Dema ax neçarî surgunê tê kirin, qewîman koç dikin, salnameyên mîladî tê zivirandin ji xwe ve ava dibe.
Dem ev deme ku dilê xwe bidin dengê çûkekî..
Xwe bidin pelekê yê payîzê ya ku behna xemgînî û kederê tê.
Di dilê min de hinek bê dengî, hinek jî mîna asîmaneke şîn xemgîn dibe hebûnan..
Hinek bi demê re hinek jî kedera navbera xwe û demsalê beyî ku winda bibin.
Rêzan çû, rêzan ji nav me emir girt.
Kedera şoreşger dilopek emir girt. Pênûs û wêneyên şoreşger di hundirê me de emir girt.
Ewran dilopek şil girt. Baranên berê bariyayî dilopek şil girt. Yên di oxira azadiyê de dimeşin vedibêjin.
Yên li ber xwe didin heman zimanê hevdu vedibêjin.
Heman kêfxweşiyê û heman serkeftin, hêviyê bi hev re vedibêjin. Çend demsal emir girt çend mirov ji nav me çûn vedibêjin..
Û Îlon jî hinek di qirika me de girêk dibe..
Çend dem bû hate surginkirin.
Te yên ji cih û warên xwe surgun bûbûn nivîsand. Nivîsên li ser tabletên kevn nivîs hatine nivîsin, nivîsand.
Emir girtin, bûyeran, deştan, yên di surgunê de mane, yên ji şevê re li ber xwe didin, yên şevekî dimeşin, ber bi rojê ve dibazin, mirovên li ser kevirê mezelê xweziyê xwe girê didin nivîsand.
Te yên di şer de lingê xwe, hezkiriyê xwe, doz û têkoşînekê de windakirine nivisand. Berxwêderan, egîdan nivîsand. Têlên sînoran û têlên sazan jî nivîsand.
Kî û kê çû di hundirê me de û aliyekî me bê deng dimîne..Aliyekî me jî şoreşgerekî re dimîne û tiştên ew erdnîgarî jiyaye dimîne..
Ey rêzan! Ez li vê çûyînê li ku derê bibêjin. Ji dilê xwe yan jî çûyîna kî, jiyîna kî, ji kî re xeberek yan jî silav, hezkirin û rêzdayînek emanet bikim. Ji dîroka çemekî re? Ji bîranînên kevnbûyî re? Nexwe pirtûkan, rojnameyan yan jî mirovên temen mezin a ku li kolanan dimeşin çûyî? Weke ku şoreşgerek û rêzanek ji nav me çû. Careke din bi gotinan heyf li demê tînin. Di vê meha Îlonê de, çi li pey me dimîne..
Yan şoreşgerekî yan nivîskarek yan jî zana.. heyfê li tiştên ku şerek li pey xwe hiştiye dikin..
Ji bêdengiyê re, serpêhatiya çiyayekî bêdeng dimînin.
Ji hinên ku ji nav me diçin, ji destpêka rê re êşê didin. Di zûlayê me de êş, çend demsal bi keder dibe. Yên di vê sedsalê de diçin, yên di vê sedsalê de dinivîsin, yên di vê sedsalê de li ber xwe didin peyvên xweş li pey xwe hiştin.
Yên hêrs, raperîn û xwe ji nû ve diafirînin emir digirin. Bi qasî serpêhatiya jiyanê ya erdnîgariya me, bîranîna erdnîgariya me, çiyayên erdnîgariya me te emir girt û wiha çû.
Meşa maratonê ya şoreşger dilopek şil girt. Meşên riya pir dirêj, li çiyayan û erdnîgariya Kurdistanê de bi zana û rêzanek emir girt. Li çiyayan, di hemû bîranînên gerîla de, her bihostek axa Kurdistanê şopa xwe hişt. Şoreşgerê zana û zanyar hemû demên ku rê digirin.. Rêzanê erdnîgariya Kurdistanê ya li Amedê ji nav me çû. Rêzan ji vê payîzê re keder li ser keder hişt..Mîna pelê payîzê xemgînî zêde kir.. Ji dilê me re valatiyek, heyfek û dilopek ji girî da.
Tiştanokên rêzan pir e, xwe da çiyayên birêzbûyî..
Xwe da hêrsê.. xwe da dîwarên qelişî, bircên hilweşiyayî..
