Dîroka kurdan dîrokeke kevnar û dêrîn e ku, di gelek çavkaniyên dîrokê de behsa wê hatiye kirin. Xebat û lêkolînên ku derheqê dîroka kurdan de tên kirin ji ber rewşa parçebûna kurdan û dagirkeriya li Kurdistanê , di nav çarçoveyeke teng a zanistî de dimînin.
Xebatên arkeolojîk, sosyolojîk û dîrokî ji teref serdestan ve yan tên qedexekirin yan jî tên veşartin û tehrîfkirin.
Lê belê ev babet baş tê zanîn ku gelê kurd yek ji şêniyên herî qedîm ên Mezopotamyayê û Kurdistanê ye.
Her wiha li gorî hin xebatên dîrokî û arkeolojîk kurd, bi gelên herêmê yên wekî Karduk, Gutî, Subarî, Hurî, Mîtanî û Medan ve pêwendîdar in. Her çiqas van xebatan encameke teqez, ji bo dîroka kurdan bi dest nexistibe jî, van xebatan nîşanî me daye ku dîroka kurdan gelek kevnar e.
Zimanê kurdî zimanekî aryenîk e ku di bin banê malbata zimanên hîndoewropî de cî digire. Zimanên aryenîk wekî du şaxan hatiye dabeşkirin : şaxa hindoîranî û şaxa ewropî. Kurdî di nav zimanên hîndoîranî de cî digire û ji şaxa zimanên îranî yê bakur rojava ye. Gelê Kurdistanê bi piranî bi kurdî diaxivin.
Malbata zimanê hîndoewropî malbata zimanê herî mezin û berfireh e ku li piraniya cîhanê tê xeberdan.
Dîroka zimanê kurdî pirr kevnar e. Der barî kok û rehên zimanê kurdî de gelek bîr û bawerîyên cuda hene. Çawa ku hin dîrokzan pêwendiyekê di navbera gelên navborî û gelê kurd de çêdikin, diyar dikin ku—zimanê kurdî jî bi zimanê Gutî, Hurrî û Medan re pêwendîdar e.
Lê belê heta niha hizr û ramaneke hevpar a ku zimannasan li ser, li hev kiribe çênebûye.
Bi vê yekê re jî, bîr û boçûna giştî ya li ser zimanê kurdî ew e ku, zimanê kurdî û zimanê Medî heman ziman in, ango kurdiya niha berdewamiya zimanê medî ye. Her çiqas ji zimanên medî bermayiyên teqez nemabin jî hin zimanzan bi hin belge û palpiştan vê nêrînê bi lêv dikin .
Her wiha gelek peyvên kurdî û medî jî dişibin hevûdu:
Zimanê kurdî di nav zimanên îranî de, piştî zimanê farisî û peştûyî yek ji zimanê herî berfireh e ku tê axaftin.
Her wiha gelek zarave û devokên kurdî hene. Zimanê kurdî zimanekî pirzaraveyî ye.
Zaravayên kurdî yên sereke ev in: Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Goranî, Lorî
Her wiha gelek devokên zimanê kurdî hene. Li seranserî Kurdistanê û li deverên ku kurd lê niştecih bûne gelê kurd bi van devokan diaxive.
Zimanê kurdî di serboriya xwe ya dîrokî de bi gelek alafabeyan hatiye nivîsandin û sê alfabeyên sereke yên ku kurdî pê tê nivîsandin ev in: bi alfabeya latînîkurdî, bi alfabeya aramîkurdî û bi alfabeya kirîlî kurdî.
Li gorî ferhenga dîjîtal a cîhanî ya herî mezin Wikipedîyayê, zimanê kurdî, ji hêla dewlemendiya ferhengî ve di nav zimanên cîhanê de, di rêza 9’an de ye.
Her wiha zimanê kurdî ji hêla rêjeya axêveran ve jî di nav lîsteya cîhanî de, bi zêdetirî 40 milyon axêverî di rêza 29an de cî digire.
Belê temaşevaên hêja, em xeleka xwe ya ewil li vir bi dawî dikin. Heta xelekeke din û derseke din, bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Emanet qencî
Duayeke pirzimanî (erebî, farisî, tirkî û medî) ya ku di sedsala 14an de hatiye dîtin; bi zimanê medî jî hatiye nivîsandin ku gelek nêzî kurdî ye.
Bi medî:
Pakej xodê, pakêj zehm
Pakêj vêmerg, koy hatî xaçê, eş kirme, rehmete ma.
Bi kurmancî:
Paqij xwedê, paqij zexm
Paqij bemirin, ku hatî xaçê, rehmetê bike li me.
*D. N. MacKenzîe, Behroz Shojaî, Samî Tan
Medî | Kurdî |
baga | beg |
bireyzmen | birêz |
zore | zor, pir |
speke | seg, spa (kirmanckî) |
firen | fire, zor |
xişayese | şa, paşa |
pirsiyva | perasû |
Alfabeya latînî-kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê
Alfabeya aramî-kurdî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê
Alfabeya kirîlî-kurdî di nav kurdên Qafqasyayê de tê bikaranîn.