Di 25’ê cotmehê de dewleta tirk di ser gelek sazî û malên rojnamegerên kurd de girtin. Yanzdeh rojnamegerên kurd ji hêla hêzên dewleta tirk ve dîl hatin girtin. Dema dîlgirtinê de dîmenên balkêş derketin holê. Wezîfedarên dagirkeran pêkanînên xwe yên li hemberî rojnamegerên kurd kişandin qamerayê û piştre ji hêla saziyên dewletê ve hatin weşandin. Helwest û sekna serbilindî ya rojnamegerên kurd a li dijî vê şanoya dewleta tirk bi awayekî zelal hat dîtin. Niha em bi kurtasî li ser armanca operasyona dagirkeran, dîmenên kişandin û sekna rojnamegerên kurd bisekinin.
Pêşiyê em lêbinêrin ka çima dagirkeran ev operasyon pêk anîn û êrîşî sazî û rojnamegerên kurd kir. Faşîzma AKP-MHP’ê ev heft sal in şerê tunekirina kurdan dimeşîne. Di çarçoveya şerê topyekûn de dixwaze tevkujiya kurdan a ji destpêka komarê heta niha hatiye destpêkirin, temam bike. Ji bo wê tu pîvanan nas nake. Bi hemû derfetên dewletê û hemû alavên heyîn êrîş dike. Ji dîlgirtinê, heta qetilkirinê û heta bikaranîna çekên kîmyewî serî li her riyê dide. Operasyona li dijî rojnamegeran jî parçeyek ev şerê tunekirinê ye. Bênavber dixwaze hemû destkeftî, hebûn û hêmanên kurdî û kurdistanî ji holê rake.
Sedemek din jî bêguman encama şerê topyekûn ê hatiye destpêkirine. Dewleta dagirker hebûna kurdan wekî şerê xwe yê hebûn û nebûnê dibîne. Di çarçoveya van êrîşan de ev salek e êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dikin. Li ser van êrîşan du armancên faşîzmê hebûn. Yek tunekirina hêzên parastina Kurdistanê û temamkirina pêvajoya tevkujiyê. Armanca duyemîn jî faşîzmê dixwest li ser vê serkeftinê hilbijartinan bi dest bixe û îktîdara xwe ya dîktatorî domdar bike. Ji bo wê bi hevkariya KDP’ê jî êrîşên berfireh dan destpêkirin. Ji bo bigihêje armanca xwe çekên kîmyewî bikar anîn. Armanc ew bû ku di mehekê de Qadên Parastinê yên Medyayê kontrol bike.
Ku faşîzm bigihîşta armanca xwe dê di meha mijdarê de biçûya hilbijartinê. Lê negihîşt van armancên xwe. Bi berxwedana şervanên azadiyê ya destanî re rû bi rû ma. Derbên giran xwarin. Her çiqas li hin giran bi cih bibe jî nekarî kontrola gerîla ya li ser qadê bişkîne. Derb li ser derbê xwarin. Dagirker biqasî li hemberî berxwedana gerîla tengijî ewqasî jî bi riya KDP’ê êrîşî qadên din kir. Xwest li Wargeha Rûstem Cudî, Şengal û Rojava eniyên nû veke û bigihêje armancên xwe. Lê berxwedana gelê kurd û konjonktora heyî destûr neda van hewldanên faşîzm û dagirkeriya tirk. Ji bo wê nekarî di meha mijdarê de hilbijartinê pêk bîne. Ji ber vê yekê di êrîşên li ser gelê kurd de israr dike.
