Me, dev ji baweriya bi mîratzedeyên dewşirme berda. Em dixwazin wan fêhm bikin; rewşeke travmatîk heye û vegotina wê jî zor e.
Li Tirkiyê du dîmen hene; Yek, ibadeta ji bo mirovekî ye. Her kes dibêje “Ya-mabud” û li ber “reîsê” epîlepsîk secde dike… Du, vegera serdema salên 1915 û 1938’an e!… Bi taybetî qirkirinên salên 1915’an a gelên gayr-î muslim li Midyadê, gundê Batê şewitandina mirovan di kûrên cêran de; ji sala 25’an û heta sala ‘38’an, ku li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî şewitandina komên xelkê li Dêrsimê… Ev kiryarên paşayên Îttîhat û Terakkî ji bo Hîtler bûne referans. SS’ên Hitler jî, di 10 Hezîrana 1944’an de, li Frensa gundê Oradour-Sur-Glane, jin, kal, ciwan, bi giştî 1450 kes sax şewîtandin û hwd.
Her du dîmen, devrî sabik û dewrî sapik in. Di encamê de dîroka hîpnotize û înkarê derxistin hole!…
Ji bo naskirin û têgihiştina ruhiyeta dewşîrmeyên ku ev dîrok û siyaset avakirin, bi taybetî ji bo naskirina desthilatdariya AKP/MHP’ê, divê “anatomist” û “sosyolog”ên li Tirkiyê, bikevin nava lêgerînan. Ji ber ku ji destpêka fikrê ucube yê Ziya Gokalp, heta îro, weke rektorê zanîngeha Reîch ya Strasbourgê, filozof û hiquqnasê Hitler, Carl Schmîtt, di pratîkê de ye.
Reîs Erdogan jî, bi nexweşiya ant-î Kurd û ant-î semîtîk ketiye û bi travma “dînîtiyê” êrîşan dike.
Nexweşiya “ant-î”, mina îdeologê Hitler, Franz Six e. Erdogan weke Franz Six, komek ji siyastemedar, akademisyen, rojnamevan, hunermend û feylesof, di radeya “îbadeta mabud-warî” de li dora xwe kom kirine, her gotina xwe weke “kelama îlahî” bi wan dide xuyakirin.
Vêce, lîteretura gurê pîr Dewlet Bahçelî, ku gotinên Ziya Gokalp, “Tirkê ku ji Kurdan hez neke ne Tirk e, Kurdê ji Tirkan hez neke ne Kurd e” bikaranîn jî hîpnozî ne. Ev gotin vegera beriya 110 salan e. Di nava 110 salan de, nijadperestiyek ji “Quleya Babîlê” mezintir hatiya avakirin, ev qulê, bi rapên Şerq Islahetê hate bi hêzkirin, bi “qaleqolan” tê parastin.
Quleya Babîlê jî, qaleqol jî helbestên dirrihî ne, mînak jî qeyum in! Qeyum, li dijî kanun û desturnameya Tirkiyê ye. Tenê di rewşa avarte de dikarin bikin pratîkê. Lê Erdogan, rêbaza Hitler ku pêşî bangî huquqnas û filozof Carl Schmitt dikir û piştre ferman dida bikar tine. Erdogan pêşî bangî dozgeran dike, bi wan re diaxive, dilqewînî û piştgiriya xwe ji wan re dibêje û dibêje bikin.
Bingeha kuleya Babîl a rukî, fikrê Ziya Gokalp e û hemû neteweyan di “otax” mogolan de bi cih dike. Ev teknîk, tê wateya “psîkoteknîk” û “pîskopatîk”!… Dîse jî, her kes, wî weke sosyolog binav dike. Ev ne rast e, lêkolîna wî, ya li ser eşîrên Kurdan, di aliyê sosyopolîtîk, hişmendî û jiyanî de ne rast in û dive weke referans neyê dîtin. Ew ne civaka Ezdahî nas dike, ne gelê Suryanî û êşîrên Suryanî nas dike, guhertinên piştî êrîşên hêzên mogolî û serdemên din jî qet nizane, yan jî lêkolîn nekirine. Yek kavilên li bakirê Kurdistanê nedîtiye û lêkolîn nekiriye. Bi taybetî li jiyana bajarvaniya jeolojîk ya Kurdan nasnake. Sê gelan bajarên jeolojîk ava kirin. Yek, Kurd… Du Suryanî… Sê gelê Nebatî!… Hayê wî ji vê dîrokê nine. Mirovekî sexelî ye, xwedî mêjiyekî qêlek e.
