Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Geng Shuang, di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya der barê Sûriyeyê de bal kişand ser êrişên Îsraîlê û dewleta tirk ên li ser xaka Sûriyê û ev tişt got: “Sûriye dewleteke xwedî serdestî ye, hincet çi dibe bila bibe, her operasyoneke leşkerî ya li ser xaka wê bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê binpêkirina serdestî û yekitiya xaka wê ye.”
Her wiha dîplomatê çînî banga bidawîkirina hebûna nerewa ya hêzên biyanî yên li Sûriyê kir.