Tê texmînkirin ku Zerduşt Beriya Zayînê di navbera salên hezar û 600’î de jiya ye. Zerduşt, pergala baweriya Aryenî bi reformeke bingehîn nûjenî dike. Ji pergala 3’ê xudayî gavekê ber bi pergala yek xudayî diavêj e. Ji serdema pirxudayî ya baweriya Aryenî ya Îndra, Mîtra û Varûna derbsî pargala Ahura Mazda dibe. Li Anatolya, Medya û Îranê gavekê ber bi yek Xudayî ve diavêj e. Di derketina hin têgehên mîna; Bihuşt û dojeh, pira siratê, ferîşteh, mehşer, dadgeha bilind, qencî û xirabî, wekhevî, û hwd. de rist lîstiye.
Di Zerduştî de qîmet dayîna jinê heye, paqijî, jiyana bi exlaq, gotina xweş esas e. Serjêkirina sewalan nayê pajirandin û ji derveyî xweparastina rewa hemû cure tundiyan red dike.
Exlaq diparêz e. Têkoşîna başî û xirabiyê, tarîtî û ronahiyê ji xwe re esas digir e. Cara yekemîn azadiya vîn ango îradeya azad a kes hatiye naskirin. Heta wê demê vîna azad wekî tenê ya Xudê be, dihat hesibandin.
Zerduştî, bi pirsên xwe dişibe serhildêr û serîrakirinekê. Dikare bê gotin ku neqebeke di navbera ol û felsefeyê de ye.
Bêguman çavkaniya xwe ji kûrahiya senteza çanda Sumer û Aryenî digire. Wekî cih û war jî herêmên Medya, Zagro û Torosan ku axa xêr û bêr e. Gihandina hev a şoreşa bajarvanî ya Sumeran û şoreşa cotkariyê ya Neolotîkê ye.
Zerduşt li gel ku sentezkarekî vê mîrateyê ye di haman demê de bi guherîn û reformên mezin rê li ber koledariyê digire, vîna azad derdixe pêş û rêyeke vekirî ya felsefeyê rave dike.
Medî, li ser vê mîrateyê derdikevin holê û ji vê çavkaniya Zerduşt vedixun. Lêgerîna rahîbên Mag ên li Medyayê jî ji vê bû. Mag, temsîliyeta birdoziya rizgariyê û hevgirtina wê dike. Aliyê nû yê rahîbên magan Lêgerîna ji bo rizgariya mirovî ya aliyê Aryeniyan a olî û senteziya Mîtolojiya Sumeran e. Çavkaniya ku Zerduşt têr dike jî ev Mag in.
Bawerî û felsefeya Zerduşt bi Zend-Avestayê hatiye belavkirin.
Yên ku pê bawerî anî ye, bi Zend-Avestayê li ser rêç û şopên ramana Zerduşt meşiyan e……. Ew bawerî,, bû bingeha jiyana gelan. Ew çar pirtukên wekî Încîl, Zebûr, Tewrat û Quran jî ji sedî çil hizrên Zerduşt; ango di bin bandora ramanên Zend-Avesta de pêk hatine.
Baweriya Yarsanî di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire. Kurdên Yarsan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi navê “Ehlê Heq” an jî Yarsan bi nav dibin ango tên nasîn. Li başûrê Kurdistanê û Iraqê jî Kakaî tê gotin. Di bingeha xwe de beweriyeke berdewamiya Zerduştî ye.
Yarsanî ji du aliyan ve wekî ‘Ehlê Heq’ tê nasîn. Yek ji wan ‘Heq e’ ya din jî tê wateya Xwedê. ‘Heq’ di hemû pirtûkên pîroz ên Yarsaniyan de li şûna navê Xudê derbas dibe.
Peyva Yarsan ji du beşan pêk tê. Yarsan û Yaristan. ‘Yar’ navekî yarsaniyan e. Di heman demê de nasnavê Siltan Sehak e. Her wiha peyva ‘Yarî’ ya ku tê wateya ‘Hezkirî’ û ‘merhamet’ di Goranî de nevekî li Xudê hatiye kirin e.