Pirs; Gelo paşayên Osmanî, ji bêmecalî û tunebûne sosyolojiya biyolojîk û erdnîgarî, xwe avêtin torûbextê Ziya Gokalp, an Ziya Gokalp, ji tirsa şûr û ji bo berjewendiyan xwe avête ber siha şûrê Îttîhat û Terakkî? Bersiva pirsê: Bi şûr û teşqeleyan, piştre bi raporên Şerq Islahatê û kanunên zincîrî gel dîl girtin. Îro jî bi “qaleqol”, “çekên kimyewî” bi kumpas, darbeyên siyasî û lînca li kolanan dixwazin diyalektîka dîrokê biguherin. Vê bextreşiyê, ava Dicle û Fratê bi xwînê sor kiriye.
Pêl û şelqên med-cezîra siyasî li payîtexta Tirkiyê Enqerê jî, di rojekê de pora mirovan spî dike. Bi gotina Ilya Ehrenburg; “Hevokan, di nivê gotinê de dihêlin, hiş û hestan nivkuştî dikin, hêviyê, weke cileke şil bi çiqliyên dara bi dirrih ve didaleqînin.”
Lord Bayron jî, di helbesta li ser girtiyê li Şatoya Chîllon ya Swisre, Francosî de Bonivard, ku li dijî kiryarên xanedaniyê derket û avêtine zindanê, helbesta “Girtiyê Chilon’” nivîsiya. Dibêje; “Pora min sorişkî bûye, ne ji ber salan / Ne ji Spî / Di yek şevê de / Ji ber zor û tirsa mezin ya mirovan, (..) baweriya wan bi xwînê hate mohr kirin / Weke bavûkalên xwe dimirin…”
Minak gelek hene û dema em di aliyê sosyolojîk de li pêşketinên dawî yên li Tirkiyê dinêrin, em dibînin ku welat bûye timarxane… Di jiyana rojane de, wateya jiyanê û cîhana psîşîk têkçûne, bûyerên fizyolojîk, di radeya “dîn”bûnê de ne. Civakek nexweş derketiye hole. Siyaset jî bi pîroziya nijadî, faşîzan de serdest bûye. Mirov ji nirxên hiş û raman dûr kirine, di keliha bedena bîyolojîk de dîlgirtinek çêbûye. Her kes di eyarê xwe difetise.
Komên xelkê bi birçîbûne têne perwerde kirin. Aliyekî ji welat, “totemîstana Bahçelî” ye, aliyek jî “sofîtîzma Erdogan” e. Her du basik jî, li ser bingeha “mîrîd û şêx” hatiye avakirin. Mirov dikare bêje ku her du alî psîşîk mekanîk in. Dema ku ev bedena nexweş, rastî nav û rengên Kurdî tên, dîn û har dibe.
Ev helwesta perwerdeya heywanên yên dirrinde ye û dema rastî sembol-amurekî însanî tên ditirsin û radibine ser lepan. Li gorî psîkolog, sosyolog, nivîskar, akademisyen û her mirovên di babet û dabaşên endesyariya cîvakî de kar dikin, ev helwest ji hişmendiya mirovî dûr e, di hest-hêrsa heywanan de ye.
Min di noteke xwe de, behsa romana Panaît Istratî, “Haydut” kiriye û hevoka; “Derya Spî, mozaîka gelan e, Osmaniyên dirrinde hatin, çanda jiyana hevreyî û bi nirx tune kirin” not girtiye. Di ferhenga siyaseta Tirkên (!) dewşirme de, “cinavk”a wekhevî û nirxên civakî nîne. Ev siyaseta “na” û “reddê”ye, di sedsala destpêka 2’yemîn ya komara (!) Tirk de jî, kat daye û bi qirkina Kurdan de berhemên jehrî dide.
Jiyaneke dojehî ku min beriya niba bi gotina “kiyamettulah” bi nav kir, hatiye avakirin. Edî ne tenê jiyanek dojehî, welatekî timarxane derxistine hole. Gotineke Kurdan heye, dibêjin; “kesê zalim, nikare edaletê sazkar bike, bêdengiya li hemberî zalim û zilmê jî, lanetî ye!”
