12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin

Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê li Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin “cezayê dîsiplînê” yê ku hevdîtina bi malbatê re asteng dike birî.

Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê li Rêber Abdullah Ocalan “cezayê dîsiplînê” yê nû ku hevdîtina bi malbatê re qedexe dike birî. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, ji bo hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadgehê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê dîsiplînê” yê 3 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî hinceta “ceza” tu agahî nehatin parvekirin. Parêzer dê li dijî biryarê îtîraz bikin.

Hevdîtinên Rêber Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re bi hin hincetên cuda tên astengkirin. Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 3’yê adara 2020’an karî bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtinê bike. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê birayê xwe re axivî û axaftin di nivî de hate qûtkirin. Pişt re 43 mehan tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatin wergirtin.

Piştî 43 mehan hevdîtin pêk hat

Bertekên li dijî tecrîda mûtleq didomin, piştî 43 mehan cara ewil di 23’yê cotmehê de hevdîtina bi malbatê re pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Omer Ocalan ê parlamenterê DEM Partiyê ye re di çarçoveya hevdîtina bi malbatê re hevdîtin kir.

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku hêj tecrîd berdewam dike û piştî 43 mehan ev peyam parve kir: “Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzim bingeha hiqûqî û siyasî.”

Wezîr Tunç daxuyaniya tecrîdê da

Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di bernameyeke televizyonê ya tevlibûyî de pirsa “Dê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinên nû çêbibin?” bersivand û wiha got: “Biraziyê wî Omer Ocalan ê parlamenterê DEM Partiyê ye serlêdanek kiribû. Serlêdaneke nû nîne, ji xwe demekî dirêj bû ku parêzerên wî jî serlêdan dikirin. Di encamê de rewşeke qanûnî ye û hevdîtin pêk hat. Hevdîtinên nû jî dê li gorî daxwazan bên nirxandin. Di encamê de di mewzûata me de diyar e ku hikumxwarî û xizmên wî dê çawa hevdîtinê bikin. Têkildarî vê rêgez hene. Di çarçoveya van rêgezan de kes dikarin mafê xwe bikarbînin.”

Piştî hevdîtina 23’yê cotmehê ji bo hevdîtina bi malbat û wasî re 2 caran serlêdan hate kirin. Lê ji her du serlêdanan re jî hêj bersivek nehatiye dayîn.

Çavkanî: MA / Dîren Yurtsever