Hin helbestvan û nivîskarên neteweyî hene ku bi helbestên xwe di nav dilê gelê xwe de textekî zêrîn çêdikin ji bo xwe. Ew helbest her tim li ser zimanan e û hestên neteweyî bilind dike. Lê belê hin ji wan jî hene ku hestên wan dibin sirûda neteweyekê. Helbestvan Yûnûs Raûf jî yek ji wan e ku hem cihê xwe û hem jî hestên xwe di nav gelê kurd de tacîdar kirine. Raûf jî wekî gelek nivîskarên kurd navekî kurdî yê “Dildar” li xwe dike û bi vî navî hatiye nasîn. Dildar, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, 20ê sibata 1918an, li bajarê Koysancakê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Beriya şerê cihanî malbata Dildar rewşa wan a aborî gelek baş bûye, lê ji ber rewşa pergala leşkerî û kar bi destên dewleta Osmanî dewlemendiya Kurdistanê têk çû û bi vê ve girêdayî malbata Dildar jî zehmetiyên jiyanî dikişînin.
Dildar, di bin şert û mercên gelek dijwar de bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê daye. Ew di çar saliya xwe de bi nexweşiyeke giran dikeve û ji ber bandora nexweşiyê zimanê wî giran dibe. Heta dawiya jiyana xwe jî zimanê wî hinekî giran bûye û nedikariye baş biaxive. Ev nexweşiya Dildar, demekê li Kelha Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkekê de tê çaresekirin.
Dildar, dibistana xwe ya seretayî li bajarê Ranyayê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê xwendiye. Piştî dibistana navîn qeyda xwe li Zanîngeha Bexdayê çêdike û beşa hiqûqê dixwîne. Piştî qedandina zanîngehê çend salan parêzeriyê dike. Di salên xwe yên destpêka parêzeriyê de, li dijî neheqî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike û têkoşîna xwe bi dilsoziyek germ a navnetewî dimeşîne. Bi salan têkoşîna mafên mirovan dide û parêzvaniyê dike. Dildar di heman demê de bi hişmendiyeke kurdewar tevdigere, dixebite, lêkolînên dîrokî û wêjeyî dike. Lêkolîna wî ya li ser wêjeya cîhanê û rojhilat zêdetir dibe, dîroka Yewnanistan, Fransa, Tirkiyeyê û wêjeya van welatan gelek bala wî dikişîne. Êdî tê wê astê ku wekî pîşeyî karê parêzvaniyê nake û wêje zêdetir bala wî dikişîne. Dildar, êdî bi wêjeyê dadikeve, xebatên wî li ser wêjeyê kûr dibe û di heman demê de dest bi nivîsandina helbestan dike.
Herî zêde jî dîwan û nivîsên navdarên wê demê yên wekî Hecî Qadirê Koyî, Bêkes, Pîremerd, Wefaiyê Kurdî bala wî dikişînin. Bandora van nivîskaran li ser Dildar zêde çidibe û bi vê yekê berê xwe dide nivîsîna helbestan. Dildar, helbesta xwe ya despêkê sala 1935an dinivîse û cara yekemîn di kovara Ronahî de tê weşandin. Ew di helbestên xwe de, bedewiya Kurdistanê, jiyana xwe ya bi derd û kul wekî mijar bi kar tîne.
Di helbestên Dildar de herî zêde tamaya welatparêzî û êşên mirovatiyê derdikevin pêş. Kurdistan bûye kakilê temaya afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê “Ey Reqîb” û “Kurdistan” ji helbestiyê derketine, li ser zar û zimanê gel wekî klam, stran heta roja îro jî tên gotin. Helbesta Dildar a bi navê “Ey Reqîb” ewqas bi bandor e ku dibe helbesta neteweyî û ya ku navê Dildar bi tîpên zêrîn dinivîse ev helbest e.
Dîrok tiştekî wiha ye ku di hin kêliyan de hin kesan dibin esman û hin kesan jî dadixînin bin erde. Sala 1946an, bi ragihandina Komara Mahabadê ya li Qada Çarçirayê pêwistî pê hat dîtin ku ji bo komarê sirûdeke diyar bikin. Lewma jî helbesta Dildar “Ey Reqîb” wekî “Sirûda Neteweyî” tê qebûlkirin.
Ev helbesta “Ey Reqîb” ji wê rojê ve heta niha coş, kelecan û bêhna azadiyê ya roja yekemîn heta îro bi xwe re tîne. Ev helbest di her merasîmê de wekî sirûda kurdan a neteweyî tê xwendin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre li kurmancî û zaravayên din ên kurdî jî hatine wergerandin.
Dildarê gelê kurd, helbestvanên navdar, piştî ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka kurd û Kurdistanê neqişand, 12ê mijdara 1948an ku hêj 30 salî bû, li sînemaya Hemra ya Hewlerê dema li fîlma “Selahaddînê Eyûbî” temaşe dikir, qeyrana dil derbas dike û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Dildar li goristana herî mezin a bajarê Hewlêrê tê veşartin. Lê belê ew her tim di dilê gelê kurd de dijî. Her kurdekî xwedî bîr û bawerî di temenê xwe yê zarokatî de ew sirûda neteweyî “Ey Reqîb” jiber dike û di kûrahiya dilê xwe de hîs dike.
Ey Reqîb
Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê bi topên zeman
Kes nebê kurd dimirin
kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike taca jiyan
Kes nebê kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên Medya û Keyxusrew in
Dînîman û ayînman kurd û Kurdistan
Kes nebê kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna diyan me da rijan
Kes nebên kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawên kurd tev hazir û amade ne
Canfîdan e canfîda, tev canfîda
Kes nebê kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
