12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dil kî ye?

Herçî dengbêj in, serê mirov zehftir tevlêhev dikin… Dibêjin; dilê rezîl! Dilê rezîl çî ye îcar? Jixwe dilo şewitiyo, dilo peritiyo lo dilo… Heta bi hetayê dirêj dibe...

Teva ku gelek tişt li ser dil hatine û tên gotin û teva ku dil zû de di qefesan hatiye razandin jî, hêj kes nizane ku dil çi ye, li ku ye, çi dike? Loma dema em dibêjin dilbaz, dilzan, dilnas û kardiyolog, em dizanin ku yek ji wan jî tişta ku em dixwazin hîn bibin nizanin… Lê çi ye dil, çima teva ku em dizanin li singa me ya çepê tim diperpite, nikare ji wir bifire û ji destê me xilas bibe jî, çima em wî nabînin?

Herçî dengbêj in, serê mirov zehftir tevlêhev dikin… Dibêjin; dilê rezîl! Dilê rezîl çî ye îcar? Jixwe dilo şewitiyo, dilo peritiyo lo dilo… Heta bi hetayê dirêj dibe..

Balkêş e ku dil, teva ku dil, yanî kanî û hêlîna hestan e jî, nêr e; em dibêjin dilo, nabêjin dilê… Belkî ev mînakek gelek hêja ye jî.. Dil cotzayend e lewre, hêz û tam û reng û zerafet û qabiliyet û serweriya herdû zayendan jî pê re heye. Gelek caran hiperaktîf e jî (bila kardiyolog pê nehesin, Xwudê dizane dê çi navî li vê rewşê bikin) gelek tiştan pev re dike, gelek hestan pevre dijî, gelek îhtîmalan pevre kom û belav dike. Hem jin, hem mêr e lewre, herdû nîvên hebûnê bi hevre dijî. Tenê ev na, aqil û hest jî bi hev re li dil dijîn, dema em dibêjin”ne bi dilê min e”em behsa rewşek ku dil û aqil bûne yek û pevre qerar dane jî dikin. De ka em bihêlin bila helbestek ji vir dewam bike;

Dil Disoje

Li wargehên evînê

Rêwî me îro heval

Diçim naçim dawî nayê

Li wan rêçên dûr

Her ku diçe bilind dibe

Bêhtir dibe kûr

Dil disoje

Dil disoje,dil disoje

Dil disoje,diqîre heval

Li wargehên evînê

Xemgîn im îro heval

Hemû rêçên min dijwar in

Mîna deryayan

Her ku diçe bilind dibe

Mîna asîmanan

Dil disoje

Di vê helbesta ku paşê bûye stranek Mem Ararat de behsa dil tê kirin, lê kîjan dil? Tişta ku dil ji ber wê disoje çî ye? Dema ku bîranîn tên xwe li deriyê wî didin disoje an an ji ber rêwîtiya wî ya ku qet naqede?

Dil gelek caran bi aqil e jî, lê aqil dikare bi dil be gelo? Dema ku mirov dibêje ez bi dilê xwe difikirim, yekîtiya dil û mêjî pêk tê an dema mirov dibêje, ez bi aqilê xwe hîs dikim? Ji ber ku bê herdûyan jî nabe û dinya hem ji ber aqilê bê dil, hem jî ji ber dilê bêaqil di vî halê de ye. Kaosên di kesayetê de jî ji ber nakokiya di navbeyna wan de ye.

Gulfiroş

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,

Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî

Gul bi dil didî

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

Ê gulperest bî, can û dil didî

Can û dil didî.

Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go:ev bazar e, dil bi kul didî

Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

Dil bi gul didî.

Bila vê helbesta Cegerxwîn be ku çiraya li dawiya vê nivîsê…Dilê ku bi kul tê dayîn! Ew çi dil e ku wî bi kulê diguherînin. Ne bi tiştek din, bi kulê… Paşê dibêje; dil bi gul didî… Dilê ku bi gul tê dayîn… Gelo dil û kul û gul, çi ji hev fêm dikin, çi tînin serê hev? Di guhertina dil a bi kul û gul da, tiliya aqil heye an na? Û pirsek, ên ku dilê xwe bi pere û koletiyê diguherînin, bi kîjan aqilî dijîn?