12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da

TJA’yê bi boneya 25’ê Mijdarê li ser Pira Dehderî çalakiya defjeniyê û meşaleyê li dar xistin. Çalakiyek rengîn derket holê û dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” olan da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Dehderî ya Amedê çalakiya erbaneyê û meşaleyî li dar xistin û bal kişandin ser kuştin û tundiya li ser jinan.

Gelek aktîvîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn. Beriya çalakî dest pê bike, polîsan ser Pira Dehderî û derûdora wê dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan jî jinan li erbaneyan xist û dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kiribûn û xemla çalakiyê bedew kirin. Jinan demek dirêj li erbaneyan dan û dirûşm berz kirin. Dirûşmê li Geliyê Dîcleyê olan da.

Erbane û meşale reng dan hev

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî di nav de komek aktîvîstên TJA’yê jî meşaleyan pêxistin û hatin tev li çalakiya erbaneyê bûn. Piştre jinan li ber çirûskên meşaleyan li erbaneyan dan û bi dengek bilind dirûşm berz kirin. Her çiqas polîsan anaons kir ku çalakî û dirûşma “Jin jiyan azadî” hatiye qedexekirin jî lê belê jinan bi dengek bilind dirûşm berz kir û dengê xwe bi ser dengê anonsa polîsan xist.

Kaya: Walîtiya Amedê ‘Jin jiyan azadî’ qedexe kir!

Piştî çalakiya erbaneyê parlamenter Adalet Kaya axivî. Kaya diyar kir ku ew îro hîn bûne ku Walîtiya Amedê dirûşma “Jin jiyan azadî” û li her deverê dinyayê olan dide qedexe kiriye û got ku ew vê biryara qedexeyê nas nakin û biryarê şermezar dikin.

Adalet Kaya anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî tundiyê, kuştinên jinan, polîtîkayên qedexekirinê û qeyûman bimeşînin û heta azadiyê li qadan bin.

Piştî daxuyaniyê çalaki bi dawî bû û jin bi berzkirina dirûşman belav bûn.