AKP-MHP li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tecrîdek giran dimeşîne. 32 meh in parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtinê bikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê destûr nade ku parêzer biçin Îmraliyê. Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re axivî û telefon li ser malbatê qut kirin.
Ji parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç têkildarî tecrîdkirina Ocalan û hamleya ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan nirxandinên girîng kir. Dînç, diyar ki ku desthilata AKP-MHP’ê bi tecrîdê dixwaze Abdullah Ocalan ji bîra civakê qut bike û wiha got: “Tecrîd dijberî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Divê gelên Tirkiyeyê û kesên demokrat vê rastiyê wisa bibinin. Neçareseriya pirsgirêka kurd û tirk, kaosê zêde dike. Heta ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Ji bo vê jî divê beriya her tiştî tecrîdê rakin û birêz Ocalan karibe fikrên xwe azad parve bike.”
Hegemon ji fikrên Ocalan ditirsin
Parêzer Mazlûm Dînç, anî ziman ku armanca vê tecrîda giran ew e ku Birêz Ocalan û gel ji hev qut bikin û bidin jibîrkirin û wiha axivî: “Dewlet dixwaze têkiliyê birêz Ocalan ji derve qut bike. Hemû hêzên komploger dixwazin tecrîdê berdewam bikin. Dixwazin gel ji fikr û ramanên birêz Ocalan bêpar bihêlin da ku gel jê sûdê negire. Bi tu awayî destûr nadin agahiyan jê bigirin. Di cîhanê de mînakek wisa tune ye. Ev nîşan dide ku hemû hêzên hegemon û komploger ji ramanên birêz Ocalan pir ditirsin.”
Her çiqas hewl didin birêz Ocalan bidin jibîrkirin jî, ev hamleya navneteweyî dê destûr nede ku desthilatdar bigihêjin armanca xwe. Çawa ku ev hêzên komploger negihîştin armancên xwe dê tecrîd jî pûç bibe. Fikrên birêz Ocalan di nav gelên kurd, tirk û yên cîhanê de belav bûne. Bi taybet der barê azadiya jinê de paradîgma pêş xistiye. Îro li gelek deverên cîhanê jin li paradîgmayê xwedî dertên. Birêz Ocalan şoreşeke jinê ya gerdûnî ava kir.”
Berjewendiyên gelan
Dînç, bi lêv kir ku li çar aliyê cîhanê gel bo azadiya Ocalan daxuyanî dan û wiha pêde çû: “Gelên cîhanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe jî paradîgmayê esas digirin. Îro şerê cîhanê yê sêyemîn li pêşiya me. Navenda vî şerî bi taybetî Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ji bo ku pêşî li van kiryaran bê girtin kesekî sereke yên xwedî proje jî tune ye. Li vir xwediyê proje û çareseriyê birêz Ocalan e. Pêwîste ku hemû gel ji bo aramiya xwe aştî, demokrasiyê û azadiya xwe ya civakî hewceye xwedî lê bê derketin. Daxwaza xwedî li derketina azadiya birêz Ocalan û li dijî vê pergala îşkenceyê dengê xwe bilind kirine. Ev kampanya navneteweyî ku hatiye avakirin dê berfirehtir bibe.”
Dinç, bi bîr xist ku CPT’yê di van 4 salên dawî de du caran serdana Girava Îmraliyê kir û wiha berdewam kir: “CPT’yê di gulan a 2019’an de çû Girava Îmraliyê. Rapora serdana 2019’an di sala 2020’an de aşkere kir. Di raporê de anî ziman ku rewşa heyî ne li gorî pîvanê mafên mirovan a navneteweyî ye û nayê qebûlkirin. Pêwîste demildest malbat û parêzer hevdîtinê pê re bikin’. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ev red kir. Berovajî tecrîd bêhtir giran kirin. 32 meh in agahî ji Îmraliyê tune. Divê CPT li fijî vê rewşê helwesta tund nîşan bide. Li tevahiya cîhanê mînaka vê tecrîdê tuneye. Lê mixabin CPT bêdeng dimînin. Rapora serdana sala 2022’yan jî hêj neweşandine. Dema ku em ji wan dipirsin ji me re dibêjin ‘hewceye ku hikûmeta tirk erênî bike ku em raporê bidin weşandin’. Ew pêwîstî bi destûra Tirkiyeyê heye.”