Rêzan xwe dide darê hejîrê, darê sêva hîn emir negirtî..
Erdnîgariya rêzan, xebera êş a rêzan jî şil girtiye, ew qasî jî tiştên hatine jiyîn, emir girtiye..
Bi keviran çemberek ava kir û çû..
Xwe da germahiyê, salên xwe da avê. Bi emrekê şil girtiye, li ber çûyîna qelaça çiyayekî emir girt.. Di bin darê tû yê runişt, cihekî bilind kete nava baxekî.. Çentê xwe bi êşan, ji rojnameyekî re bi keder nivîsand nivîsên xwe yê dawî…
Ji demê re şil girtiye, şoreşgerek û ji demê re emir girtiye, Îlonekê..
Hinek emir bigire riya ku bi salan meşiyayî, hinek bawerî hinek jî dîrokê me emir bigire..şevên Amedê emir girtiye..çenteyê kevn a gerîla ya şoreşgerekî ku bi jiyanê re kişkişand, bi pênûsê xwe nivîsandibû.. Piştî rêzanekî… çi li pey dimîne, gelo nivîs, bîranîn, wêneyên çiriyayî ye? Çîrokek nîvçomayî, rojek bê deng, Cotmehek bêdeng dimîne..
Emrekê kom kir li çiyayan…
Emrekê kom kir ji biharan û darê tûyê ku emir girtiye..
Emrekê kom kir darê berû jî pir emir girtiye.
Demê ku ji têkçûnê re cîh nade jî emir girtiye…
Jiyan carna di stranekî de keserek jî dibêje..Jiyan wêneyekî dibêje. Jiyan kêliya ku nizanin bê dawî dike..
Dîroka mirov..
Dîroka çûyînan..
Û dîroka ‘hebûnê’..
Dîroka rêzan û şoreşgerekî…
Harf û tîpên min ên bi qasî çayê qeçex kevn bûye, heye. Demsaleke rastî xerabeyê hatiye û demsaleke emir girtî..
Erdnîgariya ku ji nav keseran kom kiriye…
Dilê min li pişt rêzaneke agireke pir mezin û bilind vêdixe
Rêzanek û şoreşgerek di Îlonê de koç dibe..
Bila ew qas jî bibe. Min dilê xwe jî da şoreşgerekî.
Li erdan û qadan yên şer dikin, yên ji dîrokê re peyamek dihêlin, li ser pênûsa wan û ji riyên dirêj re dinivîsim. Ji çiyayan, bajaran, ji mînareyên çar lingê re..
Yên di dilê xwe hespekî rêzan didin bazandin.. Darê berû jî bi hezar salin emir girtiye, sedsalê ku tiştên hatine jiyîn, berîkirin, şeran emir girtiye, ji dema tofanekê derbas dikin…
Dem hinek nepenî ye..
Bivê û nevê çiyayên me emir digire, çeman emir digire.. dema rojnivîsên gerîla tê nivisîn emir digire.
Dema qenariyên zer li ber baceyê me radiweste, beyî ku xwe bigihînî Îlon û Cotmehê diçî..
Darê berû jî kevn bû. Çiya emir girtiye, deşt emir girtiye, xemgîniyek eşêk dide, meşa riya bê hilm û nefes jî êşê dide..
Ji Amedê heya kolanên Silêmaniyê, ji Efrînê, Helebê derbas dibî.. Çiyayan jî bi xwe re kal kir, payîzê, bircên dîrokî, stran û dengbêjiyên şikestî, tewandî ya erdnîgariyê me jî kal kir û jixwe ve çû..
Li qeraxa jiyanê re rêwîtiya ku te dikir hebû. Ew çûyînan dîroka çiyayan, bilindahiyan, zanayan, tiştanokan, şîfre û kodan bû..
Şoreşgerê rêzan ku li ber bayên hişk li ber xwe dide, çîrokên vê erdnîgariyê bi pênûsê xwe dinivîse..
Tu çû.. yên kevn, havîn, bihar, bîranîna kevn bikî, tu çûyî
Dîroka “hebûnê” ya rêzanekî şoreşgerekî wiha got;
“Pênûsa te emir girt
Cihên şopa xwe hiştî emir girt
Tiştên te jiyan kirin û li pey xwe hişt emir girt”
Ji bo bîranîna hevalê me yê rojnameger Seyît Evran hatiye nivîsîn.