12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dil her dem payîz e

Havînê bereketa xwe hiştibû ji bo demsaleke nû. Dîsa payîz hat, agahdarê zivistanê... Va ye payîzeke din derbas dibe di jiyana me de. Gelek tiştên em dijîn bi dawî dibin, lê payîz ji dirêjiya xwe tiştekî winda nake.

Bi destpêkirina îlonê demsal dibe payîz. Derveyî jiyanê roj û germ, hinava mirovahiyê îlon û payîz. Îlonê bar kir û çû, cotmeh di nav dilan de derbas bû. Wê Mijdar jî here, lê hinav û dil dê her dem payîz bimîne.

Payîz, ew demsal e ku her pelçimek dibe kulîlk. Aramî û dilxweşiyê xwe di dilê payîzê de veşartiye. Barana payizê mirov ber bi nûjeniyê ve dibe. Dema ew hênkahiya baranê li rûyê mirovahiyê dide jiyan dibe payîz.

Di hemû şaxên hunerê de payîz cihekî girîng digire. Payîz, dengvedana hunermendan e, qêrîna tenêtiya jiyanê ye. Di demsala payîzê de rengîn dibe helbest, di rêveçûna payîzê de tê honandin hevok. Hevok di rûyê erdê de diherike û dibe demsaleke nû.

Amadekariya bihareke nû

Payîz rengê zer e, herwiha sor dibe xweza. Tevlîheviya rengan e payîz, xweşikiya xwe bi rengek tenê naborîne. Hêşînahîya xwezayê, keskbûna nebatan xwe bi rengên payîzê watedar dike. Dar û ber, devî û dirî, newal û gelî, lat û zinar di payizê de rengîn dibin. Mirov pê dizane ku amedekariya bihareke nû dikin. Ji bo ku nifşên nû biwelidin dar pelên xwe diweşînin.

Dema ku pelan xwe ji daran weşandin, kulilkên biharê ji bo xwe rê vedikin. Lewra ew dem e payîz.

Dema cot e payîz, dema nixwumandina erdê ye. Tovên bereketa salê di payîzê de tên avêtin.

Wek tovên jiyanê ye payîz, şîn dibe li ser rûyê dinê. Cotkar bi heyîna payîzê dilxweş e.

Dema reza ne payîz, dema gûza ne. Dema amadekariya zivistanê ye. Berhemên payîzê mirovahiyê ber bi demsalên din ve dibin. Têr dibe insan, têr dibe jiyan. Jîngeh bi bermahiyên payîzê dewlemend dibe. Dema ‘hîm’dayina şoreşê ye payîz. Nirxandina demsalên borî watedar dike. Lê hûr dibe, lê kûr dibe mirov. Di payîzê de dihone serkeftina biharê. Bi hatina wê re reqsa rengan dest pê dike. Bêhna ku li derdorê belav dibe mirov dixe nav xweşiyeke cuda. Dîmenên ku diafirîne, her yek ji wan wek taboloyên ku ji destên pispor hatine xêzkirin çavên mirovan matmayî dihêle. Dîmenên ku di vê demê de derdikevin holê ewqas ji hev xweşiktir in ku kêliyên wê gelek caran dibin sermijara stran û evînan. Bi rengîniya xwe, bi ba û baranên xwe va ye demsala payîzê…

Li welatê me payîz

Ku mijar demsala payîzê be û erdnîgara me jî Kudistan be, wekî gelek deverên cîhanê li vê derê jî gelek hevokên hêjayî ku binê wan bên xêzkirin hene. Lewra xwezaya Kurdistanê ya ku di her damsalê de vediguhere reng û taybetiyên cuda, bi hatina payîzê ve bi rengîniyeke dewlemend derdikeve pêşberî mirov.

Pelên daran hêdî hêdî zer dibin. Ewr li esmanên Kurdistanê wekî ku civîneke awarte û bi mehan dom bike hêdî hêdî dicivin. Teyr hatin dawiya mêvandariya xwe û baskên xwe hêdî hêdî li ba dikin. Bi hewayê ku sar dibe havîn xatirê xwe ji Kurdistanê jî dixwaze. Û mizginiya payîzê dide.

Dilopên baranê yên ku yek bi yek xwe diavêjin hembêza xaka Kurdistanê, dema bi axê re hevdu hembêz dikin bêhna ku hestên germ ji dil dide avakirin diafirînin.

Payîza herêma Serhedê

Tevî herêmên Kurdistanê bi rengên xwe yên cûda, bi taybetmendiyên xwe xêliya rengîn li xwe dikin. Beriya zivistana dijwar û berfa ku heya singê mirov dikeve, li herêma Serhedê hatina payîzê ji her alî ve dide hîskirin. Serma û barana ku li gundên wê dest pê dike, hêşinahiya zozazan bi rengê xwe ji nû ve saz dike. Ewrên ku li lûtkeyên çiyayan tên, hevdu bi rengên xwe yên reş, baranên xwe yên demsalê diherikînin ber bi erdnîgariyê ve.