Balkêş e, nivskara Misirî. Naval Al Saadavî, di romana “Xweda li Qeraxên Nilê Mir” de, serdemê bi lehengê Merwallî dike bin mercekê. Merwallî weke gornebaşekî ye. Al Saadavî dibêje; “Her roja Xwedê, li qerexê gund, li qeraxê Nîlê, li eynî cihî rûdine û heta roj diçe ava, tarî dikevê erdê, li heman cîhî dimîne. Piştre radibe, bi kûllekî ber bi gorîstanê diçe, dinava goran de xwe dirêj dike. Beriya ku raze, li parçeyên nan û xwarina ku ji xizmên miriyan ketine erdê digere. Piştî xwarina pariyek du parî nan, ji nişka ve weke bêhnek kiribe, radibe û li wê bêhna ji miriyên kevin cûdatir tê, diçe ser goreke nû. Ev behna xwîna taze û şanikên ku hîna nemirine ye. Bi teliyên weke melhêbê û qalind, mîna kûçikekî ku bêhna parçeyek goşt bike, bi meperûşkan axê dixepêre, dema giha cesed, kefenê li ser mirî radike, dipêçe û car din axê diavêje ser mirî. Roja din, kesek Metvallî nabîne, kes merak jî nake û lê jî ne dipirse. Ew jî diçe bazara Al Ramla, yan jî bazara Bahout û hewl dide çend metro qumaşê lewîtî bifiroşe.”
Ev paragrafa romana Naval Al Saadvî, li bejna gornebaşên desthilatdariya AKP/MHPê ku 22 sal in, destdirêjiyan li pereyên kefenê malnîşînan, li nanê karkeran û kedkaran dike tê. Ev desthilardarî jî , kefendiz e. Gorîstanan dike cihê rantê û talan dike. Bi êrîşên qeşmerî, bi hest û mêjiyê Metvallî gorên şehîdên Kurdan vedike.
Esseh û teqez e ku “pençîk”ên di aliyê mêjî, hest û nirxan de hatine xesandin û qêlek kirîn e, dibin postikê mirovan de jî, ji kanunên sosyolojîk dûr in, bi meyla biyolojîk a heywanî kar dikin.
Vêce, gurê pîr Bahçelî, di civîna partiya xwe de, banga dexaletê li Abdullah Ocalan kir û got; Bila were li parlamentoyê di civîna koma Dem Partî de bi axive û dawî li vî şerî bîne”. Vê bangê li payîtext û tevahiya welat firtoneyek derxiste hole. Ewren reş û tarî yên li ser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bela kirin. Brûskên hêviyê, di ezmanê mêjiyê mirovan de vedan. Lê med-cezîra çemê siyasî yê li Enqerê, beriya ku ev pêl bigihin qeraxên çem, li Quleya ku Ziya Gokalp avakiriye û bi Raporên Şarq Islahatê, bi qaleqolan hatine qewînkirin, ketin û şikestin.
Reng û armanca vê firtoneyê, bi girtina şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer, eşkere bû. Gelo çi armanc dikin? Bersiva vê pirsê, di romana Mihaîl Şolohov, ya “Çemê Don”, cildê yekemîn de heye. Dibêje; ”Ber êvarî firtoneyek derket. Ewrên reş bi ser gund de girtin. Bayê ku pêlên bi kef yên çemê Don’ê dîn û har dikirin, li qeraxên çem diketin. Li ezmanê ku baran ne dibariya şîqe şîqa burîskan bû. Carinan gurre gurre tavan jî erd û ezman dihejandin. Dibin ewran de teyrekî sergerde digeriya, kurrebeş û gornebaşan jî, bi dengên kuzenî, ew teyr dişopandin.”
Gelo, ewrên reş ku bi axaftina reîsê epîlepsîk Erdogan li ezmanê Tirkiyê Bakurê Kurdistanê kom bûne û her gotina wî, bûye brûskek tofanî, ne tofana ku Şolohov behsa wê dikê ye?
Bê tereddut dibêjim; Hem artêşa Tirt, hem feylesof û akademisyenên li dora reîs û desthilatdarî AKP/MHP ê kom bûne, travmayek ciddî û pirralî dijîn. Dubare dikim, dive hem anatomist û hem sosyologên Tirkiyê bikevin nava lêgerînan û rewşê zelal bikin. Travma di radeya dînî’tiyê de ye û her diçe kiryarên faşîzan zêde û dijwar dikin. “Atalet” hatiye winda kirin. Hêza demokratên li Tirkiyê jî têra dermankirina vê travmayê nake. Nîqaş û nirxandinên êntellektüelî jî têra dermankirina vê travmayê nakin.
Ev travma, encama hîpnoza dîrokî û silueta Enver Paşa, Fevzî Çakmak û Mustafa Kemal, Sakkalî Nureddîn paşa û Topal Osman e û giran e. Weke destpêka salên 1914 û piştre, îro jî, generalên artêşa Tirk û siyasetmedarên “turkî”, çete û mafia ligel hev kar dikin.
