman herêm mezin e. Ev mezinbûn mijareke guftûgoyê ye.

Di destpêka jiyanê de, di zaroktiyê de mejî pirî zû mezin dibe, di salê 6, 7, 8 û wêdetir êdî dema xwendin û tevgerên ku hîn bûye mayînde dike. Di zaroktiyê de fêrbûn û hînbûna mijar an zimanan zûtirîne û divê van zarokana misuxurî hînbûna çend zimanan bê kirin. Di salê pêş de ev xebat û mezinbûna mejî cihê xwe dide tevgêrên hêdî û mayîndeyiyê. Hînbûna zimanan dereng û hêdîtir dibe. Dema ku zarok hînî zimanan dibe di vernîkeyê de tevgerên pir û çalak derdikevin holê. Xwendina bi deng û domdar di warê erênî de bandorê li her tevgerên zarok dike.

Kesên dîsleksi di mejiyê wan de li herêma vernîke xebatên kêm tên tespit kirin, ev jî tê vê wateyê ku ew herêm ji xwendin û fêmkirinên re zû hatiye girtin. Ji bo fêma xwendinê liva hindik derdixîne holê. Lê ev pirsgirêk bi xwendineke bi deng û domdar, bi alîkariya pispor û malbatê dikare çareser bibe yan jî nêzî hevalên xwe bibin. Di alîkariyê de deng û peyvan mîna kîteyê, kîteyan mîna peyvan di mejî de bicihkirin encamê xweş derdixîne holê. Belê ev zarokan di xwendinê de astengiyan dikşîne, lê van kesan ji kesên normal dixwîne zêdetir tiştên cuda dibîne û di warê zîrektiyê de xwedî teybetmendiyên cuda ne. Di qada zanistê de tê gotin ku mirovin normal piştî demekê tiştan kêm digirin, lê kesên dîsleksî mîna di zaroktiyê de heta bi hetayê girtinê didomînin û ji ber vî awayî jî biaqiliya wan cuda ye. Kesên dahî û pirbiaqil giştik dîsleksîk in, lê her dîsleksi ne pir biaqil in.

Peyva kin û dirêj mejiyê kesên dîsleksî bi rêbazeke cuda dixebite û noronê xwe di nava têkiliyên cuda digirin. Jiyan hew ne xwendina tîpane ji ber ku jiyan bi her awayî xwe xwedî hûnandinekê ye! Tevger diyardeya herî li pêş e.