4 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka nû, aqilê zarokên kurdan

Zarokên kurd, nifşên nû yên gelê kurd, li hemberî keleha zilmê, êdî bêdeng namînin. Bêguman ‘aqil’ên ku li Tirkiyeyê rastiyan dibînin hene û dizanin ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya aştî û çareseriyê, fersendek dîrokî ye

Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê dirokek nivîsî. Zarokên kurd wê bi vê dîrokê mezin bibin. Rêber û destûrname ye; eger dîtinek nû, hişmendiyeke nû nebe, pêşketin çênabe. Huner jî çênabe. Bi avakirina dewleta tirk re, çavkanî û avzêmkên hişmendiya kurd hatin zuhakirin. Wehşet hebû. Ji wehşetê jî hişmendî û hewngîrî dernakeve. Berhema wehşetê her dem bûye şaristaniya kor û seqet. Vêca, sitûna bingehîn a Dewlet-î Alî Osmanî ‘yençerî’ bûn. Ew jî koma pençîkên Balkanan bûn û ji pirtûk, alim û ulemeyan dûr hatibûn perwerdekirin. Berhemdariya wan kuştin, talan û wêrankirin bû!

Bi avakirina dewleta tirk re, ‘ayet û layihe’yên kemalîstan dest pê kir; yek, marşa ku her sibeh bi zarokên dibistanê didan xwendin; du, nutuk-xîtabeta bi ciwanan didan ezberkirin. Ev ne dîrok e, ne jî dikeve sîstema perwerdehiyê. Kuştina zihniyeta kollektîf e û paşverûtî ye. Prof. Dr. Ismet Şerîf Wanli dibêje; “Vê zihniyeta paşverû dîroka kurdî, çand, tore û nirxên kurdan berteref kirin, taybetmendiyên kurdîtiyê mandela-înkar kirin…” Ev mandelekirin bû sedema ku têkiliya kurd, bi erdnîgarî û gelên din re were qutkirin.

Auguste Comte jî li ser mijara ‘dîroka civakî’ dibêje; “Eger li dîrokekê, navê gelan, navê serkêş û lîderan derbas nabe, ew dîrok, ji aliyê sosyolîk û felsefî ve temam nebûye…” Her çiqasî dîrokzan Ayşe Hur bibêje, ‘netewe-dewlet, polîsî’ ne, dewleta tirk cuda ye. Dewleteke leşkerî ye û ev leşkerî jî, li ser bingeha ‘çeteyên Îttîhat û Terakkî’yê hatiye avakirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî, her dem gotinên ‘Nizam-î alem û beka dewletê’ bi kar tîne û otorîteya ‘yenîşeri’yan tîne ziman. Mînak, sala 1930î, generalê Nazî Moltke, bi rêya îstixbarat û çekdarî, li Tirkiyeyê bingeha dewleta ‘ezel-ebed’ û ‘yekperest’ ava kir.

Pirs 1: Gelo kîjan paşayên Îttîhat û Terakkî weke cellad nehatiye binavkirin? Pirs 2: Gelo kîjan generalê artêşa tirk di nav sed salî de nebûye celladê kurdan?

Di encama vê polîtîqeya ‘saqit û seqet’ de dewleta tirk, ber bi tofanekê ve çû. Ne felsefeya civakî, ne felsefeya dîrokî esas girt. Vê jî rê li ber ‘ademiyeta dewletê’ girt! Di destpêkê de ‘laîkti’ya yekperest a ‘spî’ pejirandin; piştre di teolojiyek yekperest a kesk û ‘vecd’ê de israr kirin. Her du sîstem jî faşîzm in, ji bo paşerojan ji ti zanist, felsefe û dîrokê feyz nagirin. Bi gotina Abdulah Ocalan, ‘Vê sîstemê ji bilî izdiraba gelan tiştekî din neanî (…) gelên Anatolyayê helandin û qurpandin…” (…) Li ser encama derketiye holê jî dibêje; “Kurtdîtî, çîroka mirovahiyê ye…” (1)