Reîsê epîlepsîk, bi xeyalên serdema klasîk ya Osmani dijî. Gurê pîr Dewlet Bahçelî jî, bi xeyelên destanê gurê spî Asêna û helandina Çiyayê Hesînî haraket dike. Lê her du basik, bi gotineke Tirkî, bi kiryarên xwe “aşagilaşıyorlar”; bi gotinek Kurdî, “ketî û kotî” dibin. Ya xaliqê erd û ezman, ev zewat, bi gotinê jî be, behsa, “ronakbîrî-ronakkirinê” nakin. Ji xwe di îdeolojiya Ziya Gokalp de ronakbîrî, ronakirin û reform nine, ji umetê derbasbûna neteweya, ji nû de bê avakirin heye. Di mînakên hatin dayin de, di dîmenê tahrîbat-wêraniyên desthilatdariya AKP/MHPê de, felaketek mezin heye. Ev fikrê dewixî yê Ziya Gokalp û biryara Kongreya Îttîhat Terakî ya sala 1909 ya Selanîk û avakirina neteweyek nû, bingeha faşîzma tofanên wêranî û tunekirinê ye.
Lê Kurd bi tecrûbe ne, bi aqil in, xwedî îdeolojî û stratejî ne, hem muhasebê dikin, hem adaletê dixwazin, hem jî aştiyek bê dekûdolab dixwazin. Kurd dizanin ku felaketek heye û felaketa mezin jî bi Kurdan tê kirin. Lewma bi hesab tevdigerin û rê nadin ku bi Kurdan feleketek mezin û maxduriyeteke duyemîn ya kaotîk bikin pratîkê. (Mixabin ev felaketa bi destên Kurdan, li bakur jî, li başûr jî di parîtêkê de ye.)
Hêvî çiye; Yek, divê li Tirkiyê, kesên xwedî “hafizeya adîl û maqul” rabin ser piyan. Du, dive Kurd bi têkoşîna xwe, vê desthilatdariya ceberrûd mecbur bikin ku li gorî bersiva Abdullah Ocalan ya li ser banga wan daye, haraket bikin.
Eger ev her du merc nebin; aqilê travmatîk, ku heta îro, bi terorize kirina daxwazên demokratîk yên Kurd suc dikirin, wê ji îro pê de jî, bi lînca kolanan û toza kimyewî û bidiruşmeya “Kurdîstana Kukla” êrîşên xwe dijwar bikin. Diruşmeya “Kurdistana Kukla”, hem li dijî Kurdistana Başûr e, hem li dijî Kurdistana Rojava ye. Ev dirutî, tê wateya bi hêzkirina hişmendiya Ziya Gokalp û dîroka hîpnoze.
Desthilatariya AKP/MHPê têk diçe, kêferata bi aqilê trawmatîk û kiryarên kotî û ketî, nîşaneye vê ye. Lerwma xwe dexîlî tor û baxtê Abdullah Ocalan kirin. Lê zihniyeta faşîst ya bermayiyên Ziya Gokalp, destur neda, bi girtina şaredarê Esenyurt Ahmet Ozer jî, xwestin muxaletê jî dizayn bikin.
Hinek kes û derdor vê rewşê bi êrîşên Israîl û guhertinan dengeyên herêmê ve girêdidin. Lê ev kes û derdorç aliye bingehîn û esasî têkoşîna Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd jibîr dikin. Vê têkoşînê bandor li guhertina dengeyên herêmê kir û dike. Ji bo vê jî, gurê pîr D. Bahçelî, gotinên Ziya Gokalp yên di serdema avakirina dewleta Enqerê de bikaranîn. Edî ne Bihara Ereban, (2011) Bihara Kurdan dest pê dike. Kurd jî bi gotina “biratiyê” naxapin û vekirî dibêjin; azadiya Abdullah Ocalan û bi aktorên siyasî yên Kurd re rûniştina li ser maseya aştiyê!…
Divê muxalafeta ku heta îro, bi aqilekî demokratîk nezîkî pirsa Kurd nebûye, vê rastiyê bibîne.
Divê Kurd, dînamîkên demokrasî, muxalafeta siyasî û vijdanê şiyar yê civakên li Tirkiyê, bi muhasebe û tecrûbeya sedsalî, di çarçoveya “Bihara Kurdan” de, li dijî faşîzma sedsalê, têkoşînê bikin.