Xwe gihandina sekna jêhatî, di wê wateyê de xwe gihandina xisleta fikra jina azad e. Xwezaya jinê, bi xeyalên hilgirtî li pey hev rêz bûne. Jin, li pey ronahiyê ye, li pey lêgerîna serpêhatiya çîrokê ye; li pey eleqeya nasînê ye, ji kirdeya li hev hatinê ye.
Di rastiyê de bîrdoziya mêrserdestiyê xitimiye, ji vê pergalê êdî hêviya mirov nemaye. Jê bendewarî, beyhode bûye. Heta îro ji pirsgirêka jinê re tu çareserî nedîtiye, ku bi demê re mesele girantir kiriye. Belê di şoreşên sedsala 20’yan de, ji bo pêşketina jinan hin derfet ava bûne, lê ya rastî tu carî ji bo azadiya jinan tu rêyên çareseriyê bi pêşneketine.
Ji bilî rêgezên takekesî yên jiyana klasîk, çi rêyek çareseriyê raberê civaka jinan nebûye. Di encama vê hişmendiya çors a rêveberiyên şoreşên pêk hatî de, jin neçarî guhertinên bingehîn ên şêwazên têkoşînê kirine.
Îca di salên 1857’an de jinên karker ên di fabrîqêyên tekstîlê yê bajarê Yew York ê Amerîkayê li dijî şert û mercên ne wekhev ên kedxwariya patronên fabrîqeyê; bi hewildanên cur bi cur ên jinên kedkar re dikevin nav lêgerîna têkoşînek nû.
Jinên karker di şert û mercên gelek kembax ên fabrîqêyên tekstîlê de dixebitîn û kar dikin. Ked û xebata jinan ji nedîtî ve tê dîtin û heqdestê wan tê xwarin. Keda jinan bi kedxwariyê re rû bi rû dimîne û saetên xebatê yên jinan du qatî yê mêran bûne. Jinên karker ji vê rewşa kembax nerazîne, li dijî kedxwariya mêr diviyabû ku jin bi fikra hev bişêwiriyane. Lê şert û mercan destûr nedida ku jin bêne ba hev û çalakiyê bi rêxistin bikin. Tevî wê jî jin li pey firsenda bûne û hesabê ‘çalakiyên girseyî’ kirine. Liv û tevgera jinan, ji bo avakirina derfetan bûye.
Piştî bi demeke jinan, weke kom, kes li hemberê hişmendiya kedxwariya patron/desthilatdariyê, li mafê xwe xwedî derketine; di têkoşîna hevbeş a li dijî kedxwariya patronên serdemê de xwe kirine yek.
Gava ewil a têkoşîna jinan armanc jê ew bû ku mafên wekheviya şertên karker û bi destxistina heqdestê karkerên jin bi dest bixin. Ji bo ku hatina ba hev a jinên karker pêk bê, pêdivî bi pêşengiyeke bi zanestî ya rêxistinkirî hebû.
Ji jinên karker, ji bo daxwaza xwe ya heqdest, şert û mercên karkirine bê sererastkirin dest bi greva kar berdanê dikin. Çalakiya jinan a berdana kar ji bo tevahî jinên karker dibe destpêka têkoşînek nû! Ev destpêk a jinên karker ji hêla jinên din ên kedkar ve bi wêrekî pêşwazî dibe ku di heyamek kurt de ew jî karîger dibin. Bi vê çalakiya karkerên jin re binemaliya mîrasa 8’ê Adarê Roja Serhildana Jinan tê danîn. Zanista ew çalakiya jinên karker ji azwerî û bînyata xwedîderketina kedê ye!
Biryara jinan bû ku ew dikarin xeyalên xwe yên azadiyê bi keda destan, li ser rêgezên têkoşîna jiyanê bigihînin serhildanê. Kezî bi desteke nayên honandin… Kombûna jinên karker, şêwra wan a li gel hev, bû hêza têkoşînê ya tevahî jinên cîhanê.
Belê patronên fabrîqayan, bi “şewitandina” 129 jinan bersiva jinên çalakvan da. Erê tovê 8’ê Adarê li ser bîranîna 129 jinan di ruhê jinên şoreşger de şîn bûye û dibe roja têkoşînê ya tevahî jinên cîhanê. Îro ala 129 jinan, di destê jinên şoreşger, karker, bindest, xizan-hejar û sosyalîst de li hemû parzemînan bilind dibe.
Piştî ku 52 sal di ser vê tevkûjiya jinên karker re derbas dibe; di sala 1910’an de di civîna 2’yemîn a Sosyalîst/Enternasiyonal de ku yek ji pêşenga tevgera jinên sosyalîst Clara Zetkîn bi boneya bîranîna 129 jinên karker, pêşniyaz ji kongre re dike ku ew têkoşîna jinên karker bibe ‘roja têkoşîna jinên karker ya cîhanê.’ Delegesyona kongreyê, ev pêşniyaz erê kir û diyariyê berxwedana jinan kir. Clara Zetkîn, bi vê pêşniyaza xwe keda jinên karker li rûpelên dîrokê nivîsî. Zetkîn, xwedî li bîranîna wan jinên têkoşîna mafê hevjiyanê meşandin derdikeve.