Mekanîzmayên siyasî
Dînç, bal kişand ser rapora CPT’yê û ev agahî parve kir: “Rapora CPT dibêje ‘Ger ji endamê konseya Ewropayê pêşniyarên CPT’yê bi cih neyên divê ku raya giştî hemû agahdar bike. Lê mixabin CPT ev tişt jî nade destpêkirin. Dikare her tim ji hikûmeta Tirkiyeyê agahî bistîne û daxuyanî bide, lê vê jî nake. Mekanîzmayên siyasî yên girêdayên konseya Ewropayê ne û îradeya siyasî Parlamentoya Konseya Ewropayê ye. Ew bixwe jî peywira ku dikeve ser milê wan bi cih naynin. Ev tişt dide nîşandan ku di vê politikaya tecrîdê de saziyên aştiyê û demokrasiyê li gor pîvanên hiqûqê tevnagerin. Li gorî bazarên xwe yên siyasî tevdigerin. Sedema tecrîda li ser birêz Ocalan yek jê ji ber vê bêdengiyê ye. Ji ber vê bi awayekî aşkera tecrîdê dimeşînin.”
Tirkiye zagonan nas nake
Dinç, bilêv kir ku Tirkiye peymanên mafên mirovan ên navneteweyî nas nake û wiha pêde çû: “Zagonên xwe jî binpê dike. Li Tirkiyeyê dema mijar dibe birêz Ocalan û kurd tu kes deng dernaxin. Her kes ker û lal dibe.”
Desthilatên otorîter
Dînç, daxuyand ku AKP-MHP ji bo desthilata xwe li ser piyan bihêle tecrîdê girantir dike û wiha bilêv kir. “Îro tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Li dijî van bêhiqûqiyan pêwîste em dengê xwe bilind bikin. Çareseriya esasî divê ku em li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê pêş bixin. Desthilat dixwaze bi tecrîda girankirî temenê îqtîdarê dirêj bike. Dema hevdîtin pêk tên û birêz Ocalan fikrên xwe parve dikin, ji bo her kesî hevî û baweriyek pêş dikeve. Ev hêvî ji bo gelê Kurdistan, Tirkiye û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Çareseriya esasî birêz Ocalan e.”
Çareserî şikandina tecrîdê ye
Di dawiya axaftina xwe de Dînç, diyar kir ku li her derê hêzên otoriter desthilatdariyê li gorî berjewendiyên xwe digirin dest. Dînç, daxuyand ku ji bo ku desthilatdariya xwe bi parêzin tecrîda li ser birêz Ocalan giran dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi tecrîdê pirsgirêk kurtir dibin. Aloziyên li Tirkiyeyê zêde dibin. Demokrasî, aştî û bênpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye. Bi taybetî jî di 9 salên dawî de bi tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Ev bi xwe re pirsgirêkên civakî, aborî, alozî û bi her awayî pirsgirêk mezin dike. Li Tirkiyeyê di nav gel de hêviya jiyanê nemaye. Her kes dixwaze ji vî welatî bireve. Ev tişt vê jî destnîşan dike bi vî awayî rêvebirin zêde naçe. Dibê ku desthilatdar rêya çareseriyê esas bigire. Di vir de birêz Ocalan muhatap bigire û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêşiya hevdîtinê vebike. Tişta esasî jî ev e. Dema ku birêz Ocalan, bi rola xwe bilîze dê şert û mercên baş bêne afirandin. Ew jî şertên azadî, ewlehî û tenduristiyê ne. Çareseriya esasî jî hilweşandina îşkence û tecrîda li ser girava Îmraliyê û azadiya birêz Ocalan e.”