Bayê ku serdana daristanan pêk tîne, di tûrikê xwe de rengê zer yek bi yek, hêdî hêdî ji pelan belav dike. Heya pel rengê zer li xwe dikin, bi cureyên rengîn xwezayê dixemilîne. Û dema ku payîz xwe tam bi cih dike, pel hêdî wekî dilopên baranê xwe diavêjên hembêza axê. Hinek ji wan jî dibin rêhevalên ba û bi çîroka xwe ve dibin rêwî.

Ewrên ku dema di ser çiyayan re derbas dibin tarîtiyekê li ser behra Wanê diafirînin. Çiyayê Agirî wekî her demsalan dîsa bi berf û mij e. Lê payîz bandorê li wî jî dike. Di vê demsalê de jî ji esaleta xwe tiştek wenda nake. Çiyayê Sîpanê jî va ye dîsa bi tevahiya bedewiya xwe li pêşberî me ye.

Êdî rengên kulîlkan li gelî û newalan nayên xuyakirin. Li cihê wan dengê ba tê bihistin. Di şîverêyên wan gelî û çiyayan de şopên lingên şivanan êdî bêhtir tên xuyakirin. Şivan sewalên xwe ber bi gundan ve hêdî hêdî dixin rê. Li xwezayê dengê mirovan kêm bûye û bêdengî hêdî hêdî diafire. Ji xeynî dengên payîzê.

Li Hevsel û Dîcle dema payîzê

Li şûna rengê kesk reqsa rengan dest pê kiriye li Hevselê. Ew navê xwe yê Hevsela rengîn di vê demsalê de bi rastî jî baştir dide nîşan. Payîz herî zêde jî li vir xwe dide nasîn. Bi hezaran dar bi şêniyên xwe re ketine nav liv û tevgera pêşwazîkirina payîzê. Li ava ku ji çemê Dicleyê diherike şopên xatirxwestina havînê hene. Êdî ji bo çemê Dicleyê û baxçeyên Hevselê dem dema payîzê ye.

Wekî li Serhedê, li vir jî bêdengiyeke mezin xwe daye der. Karkerên li bax û bostanan bi hêviya saleke din xwe ji Hevselê vekişandine. Û Hevsel ji payîzê re maye. Ew bêdengî dengê pelên daran, dengê ava Dicleyê xirab dike. Dîsa Geliyê Godernê weke biharê di vê demsalê de jî her rengîn e.

Dersîm, Riha û Botan…

Heman liv û tevger li deverên din ên Kurdistanê jî pêk tê. Li her deverên ku hûn gav diavêjinê payîz bi rengekî xwe yê cuda derdikeve pêşberî mirov. Hinek dever zû, hinek dever dereng bikevin payîzê jî, dema demsalên wê tên jiyîn, li hemû deran payîz xwe dide hîskirin.

Ava Mûnzûrê bi rojên payîzê ve bêhtirîn sar dibe, dengê bruskên ku carna xwe didin der mija serê çiyayan ronî dike. Bayên hênik ên deşta Herranê bi toza ku radike hêdî hêdî sarbûna xwe li ser rûyê mirov dide hîskirin.

Herwiha dema ku em behsa payîzê bikin ne mimkun e ku em warê Mem û Zînê ji vê cudatir bigirin. Gelo Mem û Zîn di bin dengê çend baranên payîzê de dest dane destên hev. Hey Botana rengîn; ka bibêje kîjan rengê te bi qasî rengên vê demsalê xweşik e.

Payîzê jiyana mirovan

Bi hatina payîzê re, ne ku tenê di xwezayê de guherîn pêk tên. Jiyana mirov jî li gor pîvanên demsalê diguhere. Beriya mehên zivistanê yên sar, bi îlonê re hêdî hêdî kar û barê malan jî girantir dibe. Ji xwarinên pêjgehê heya amadekariyên ardû û êzingan ji her alî ve tevgereke amadekiriyê dest pê dike. Li şûna cilên tenik, cilên sermayê derdikevin. Ji bixêriyên hinek malan duxanên ku hêdî bilind dibin, wê xweşiya mehên ku êdî sar dibin bi xwe re tînin.

Cotkarî jî bi taybetiyên xwe payîzê pêşwazî dike. Mehên payîzê îlon û cotmeh ji bo kesên ku tevî hêviyên xwe girêdadayî xakê ne dibe serdemeke nû. Bi hêviya hilberîneke bibereket zevî di van mehên payîzê de tên cotkirin.

Rast e, her demsal xwedî xweşikbûneke cuda ye. Lê li vî welatî dema ku demsal dibe payîz, di her beşên jiyanê de, bi taybetî di xwezayê de dîmenên ku derdikevin holê gotina “Bi rastî jî payîz demsaleke cuda ye” tîne ser zimanan.

Va ye diherike payîz, diherike ber bi jiyanek nûjen ve.

Bedew dike jiyanê payîz, agahdarê xweşiya demsalên nû ye.

Xemgîniyan jî bi xwe re dibe payîz, rondikên çava li pişta xwe dike.

Va ye wê biqede payîz; zivistan bi xêr û xweşî, bihara me bi dilxweşî be…