9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dîmenek ji komkujiya Geliyê Zîlanê

Sed mixabin li ser rûyê cîhanê gelek tevkujî pêk hatine. Hinek ji van tevkujiyan li Kurdistanê pêk hatine. Yek ji tevkujiya ku di encama wê de kurd herî zêde hatine qirkirin tevkujiya Geliyê Zîlanê ye. Ev tevkujî 12ê Tîrmeha sala 1930an li herêma Geliyê Zîlanê ku li ser Erdîşa Wanê ye pêk hatiye û birînên wê heta roja me nehatine pêçan.

Nivîskar M.Sadik VARLI piştî lêkolînên bi salan û hevpeyvînên bi nêzikî 250 kesan re kirine tevkujiya Geliyê Zîlan wek romaneke dîrokî honandiye.

  1. Sadik VARLI romana bi navê ‘Geliyê Zîlan Cebanî’ wek romaneke dîrokî li wêjeya kurdî zêde kiriye. Roman dîmenên rastiya tevkujiya Geliyê Zîlanê radixe ber çavan. Romana ‘Geliyê Zîlan Cebanî’ ji 411 rûpelan pêk tê û di Cotmeha 2024an de ji Weşanên Sîtavê der çûye.

Roman li ser bûyerên ku di komkujiya Geliyê Zîlanê de qewimîne hatiye honandin. Nivîskar bi dehan vegotin, çîrok û agahî derbarê komkujiya Geliyê Zîlanê de ji devê şahidên bûyerê bihîstiye û li ser lêkolîn kiriye. Paşê ew bûyer û agahî bi rengê romaneke dîrokî pêşkeşî xwendevanan kirine.

Hemû bûyerên ku di pirtûkê de behsa wan tê kirin bi rastî jî qewimîne û xwe dispêrin lêkolîn û hevpeyvînên hatine kirin.

Roman derbarê jiyana civakî ya kurdan a wê demê, rewş û nêzîkatiya komkujeran, sedem û encamên komkujiyê, êş û jan û dilsotîneriyên hatine jiyîn û di gelek mijarên din de agahiyên berfireh di nava xwe de dihewîne. Ev agahî bi honandin, vegotin û zimanekî wêjeyî hatine parvekirin. Bûyerên komkujiya Geliyê Zîlanê ji aliyê nivîskarî ve bi rengekî serketî, bi zimanekî zelal, herikbar û bi wêjeyeke dewlemend pêşkeşî xwendevanan hatine kirin.

Dema ku mirov romanê dixwîne mirov rastî gelek bûyer û dîmenên dilsotîner tê; mirov carna digirî, carna dike qêrîn û dibêje “Hey Xwedayo ma evqas jî dibe!..”, carinan kîn û hêrsa mirov a li dijî zilmê radibe pêdarê.

Bo çi Cebanî?

Bersîva vê pirsa ku navê xwe daye romanê rasterast bi lehengê romanê re têkildar e.

Lehengê romanê kesekî ku berê mala wan li Boniziyê  bûye. Ji ber hewandin û alîkariya Şêx Şabedîn -ê ku serokê duyemîn yê Serhildana Bidlîsê ye- hemû hebûna malbatê tê desteserkirin û di sala 1914an de mişextê Panosa navçeya Agiriyê tê kirin. Wê serdemê li gundekî Panosê dijî. Navê rastî  yê vî kesê temendirêj Mihoyê Hesoyê Haciyê Fatê ye. Lê nivîskar navê wî bi kurtî wek Sofî Mihê bi kar aniye.

Sofî Mihê bi armanca serdana pismaman tê Boniziyê. Dema gundî ji bo ku biçin Newala Milkê (cihê herî zêde kes tê de hatine kuştin) tên vexwedin û bi tevî gundiyan re diçe cihê lêkombûna ku dê tevkujî lê pêk bê.  Di dema tevkujiyê de Sofî Mihê û gundiyekî din bi tesadifî bi birîndarî rizgar dibin û dikevin rêya revê. Rêwitiya wan a di rêya çiyê de bîst roj didome. Di rewşa asayî de dikarin herî zêde di du rojan de xwe bigihînin gundê xwe. Lê ji ber ku birîndar în û xwe verdişêrin ancax bîst roj şûnde xwe digihînin gund.

Malîvan wisa dizanîn ku Sofî Mihê jî di nav tevkujiyê de miriye. Qaşo kesê bi çavên xwe termê Sofî Mihê dîtibûye hatiye ji malbatê re gotiye û malbatê şîna wî gerandiye. Dema ku agahiya Sofî Mihê û kesekî din ku ber bi malê ve tên tê bihîstin malîvan dikevin nav tirs û fikaran. Bawer dikin ku Sofî Mihê yê ku serdapê kincên wî di nav xwînê de maye ne zindî, cebanî ye.

Têkoşîna îspatkirina zîndîbûnê ya Sofî Mihê û hevalê wî gelek didome. Ber bi kî ve diçin her kes jê ditirsin û jê direvin. Di dawiyê de jinek dibêje: “Cebanî mirî ne. Hinek caran ji gora xwe derdikevin tên nav zindiyan digerin û careke din diçin dikevin nav gora xwe. Cebanî, ji ber ku mirî ne xwarinê naxwin. Ka em hinek xwarinê bidin ber wan. Heke ku xwarin zindî ne, heke naxwarin em ê bizanibin ku ev cebanî ne. Hat bîra min, ez ê sê caran Qulwelahê bixwînim, pifî ser çavê wan bikim. Ew ê winda bibin herin.”

Du destenan û tepsiyeke xilondirê çêleka ku nû zabû didin pêşiya wan ‘cebanî’yên ku ev bîst roj bûn birçî bûn. Dema ku dest bi xwarina nan û xilondir dikin malîvan pê derdixin ku Sofî Mihê zindî ye, dest bi girînê dikin…

Mehmet Sadik Varlî

Nivîskar di sala 1958an de li gundê Kerxê ku li herêma Geliyê Zîlanê yê li ser navçeya Erdîşa bajarê Wanê ji dayik bûye. Gelek salan di saziyên zimanê kurdî de hem rêveberî hem jî mamostetiya zimanê kurdî û karê wergerê kiriye û li gel hinek mamosteyên din ên kurdî çend pirtûkên waneyan ên bi kurdî amade kirine. Heta niha 14 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, lêkolîn, jînenîgarî û romanan pêk tên hatine weşandin. Hinek pirtûkên wî jî li hêviya weşanê ne.