Ev gotin tên wateya ‘anatomiya kaosên sedsalî’ û zêdekirina ‘kaosên trajîk’, eger zanist, felseya civakê, felsefeya dîrokê nebe, jiyan gelekî zor dibe. Balkêş e, herî zêde kesên xwedî tîtra ‘prof’tiya ku ji zanista kevin û nû bêpar mane û kesên xwe weke ‘pisporên teror û şer’ didin naskirin, li dijî ‘pêvêjoya aştî û civaka demokratîk’ derdikevin. Bi taybetî êrişî Abdullah Ocalan dikin. Sedem jî, aqilê wî, fikir û hişmendiya wî, tez û antîtezên wî, paradigmeya wî ya hemdemî ne. Gotina wan a pêşî û paşî ‘nabe ku dewlet bibe muxatabê, rêxistina terorê û serokê wê rêxisina terorê…’

Ev gotin hegemonya dîroka fermî ye. Di çaryana bixwîn de wendakirina rêya rast e; dîroka fermî goristana înkarê ye. Çaryana bixwîn jî, rêyên diçine goristanan e!

Balkêş e û rastiya tê jibîrkirin; hêza ku xakên dewletên cîran dagir kirine û dika artêşa dewleta tirk ye; hêza ku li dijî gelan serî li rêyên terorê dide, gundan wêran dike, mirovan di malan de dişewitîne, mirovan di çalên asîdê de tune dike, ji helîkopteran diavêje, mirovan ji malên wan direvîne û dikuje, komen paramilîter ava dike ew in. Pirs jî ev e; gelo teror çi ye, rengê terorê çawa ye?

Me li jor hinek mînak dan; hişmendî-teffekkur, wêje-helbest tirsa herî mezin a desthilatdariyên pêşî û paşî ya dewleta tirk e. Sal 1923an, bi Qanûna Takrîrî Sukûn dîktatoriya Îttîhat û Terakkî hat saxlemkirin; îro jî, bi Qanûna Muhakemat û Qanûna Înfazê, kiryarên tecrîd û tayînkirina qeyûm, dîktatoriya wan hatiye saxlemkirin.

Em ê gotina navê Xwedê Ya Huu bi kar bînin û bêjin: Aktorê dîrokê aqilê mirov e… Ev aqilê ku îro weke aktorê dîrokê derketiye holê Abdullah Ocalan e… Dewleta kûr, yan jî nekûr, ev rastî fêhm kir, dît ku dewlet nema dikare kaosan ragire û ber bi tofanekê ve diçe, banga dexaletê kir. Abdullah Ocalan jî bersiva bangê da. Bi banga aştî û civaka demokratîk, xwest ku dewletê ji ‘mekanîka faşîzmê’ rizgar bike. Tez û antîteza rizgariya ji kaosan û têkçûna tofanî danî holê û got; rêya çarseriyê rêbazên gerdûnî ne, divê bendên li pêşiya demokrasî rabin, divê mihraba red û înkarê, teolojiya mandele û tunekirinê were terkkirin. Tefsîra Misilmantiyê di peymana Medînê de; jiyana hevpar û biratiyê di dîroka hezar salî, di hevkariya kurdan û selçukiyan de veşartî ye.

Got; azadî û edaleta civakî di wijdanê şiyar de ye…

Lê aqilê seqet û saqit; Abdullah Ocalan jî di nav de, hemû siyasetmedarên kurd, bi sucdariya Drayfus girtine, digirin û di zindanan de îzole kirine û bi terorê sucdar dikin. Ev aqil wê nikaribe gelan ji kaos û tofanên mezin rizgar bike.

Siyaset hunera şivantî, parastin, aramî û aştiyê ye; lê di pêvejoya ‘aştî û çareseriya demokratîk’ de, hêzên siyasî, yanî partiyên siyasî li Tirkiyeyê parçe bûne. Zanist, ronahiya li pêşiya civakan, perwerdekirin û têgihîştina civakan e, parastina jiyaneke ademî, demokrasî û tekûzkirina jiyeneke bi exlaq e. Li Tirkiyeyê, bi gotina antropologê amerîkî, Clîfford Geertze; muneccim, alim û muderris, yanî mamosteyên zanîngehên li Tirkiyeyê, hîna “pevçûna dîk”an dikin.

