2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DÎSKê tacegul danî Qada Taksîmê

Şandeya DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê ku hatiye qedexekirin û niha di dorpêça polîsan de ye.

Şandeya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) tacegul danî Qada Taksîmê ku ji pîrozbahiya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran re hatiye qedexekirin û niha di dorpêça polîsan de ye. Şandeya DÎSKê ku Seroka Giştî Arzu Çerkezoglû jî di nav de bû, hate pêşiya Konsolosxaneya Alman a li Taksîmê. Şandeya DÎSKê, ji vir bi dirûşm û çepikan ber bi Qada Taksîmê ve meşiya. Şandeya DÎSKê, dirûşmên “Bijî 1ê Gulanê”, “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye yan bi hev re yan tu kes ji me” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” berz kirin û tacegul danîn ber bîrdariyê.

Arzu Çerkezoglû li vir axaftineke kin kir û banga tevlibûna mitînga Kadikoyê li her kesî kir. Çerkezoglû, got ku Qada Taksîmê qada 1ê Gulanê ye û ev tişt anî ziman: “Bi salan ji bo azadiya 1ê Gulanê û Taksîmê em têkoşiyan. Li her devera cîhanê karker û kedkar ku derê destnîşan bikin, 1ê Gulanê li wir pîroz dikin. Lê li welatê me bi sala ye Qada 1ê Gulanê qedexe ye. Lê dîsa jî em ê Taksîmê rizgar bikin.  Tevî hemû zextan jî em ê daxwaza aştî û edaletê ya civakê pêk bînin. Dê kedkar, jin û ciwan li her kolanên Tirkiyeyê biherikin qadên 1ê Gulanê. Dê 1ê Gulanê bi ser keve, edalet bi ser keve, em ê bi hev re bi ser kevin. Dema em bi ser ketin dê demokrasî û edalet jî bi ser kevin.”