Di 10’ê Cotmeha 2015’an de endamên DAIŞ’ê li GAR’a Enqereyê komkujî pêk anîbû. Doza komkujiyê hê jî bi encam nebûye. Di Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê de tevî israr û daxwazên parêzeran jî delîlên heyî 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin. Bi van dîmenan re derket holê bê ka Komkujiya Gara Enqereyê û gelek komkujiyên din çawa hatine birêxistinkirin. Ji bersûcan Ahmet Guneş, Mûstafa Delîbaşlar û Okkeş Durmaz, dema di 25’ê adara 2014’an de ji Rihayê diçûn Dîlokê di kontrola rêyê de hatin sekinandin. Di wesayîta wan de gelek materyalên dijîtal ên rêxistinî hatin desteserkirin û li derveyî wesayîtê jî gelek materyalên dijîtal ên di nava gihayî de hatine veşartin hatin desteserkirin. Di van materyalan de dîmenên kesên li herêmên şer ên Sûriyeyê û li kampên perwerdeyê yên DAIŞ’ê perwerdeya çekê dîtin û dîmenên dema kesek înfaz dikirin hebûn. DAIŞ’iyên ku dîmenên wan ên li kampa perwerdeyê DAIŞ’ê û înfazkirina kesekî hebûn, di 30’ê hezîrana 2015’an de bi rapora MÎT’ê hatin berdan. Dîmenên ku qala wan tê kirin, 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin. Ev dîmen rastiya hevkariya dewletê û DAIŞ’ê nîşan dide.
Ji parêzerên Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê Eylem Sarioglû têkildarî dîmenên 7 sal piştre li dosyayê hatine zêdekirin û pêvajoya dozê ji nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Yusra Batihan re axivî.
Dixwazin dosyayê bi sînor bikin
Sarioglû, diyar kir ku ji destpêkê heta niha pêvajoya darizandinê ji bo peydakirina hemû delîlan û dîtina berpirsyarên sereke nehatiye kirin û wiha got: “Ev delîlên nû jî piştî israra parêzaran li dosyayê hatin zêdekirin. Ev 7 sal in gelemperiya daxwazên me hatin redkirin. Di demên dawî de hemû daxwazên me tên redkirin. Ji ber ku tenê çendek bersûc tên darizandin, delîl nayên komkirin, lêkolîn nayê kirin û dixwazin em li gorî sînorên îdianameyê tevbigerin. Lewma delîlên nû li dosyayê zêde kirin.”
Dewletê ji DAIŞ’ê re derfet afirandiye
Bi domdarî Sarioglû got ku dîmenên têkildarî Ahmet Guneş beriya niha weke wêneyan di dosyayê de hebûn û ev tişt anî ziman: “Pozîsyona Guneş û Yasîn Durmaz a li kampan dihat zanîn. Dîmen niha weke vîdeo li dosyayê hate zêdekirin. Ev yek wehameta asta em gihiştinê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku ji bo milîtanên DAIŞ’ê bi rehetî tevbigerin, dewletê jê re derfet çêkirine. Tevî ku dîmenên wî yên înfazkirinê hebûn jî Guneş 6 mehan girtî ma û piştre bi rehetî derket. Her ku em dibînin bê ka ji bo birêxistinkirina DAIŞ’ê, ji bo avakirina têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi pozîsyoneke çawa rabûye, hêrsa me zêdetir dibe. Lê belê dema mirov rêxistiniya DAIŞ’ê û pêkanîna komkujiyê dinihêre; dibîne ku darazê heta emniyetê, ji îstîxbaratê heta şaredariyan berpirsyartiya tevahiya dewlêtê tê de heye û bi hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna vê komkujiyê derfet ji wan re çêkirine. Ev jî hêrsa me zêdetir dike.”