Min di hevoka destpêkê de got; zarokên kurd, nifşên nû yên gelê kurd, li hemberî keleha zilmê, êdî bêdeng namînin. Bêguman ‘aqil’ên ku li Tirkiyeyê rastiyan dibînin hene û dizanin ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya aştî û çareseriyê, fersendek dîrokî ye. Çûna şandeya komîsyona çareseriyê ya Îmraliyê jî, wê bibe find û fanosa ronîkirin û bidestxistina derfet û rêyên nû. Ji xwe Rêber Apo, barê giran daniye ser milê gelê kurd û dînamîkên demokratîk ku ji bo pêvejo bi ser bikeve têkoşînê xurt bikin.

Dîsa bi navê Xwedê Ya Huuu; jiyan bê tekoşîn nabe û têkoşîna ji bo jiyanê jî şertê nebe nabe ye. Kesên li dijî jiyana mirovan, ji dijî mafê civakan derbikevin, ji hemû nirxên mirovî dûr in û bi gotina jinebiyan ‘tuqaqa’ ne. Çand, aqil e û her însanî ye, exlaqî ye. Eger dewlet û hiqûqa wê dewletê, li dijî çand û exlaqê civakê be, zimanê civakan, tore û wêjeya civakan înkar û red bike, bi gotina sosyologan ‘barbar e’, ji ‘nirxên gerdûnî’ dûr e; ne di aliyê ‘ademî navendî’ de, ne di aliyê ‘nenavendî’ de nayê qebûlkirin; bi modeleke xurafeyî, xeşîm, bêaqil, newî haydûd û çete tê qebûlkirin.

Li aliyê din, kesên ku zilm û zorê, înkar û tunekirina sed salî ya li dijî gelê kurd ji nedîtî ve tên, nikarin rastiya gelê kurd fêhm bikin; nikarin rastiya Abdullah Ocalan, fikir û ramanên wî yên modern fêhm bikin; nikarin rêxistinî, hûnandin û felsefeya Tevgera Azadiya Kurdî bibînin û nas bikin. Cîhan ji nû ve nayê keşifkirin, efkâr-î umumiye jî ne kor e. Lê ew kes, sefaleta bazirganiya rantê dijîn. Bi gotina mutefekkûr-feylesofê Kurd Saîd-î Nursî, ‘Suret-î me’nûs û sîretî ma’qus’ in.

Tevî ku hemû daxuyanî û nirxandinên Abdullah Ocalan, daxwaza lihevkirinê, pêkanîna aştiyê, bidawîkirina şer e, daxwaza demokrasî û mafên demokratîk in, rêvekirina li pêşiya siyaseta demokratîk û pêkanîna demokrasiya rasteqîn e; dewşirme xwe ji bedcaniya ‘du-ruhî’ rizgar nakin. Bedcaniya ‘du-ruhî’, tenê di kesayeta naziyan de heye. Kesên asîmile dibin, yanî ne ‘dew in û ne şîr in’ dewşirme ne, bê exlaq dibin, ji derve ve paqij xuya dibin, lê nava wan tejî pîsî ye!

Kurdan bi pêşengiya Abdullah Ocalan, engizîsyona sedsalî şikand, weke civakeke siyasî û ferdên siyasî meydanan dadigirin; di parlamentoya Enqereyê de, ji bo avakirina dewleteke modern, hemdem û demokratîk, ji bo ‘rêya sêyemîn’ têdikoşin.

Guman tê de nîne, esseh û teqez e, şandeya komîsyona ku ji bo çareseriyê hatiye avakirin, wê bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, bibe xwedî fikreke cuda û ji dilê ‘wêranzarî’yê rizgar bibe.

Abdullah Ocalan, aqil e, xeşîmên jiyana rojane ronî dike; santralîzmê red dike, kollektîvîzma demokratîk pêşniyaz dike; bê çawa di realîteya civakî de gelê kurd ji tunebûnê rizgar kir û gihand radeya tekamulê, wê Tirkiyeyê jî, ji serdema ‘înorganîk’ û xewna fetret û ‘entriqeyên nazîst’ rizgar bike.

1-Çîroka Vejînê…. Weşanên Serxwebûn