Dîsa Yarî tê wateya ‘Hogir’ û ‘Alîkar’ jî. Wekî ku tê dîtin ‘Merhamet’ jî yek ji wateya peyva ‘Yar’ e. Ev yek jî dide xuyakirin ku Baweriya Yarsan, an jî Kakaî xwedigihîne yek ji baweriya herî kevnar a Mehrperwerî-Mîtrayî û Zerduştî. Peyva Mehr tê wateya Roj, Ronahî, Hezkirin, Xwişk û Biratî. Mîtra jî tê wateya li ser rastiyê mayîn. Ev yek jî me dibe felsefeya Zerduşt.
‘San’, jî ji beşa duyemîn a peyva ‘Yarsan’ e. Ev jî tê wateya ‘Siltan’, ‘mezin’, ‘pîroz’ û ‘herêm.’
‘Yarsan’, di heman demê de ‘Yarîstanî’ ye. Yanî cih û warên ku Yarenî lê dijî ye.
Peyva Kakaî, hem kes, hem jî civakbûyînê îfade dike. Ji biratiyê tê, her wiha tê weteya alîkariya hev. Kakaî bi piranî li herêma başûrê Kurdistanê tê bikar anîn, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî ‘Ehlê Heq’ tê gotin. Li hin welatên din ev bawerî bi peyvên cuda tê pênasekirin. Mînak; li Efqanîstan û Pakîstanê ‘Zikrî’ tê gotin. Zikrî jî tê wateya derwêşiyê.
Kakaî ji pirtûka xwe ya pîroz re dibêjin ‘Spî’. Li gorî çavkaniyan 14 pirtûkên Yarsanî hene. Lê ya sereke Serencam e.
Di van pirtûkan de ev tişt derbas dibe: “Çar tiştan ji bîr nekin; Paqijî, Rastî, Dilnizmî û Comertî.” Paqijî di wateya paqijiya ziman, raman, tevgerîn, cil û berg û paqijiya laş de tê gotin. Comerdî û dilmnizmî jî xwedî merhametbûyîn e ji bo ol, welat û xwezayê xizmetkirin e. Ev rêgezên Yarî felsefeya Zerduştî dixe bîra mirov. Ev jî ew e; “Fikra baş, Gotina baş û Emelê baş.”
Felakeddîn Kakaî di xebata xwe ya li ser baweriya Kakaî yanî Yarsanî de dibêje;;;; “Di pûxteya baweriya Kakaiyê de hemû ol, bawerî, çand, netew, ziman û hemû rengên mirovan bi hebûna wan dipejirîn e. Tu mirov, civak û bawerî xirab ango nebaş nayê dîtin. Damezirînerên vê baweriyê “xwe kêm û nebaş, xelkê baş bibîn”, ew ‘Xelk’ dibe ku Kakaî be, dibe ku kom an jî civakek din be.
Ev şîret, bingeha xwe ji nerîna dinyayê û felsefeya Yarsanî ya, ‘Donawdonê’ yanî, Reenkarnasyon digire. Reenkarnsyon tê wateya careke din hatina dinyayê.
Felsefeya Yarsanî yan jî nerîna li dinyayê xwe dispêre du bingehan. Yek ji wan Donawdon (Reenkarnasyon) ya din jî bi ronîkirina Reenkarnsyonê afiraniya dinyayê û gerdûnê ye.
Reenkarnasyon, derketina ruh a ji bedenekê û derbasbûna bedeneke din e. Li gorî baweriyê mirina zindîwarekî, di bingeha xwede rêwîtiyeke, ji cihekî çûna cihekî din e. Lewre dema zindîwareke dimiri ruhê wî/wê an derbasî heman celebî dibe, yan jî derbasî kes an cinsekî din dibe.
Baweriya Yarsanî, 1200 sal in, ango ji derketina holê ya Behlulê Mahî ya li Loristanê û vir ve heye. Lê belê xwedî bingeheke bi hezaran salan e. Dan û stendinên bawerî, olî, çandî û felsefî di dîraka Kurdistanê de gelekî li pêş in. Di roja me ya îro de jî di nav civakê de em dibînin. Bê guman zehmete ku di bernameyekê de mirov dikaribe vebêj e.
Temaşevanên hêja wekî têbinî em desnîşan bikin ku di bernameyên pêş de emê li ser çand û baweriya Elewîtî û Êzdatiyê jî rawestin. Lewre girînge ev beweriyên kevn ên li Kurdistanê bene vegotin ku bingeha çand û baweriyan e.