3 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dilyar Cizîrî: HTŞ plana Astanayê ye

Rojnameger Dilyar Cizîri anî ziman ku ji bo pişt perdeya êrîşen HTŞê bê zanîn divê li 22 civînen Astaneye binerin û wiha got: “Di nava aliyên Astanayê de nakokiyên mezin hebûn. Êrîşên HTŞê yêm li herêmê di Astana de plan kirin.”

Di 27ê Mijdarê de Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li dijî gund û taxên Helebê dest bi êrîşan kir. Di nava 3-4 rojan de piraniya gund û taxên Helebê kirin kontrola xwe. Piştî HTŞê dest bi êrîşan kir, komên çete yên hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin, li Şehba û Til Rifhatê jî dest bi êrîşan kirin.

Piştî êrîş zêde bûn Meclisa Xweseriya Rêveber ên Şehba û Til Rifhatê biryar dan ku herêmê vala bikin û derbasî herêmên ewle  bibin.

Piştre zêdeyî 100 hezar welatî koçî Tebqa, Reqa û Herêma Kantona Firatê bûn. 20 erebeyên ku gelek welatî tê de bûn, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çete derketina welatiyan asteng dikin. Zêdeyî 100 hezar welatiyên koç kirin jî niha  hewl didin di kamp û çadiran de bi cih bibin. Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir û xwest her kes ji aliyê xwe de alîkariyê bi koçberan re bike. Li aliyekî koçberiya welatiyan didome, li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê hewl dide pêdiviyên koçberan bibersivîne.

El Nusra-HTŞ û DAIŞ cêwî ne

Têkildarî êrîşên li ser gel û geşedanên dawî Rojnameger Dilyar Cizîrî nirxandin kir. Rojnameger Dilyar Cizîrî anî ziman ku ji bo rewşa Sûriyeyê baş şirove bikin divê qala 22 civînên astaneyê bikin û wiha got: “Ew aliyên ku di civînên Astanayê de dihatin cem hev, di heman demê de di nava wan de nakokiyên pir mezin hebûn. Ji ber van nakokiyan di 22 civînan de nekarîbûn gavan bavêjin. Tenê li ser yek tiştî li hev dikirin. Ew jî dijberiya Rêveberiya Xweser û HSDê bû. Niha Eniya El Nusra ango Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hêzeke girêdayî El Kaîde ye. Çekdarên wê di sala 2012an de li Sûriyeyê xwe bi cih kirin. El Kaîde serkêşiya Eniya El Nusra dikir. El Nusra û DAIŞ di salên 2014an de ji hev qut bûn. Lê ferqa herduyan tune ye. Her du cêwiyên hev in. Piştî ji hev qut bûn ji bo planên cuda hatin bikaranîn. Dema DAIŞ derket plana wan xeta Mûsîl û Reqqa bû. Lê plana El Nusra planek dîtir e. Gelek çekdarên biyanî di navde hene. Serkêşiya wê dewleta Tirk û NATO dike. Ev hêz demekê li Idlibê hiştin û xwestin bi vê hêzê plan û projeyên xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin.”

Plana civîna Astanayê ye

Rojnameger Dilyar Cizîrî bal kişand ser civînen Astanayê û wiha axivî: “Ev plana Astana ye. Beriya  ev êrîşên HTŞê pêş bikevin di civîna Astanayê de li ser asêkirin û tunekirina Rêveberiya Xweser li hevkiribûn. Plan kiribûn ku êrîşek bisînor pêk bînin. Plan kiribûn ku li hin gundên derdora Helebê êrîş bikin. Lê Rûsya, Îran û hikûmeta Şamê, texmîn nedikirin ku dê êrîş fireh bibe. Bawer nedikirin ku artêşa Şamê jî bi vî şiklî hilweşe. Dema li dijî êrîşên mezin berxwedana Artêşa Şamê pêk nehat, senaryoya Mûsilê ku DAIŞê êrîş kir, dubare bû. Eniya El Nusra bi piştgiriya dewleta tirk erîş fireh kirin. Ev bû sedema feleketek nû. Bûyer û kuştinên ku rû didin, encama van planan e.”