Şoreşa Jinan, ku li ser xaka Mezra-Botan yekem car rû bi rûyî êrîşên desthilatdariyê ma, rêxistina jinan a ber bi şoreşê ve derba ewil ji mêr dixwe. Hêz û nirxên jinan, li ser vê xakê biçûk xistin. Êdî fikr, xwezaya jinan, ked û bedena wê guneh û eyp hat dîtin. Amûrên têkoşîna jinan, ji destê wê hat girtin.
Tevî rû bi rû mayîna binkevtinên di dîrokê de, tu deme nebû sedema ku jin dev ji têkoşîna xeyalên xwe yên azadiyê gav bi paş ve bavêje. Yek jê mijara lêhûrbûnên jinên kurd, ji heyîna xwe ber bi gihandina nepeniyên wateya jiyanê de pêkanîna lê hûrbûyîna piratîkê ye. Jinên kurd, di her zor û zehmetiyên heyamê derbasbûyî de li gel ahenga fêmkirina wateyê herîkî têkoşînê! Di vê rastiyê de ya herî girîng jî, di gava yekem a têkoşînê de bi armance re xwe kilît kirin hebû.
Yek ji mînaka vê têkoşînê jî dîroka berxwedanê ya jinên kurd e ku di pêkanîna xwe rêxistinkirina xweser de pêşengiya meşa şoreşa jinan dike. Jinên kurd, heyîna rêxistina azadiya xwe li nav refên têkoşîna azadiyê de fêm kirin ku li pey şopên dîroka xwe ya winda ketine. Jinên kurd, pirsgireka jinan, weke mijarêke sereke ya şoreşa Kurdistanê girt dest û bi vê bîr û baweriyê bi pêş ve çûn.
Şoreşa azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinan de teşe girtiye, cîhê jinan di nav civakê de bi qedir û qîmet kiriye! Nîqaşên dahûrandinên zanista civakî, ku ji nûve girtina dest a pirsgirêkên civakê giring dibîne. Bi van nîqaşan re, rê li ber pêşkatinên têkoşîna jinên azadiyê vekir. Jina kurd, çavkaniya hêzêye ku ji rêgeza welatparêziyê rêxistina xwe ya xweser bi pêş ve bir…
Şaşî ne ji herîkîna dîrokê ye, şaşî ji nivîsandina pênûsa serdestane. Di vî warî de tespîtên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîrokê gotibû di vê wateyê de girîng dibînim ku; “Di dîroka şaristaniyê de ya ku destpêkê koletî li ser ferz bûye, weke çîn, zayend û netew, jin e.” Kolekirina jinan, ne ji bêhêzbûna jinan e; ji çavkaniya êrîşên pergala nêr-desthilatdariyê ye.
Jina kurd, li ser bingeha paradigma civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi artêşbûne ve ber bi partîbûnê rêxistina xwe ava kiriye. Di pêşengiya jinan de, di asta civakê de hêza guhertine şênber kiriye. Hewla hizirandina jinan, li gel xwe pêla veguhertina civakî jî kaş kiriye. Bi pêşdeçûna çanda şoreşa Kurdistanê re, xisletên nû yê wêrek, jinên şoreşger, pêşeng, hunermend û serhilder afirîn. Dîrok bi ruhê vê kesayetê îro di herike rastiya şoreşa Kurdistanê ya fedayî. Cihê jinan, êdî di dilê şoreşa Kurdistanê de mayînde bûye.
Tevlibûna jinan a nava polîtîkayê, rê li ber pêşketinên mafên mirovan, edaleta civakî vekir. Di nava kar û barên avakirina civakê de, rista jinan bû bingeha hemû kar û barên şoreşê. Li rojavayê Kurdistanê jin pêşenga şoreşê ye. Mîna bexçeyê ji gul-beybûnan bi biharê re bişkiviye. Bi sedan jinên cîhanê ku berê xwe dane rojavayê Kurdistanê û tev li avakirina şoreşa jinan bûne! Li rojavayê welet şoreşa jinan, bûye yek ji pîvana rêgeza wekhevî û edaletê.
Pîştî salên 1980’an û şûnde ala têkoşînê ya 8’ê Adarê bi pêşengiya tevgera jinên kurd li Rojhilata Navîn bilind dibe. Jinên kurd, bi avakirina pergala konfederalîzma demokratîk, hevjiyana azad re, rê ji jinên ereb, belûç, çerkez, fars, ermen û sûryan re vebû.
8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî tundîtujiyê; wê jin ji bo mafên xwe di 8’ê Adarê de li kuçe û kolanên cîhanê li qadan vê rojê pêşwazî bikin. Wê jin, 8’ê Adarê ya sala 2024’an bixin roja serhildana azadiya jinên cihanê. 8’ê Adarê di heman wateyê de roja mezinkirina têkoşînê ye, roja paqijî, dilsozî, xweşikbûn, hîskirin, hevheskirin, azadî, wekhevî, bedewî û aştiyê ye. Xwezaya jinan ji me wiha dixwaze. 8’ê Adarê, têkoşîna li hember “femînîsîdî” vîna serhildana jina azad e…