Faşîzmê hemû derfetên aborî jî bi armanca tevkujiya kurdan seferber kir. Ket nav qeyraneke mezin a aboriyê. Qeyrana aborî niha vegeriyaye qeyrana siyasî û civakî. Tiştekî ku faşîzm bike nema ye. Ne dikare di aliyê aborî de ne jî di aliyê siyasî û civakî de guherînekê bike. Faşîzm dixwaze li aliyekê li dijî hêzên parastina Kurdistanê çekên kîmyewî bikar bîne û bi vê yekê hêza parastina gelê kurd ji holê rake. Li aliyê din jî di hundir de bi operasyonên tevkujiyê hêza rêxistinkirî ya gelê kurd qels bike. Li ser vê yekê di hilbijartinan de îradeya gelê kurd ji holê rake. Operasyona li dijî rojnamegerên kurd hatî kirin jî wekî parçeyek girîng a vê pêvajoyê ye. Divê wisa bê xwendin û helwest û sekin jî li gorî vê rastiyê bê nîşandan.
Dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê her ku hilbijartin nêzîk dibe û qeyrana aborî, civakî û siyasî kûr dibe, êrîşên xwe zêdetir dike. Heta hilbijartinê jî faşîzm dê van êrîşên xwe berdewam bike. Bi vê yekê dê hewl bide tirs û xofê bixe dilê civakê û li ser vê bingehê xwe bigihîne armancên xwe. Dîmenên rojnamegeran bi vê armancê hatin qeydkirin û wekî şanoyekê ji rayagiştî re hatin weşandin. Dixwazin bi van dîmenan hemû pêşengên civakê yên wekî rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û aktîvîst bitirsînin. Ji ber ku faşîzm dizane ku êdî nikare xwe li ser piyan bigire. Tevger û hewldanek biçûk jî dikare rê li ber serhildanên gel veke. Serhildana gelê kurd a li Rojhilat vê tirsê zêdetir dixe dilê faşîzmê. Ji bo wê naxwazin civak ji rastiyan agahdar bibin. Bi belavkirina dîmenên îşkenceyê hewl didin, rastiyan veşêrin û hêza xwe ya sexte mezin nîşan bidin.
Li dijî vê şanoya faşîzmê sekna rojnamegerên azad jî derket holê. Ligel hemû hewldanên serî tewandinê jî rojnamegeran bi israr serê xwe bilind kirin. Nîşan dan ku li dijî faşîzm û zilma wan serî natewînin. Nîşana berxwedan û serkeftinê nîşanî faşîzmê û hemû civakê dan. Hem peyam dan dostan û hem jî dijminan. Divê gelê kurd êdî vê rastiyê bibîne. Armanca faşîzmê tunekirina kurdan e. Tişta faşîzm jê ditirse jî berxwedan e. Heta berxwedanek xurt dernekeve holê faşîzm dê dest ji hovîtiya xwe bernede. Li hemberî berxwedanek herî biçûk jî faşîzm dikeve panîkê û belav dike.
Li Başûr û rojavayê Kurdistanê li dijî hêza gelê kurd rejîmên Baasê çawa reviyan di qeydên dîrokê de tomarkirîne. Serhildana Rojhilat zêdeyî 40 roj in berdewam dike. Berxwedana bêhempa ya bakûrê Kurdistanê 40 sal in pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike. Niha Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê kurd û Kurdistan di pêvajoyeke girîng û xeternak de derbas dibe. Dagirker bi komkujî û çekên kîmyewî dixwazin li ser piyan bimînin. Di heman eniyan de êrîş dikin. Hingê tişta divê bi taybetî Bakûr û hemû gelê kurd bike jî, li çiyan xwedî li şervanên azadiyê derkevin û li bajaran xwedî li rojnamegerên azad derkevin.
Hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo dagirkeran bi rastî jî şerê man û nemanê tê meşandin. Ev sala li pêşiya me ji bo vê gelek girîng e. Ji bo wê her kurdek çi ji dest tê divê demildest bike. Roj roja serî hildan û berxwedanê ye. Caran rojek bedela mehekê mehek bedela salekê ye. Karek biçûk jî bedela karên mezin ên demên asayî ye. Rojnamegerên kurd bi sekna xwe û serî netewandina xwe peyama zêdetir berxwedanê dan. Niha tişta ji bo me mayî bilindkirina ala têkoşîn, berxwedan û serhildanê ye.