Ji bo parastina gel Şehba vala kirin

Rojnameger Dilyar Cizîrî da zanîn ku dema dewleta Tirk jî temaşe kir û dît dewleta Sûriyeyê li ber xwe neda û Heleb hilweşiya, wê jî bi çeteyên xwe êrîşî Şehba û Til Rifhatê kir û xwest wê herêmê dagir bike û wiha lê zêde kir:  “Hêzên Rizgariya Efrînê li wir komên biçûk bûn. Di navbera wan û herêma Rêveberiya Xweser de mesafeyek pir mezin heye. Korîdor nema û hatin dorpêçkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwestin korîdorê vekin. Lê ji bo parastina korîdorê hêzek mezin pêwist bû. Herêmên nêzî wê di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk debûn. Ji ber vê yekê Meclisa Şehba-Efrîn û Tir Rifhatê ji bo komkujiyên mezin pêk neyên biryar dan gel ji wir vala kirin. Hêzên Şehbayê di nava çend rojan de berxwedanek mezin nîşan dan. Lê şer dijwar bû. Wekî mijara Şengalê, dema HPG û YPG bi hawara Şengalê neçûna, dê komkujî mezintir bûya. Ji bo komkujî pêk neyê xelkê Şehba û Efrînê berê xwe dan herêma Reveberiya Xweser. Beşek şîa ku alîgirê hikûmetê ne jî tevî xelkê Şehba-Efrînê koç kirin.”

Li Şexmeqsûd berxwedan heye

Rojnameger Dilyar Cizîrî bal kişand ser rewşa taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê û wiha axivî: “Li van taxan hêzên parastinê berxwedana xwe berdewam dikin. Biryara parastinê dane. Dê berxwedanek dîrokî pêş bixin. Şêxmeqsûdê di dîrokê de gelek caran parastin kiriye. Efsaneyên dîrokî liv an taxan pêş ketiye. Niha dê disa parastina xwe bikin.”

Seferberiyek mezin heye

Dilyar Cizîrî li ser pêşwazîkirina koçberan jî ev agahî dan: “Her çend Rêveberiya Xweser amadekarî kiribe jî, di demek bi lez ev guhertin çêbû. Bi deh hezaran mezin, zarok, jin derbasî herêmê bûn. Zarok û kesên temen ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber sermayê nexweşî pêş dikeve. Lê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wan hembêz bikin di nava seferberiyê de ne. Ji bo hemû bi cih bibin demek lazim e. Niha seferberiyek mezin heye. Niha hêdî hêdî gel derbasî tebqa û Kantona Firatê dibin. Pêwistî bi alîkariyek mezin heye. Em qala nêzî 130 hezar mirov dikin. Dibe ku hejmara koçberan zêdetir jî bibe. Niha rewş hinek aloz e. Pêwistî bi alîkariyek pir mezin heye.”

Çapemeniya azad bişopînin

Dilyar Cizîrî bang li hemû rojnamegerên kir ku rastiyê berovajî nekin û wiha bi dawî kir: “Em jî wekî rojnameger li vir rewşê dişopînin. Em jî wekî rojnameger bang li hemû gelê me yên hemû aliyên Kurdistanê dikin. Îro pêdiviya koçberan bi hemû cureyên alîkariyê heye. Ciheki lê bimînin tune û hêjmarek pir mezin heye. Pêwisti bi hevgirtinek xurt ya gelê Kurd heye. Me Yekîtiya Ragihandina Azad daxuyanî da. Me xwest dengê xwe bigînin rojnamegerên her derê. Em dibêjin bila çavkaniya sereke ya ragihandinê çapemeniya azad be. Ji ber ku propagandayek reş û siyasetek reşkirinê tê kirin. Navendên şerê taybet ji bo rastiyê berovajî bikin taybet dixebitin. Divê hemû alî û hemû rojnamevan çapemeniya azad esas bigirin. Her tiştên ku li ser medya dijîal tê parvekirin ne rast e. Gelek agahiyên şaş û rastiyan reş dikin tên parvekirin. Bi taybetî dewleta Tirk serkêşiya propaganda reş dike. Bûyerên kuştin, talankirin pêş dikeve. Divê hemû rojnameger baldar bin û agahiyên rast û teyîdkirî parve bikin. Li vir çapemeniya azad heye dikarin rastiyê ji wan bigirin.”