”Em 1432 kes bûn. Ji wan ez bi tenê xelas bûm. Bextê min vekirî bû. Ez nêzîkî kulîna livînan ketibûm. Caxa leşkeran agir berdan malê, binê xanî bi ser min de hilwesiya. Gava leşkeran bi sunguyên xwe xelk dikuştin, serê sunguyên wan digihişt pişta min. Min xwe li mirîtî danî û ji tirsan re deng ji xwe nanî.” Dibêje xatûna torî. (1)
Mamostê hêja Huseyin Aslan, wekî serpêhatiyên kurdan di rojeva wî de ne, wiha got: ”Di zaroktiya xwe de, dema li cem dapîra xwe li gundê Ernasê yê ser Midyadê ve dibistana seratayê dixwend, min gelek caran guhdariya kilamên li ser Eleqemşê kiriye.” (2) Serdema medya, rojname û radyoyên kurdan dengbêj bûn, ji xwe derbarê Eleqemşê de bîreweriya herî zêde, herwiha peyva berfireh li nik Toriyan li gundê Mizîzexê û Mala Osmên in.
Eleqemşê Gundek di navbêna Nusêbînê û Cizîra Botan de ye. Ji Nusêbînê 40 km dûr 2 km li jora sinorê nav Kurdistan û Kurdistanê, li Serxetê, dikeve. Sal 1926 e. Piştî tekçûna Serhildana Şêx Seîd, Dewleta taze î tirkan, Komara Mustafa Kemal ji xwe re kir kar ku rêvebirên civaka kurdan, ji cîh û warên wan bi dûr bixe dakû pêwendiyên civakî yên nawbeyna kurdan têk bibe. (3)
Serokê Hevêrkan î wê demê Haco axa yê mizîzexî bû. Qanûna ”Mecbûri Iskan” ew jî destnîşan kiribû. Haco axa di nav wande, kesên ev qanûn nepejirandin derbasî Sûrî bûn. Sûrî ya di bin rêveberiya Fransayê de.
Ji rexekî ve, ev jiyana koçberiyê ya li beriya zuha bi kêşeyên mezin ve rû bi rû dibû. Ji hêlekê ve jî suwariyên qabîlên erebên bedewî çavsorî li koçberan dikirin û li talanê wan dixistin. Meydan ji propaganda derev û bêbextiya devleta TC re firehtir dibû. Dewleta digot:
- Li Tirkî efûyek giştî derketiye,
- Yên vegerin kes tiştekî bi wan nake.
Loma jî serbazê Dewleta Tirk li ser sînor, berê xwe dida kurdan û digot: ” Ji min û dewletê bahwer bin, kesên bixwazin vegerin cîh û warên xwe, dewlet elaqê xwe ji wan nayine. Qurşûnekê jî navê wan.” Xefik hatibû vedan. Kurdan jî bahwerî bi van peyvan anîn û ji binxetê derbasî serxetê gundê Eleqemşê bûn. Eskeran ev xwînî kirin dubeş. Beşik jê zilam bûn. Beşê din jî jin û zarok. Eskeran li zilamên dest û ling girêdayî reşandin û kes sax nema. Leşkeran agir berdan mala tije jin û zêçen di nav pûş û çilo de.
Pêwendiyên civakî, polîtîk wê serdemê, serpêhatî û bûyera vê qetlîamê ji helbesta Cegerxwîn ya bi navê Pîra Torê re bûye bingeh.
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez. (4)
Helbestvanê me Berken Bereh van peyvên G. Jusdanîs bi me dighîne: ” Wêje rojnivîska neteweyekê ye, çîroka rabirdû, îroyîn û pêşeroja wê ye. Hê wêdetir, ji bo ku neteweyek bibe netew pêdivî bi du tiştan heye; afirandina wêjeya xwe û avakirina sînorên xwe yên fizîkî… Lew re netew ne tenê hewceyî tuxûbên fizîkî, her wiha divê sînorê zêhna xwe jî fireh bike.” (5)
Û helbestvanê me lê zêde dike: “Ango ev bi xwe jî berhemînê afrînerî yên edebî ne.”
- Cegerxwîn, Jînenîgeriya min, APEC Tryck û Förlag
- Hueyin Aslan, Kürtlerin Mecburi İskanı ve Eleqemşê, Gulana 2025 Facebook
- Ji bo zanyariyên berfireh biner; Îsmaîl Beşikçi, Kürtlerîn Mecburi İskanı
- Dengbêj Eli Ehmedê ji Qilebanê ku li Zaxo dijî ev helbesta Cegerxwîn tomar kiriye. Biner, YouTube
- Berken Bereh, pêşgotina kitêba Ibrahîm Ibrahîm, Rengvedana Dîroka Kurdî Di Helbestên Cegerxwîn de. APEC Tryck & Förlag AB 2018 Stockholm.