Helwesta dadgehê
Di berdewamê de Sarioglû destnîşan kir ku di darizandinê de hewldan heye ku piştî dema demborînê dosyayê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldaneke dadgehê nîne ku berpirsyartiya saziyên dewletê derxîne holê. Ji bo berpirsyar dernekevin holê, dewlet û saziyên wê li ber xwe didin. Di nava nêzikatiyeke weke ‘103 kes mirin û me cezayê heta hetayê da ewqas kesan. Ma hûn êdî çi dixwazin?’ de ne. Em hêj çi dixwazin? Li gorî me divê mekanîzmayên darazê yên Guneş serbest berdayîn û kesên li wir rûdinin bên darizandin. Dîmenên înfazê yên Ahmet Guneş hebûn, dema perwerdeya leşkerî dida DAIŞ’ê û xebatên wî yên li ser navê DAIŞ’ê li Dîlok, Xarpêt û herêmê dikirin hatine tespîtkirin. Lê tevî vê yekê ji ber nivîsa MÎT’ê ya ‘çi têkiliyên wî bi rêxistineke terorê re nîne’ hate berdan. Em dixwazin ev jî bên darizandin û cezakirin. Gelo ma dê emniyet û walîtiya Dîlokê ji ber tiştên nekirîn hesabê nedin? Belgeyên ku diviya emniyetê bo îstîxbaratê bişanda, rapora ji hêla Mifetîşên Mulkiyeyê ve hatiye amadekirin neşandin. Ev yek nîşan dide ku dewletê nexwest berpirsyartiya cemaweriyê li xwe bibire, dê tu kesî nedarizîne û ji bo berpirsyar dernekevin holê jî li ber xwe daye û daraz jî li gorî vê tevgeriyaye.”
Delîl rastiyê nîşan dide
Parêzer Sarioglû got ku divê dîmenên heyî rêgeha darizandinê biguherîne û ev nirxandin kir: “Em jê re dibêjin; ‘delîlên hûn kom nakin dê berpirsyarên vê komkujiyê derxînin holê.’ Tevî gelek sedeman jî dadgehê daxwazên me red kir. Heta ku dadgeh nêrîna xwe ya li hemberî darizandinê neguherîne, em çi li dosyayê zêde jî bikin dê di pratîkê de tiştek neguhere. Ev dîmen, delîleke şênber a sûcê li dijî mirovahiyê ye ku Erman Ekîncî di vê çarçoveyê de tê darizandin. Ew dîmenê înfazê, delîleke ku hemû bersûc di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bên darizandin. Em ê giliyên xwe yên têkildarî kesên tevî van dîmenan jî tiştek nekirin û peywirdarên Ahmet Guneş serbest berdayîn bidomînin. Em ê pirsgirêkên xwe yên bi rêya dadgehê nehatin çareserkirin, daxwazên me yên hatine redkirin dê bi serlêdanên sûc ên cuda çareser bikin.”
Belgeyan vedişêrin
Sarioglû, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Pirsûsê, êrişa li dijî mitînga Amedê û hemû dosyayên din ên komkujiyan bi heman nêzikatiyê re rû bi rû ne. Naxwazin em xwe bigihînin belgeyên ku berpirsyartiya dewletê tê de heye. Dema em pirseke ku dê vê rastiyê derxîne holê ji şahidan dikin jî şandeya dadgehê mudaxile dike. Derheqê bersûcên di dosyaya sereke de biryar hate dayîn. Me ji bo wê biryarê serî li AYM’ê da. Biryara AYM’ê di vê çarçoveyê de girîng e. Lê heke em bikarin têkildarî nêzikatiya li hemberî DAIŞ’ê û derfetên ji bo xwebirêxistinkirina DAIŞ’ê hatine pêşkeşkirin de biryarekî pê bidin girtin, dê ev yek bandorê li hemû dozên komkujiyan û dozên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê bike. Di hemû dosyayên komkujiyan de polîtîkaya necezakirinê heye. Em ê nehêlin ev dosya jî bi polîtîkaya necezakirinê biencam bibe.”