Mitefîkê Federasyona Sûriyê û Îranê, Serokdewletê berê yê Sûriyeyê Beşar Esad piştî hilweşîna desthilata xwe reviyabû Moskovayê. Esad jî wekî hemû diktatorên netew dewletên Rojhilata Navîn heta kêliya dawiyê mafên gel û baweriyan înkar kir û hewlda daxwazên gelan bi zordariyê biçewisîne. Di kanûna 2024an de têkçû û li dû xwe zêdeyî 600 hezar mirî, bi milyonan koçber û welatek wêran hişt. Li gorî rojnameya Guarîanê Esad niha li Moskovayê li ser bijîşkiya çavan dixebite.
Li gorî nasek malbatê Esad niha li ser hînbûna Rûsî dixebite û hewl dide di aliyê nexweşiyên çavan de xwe pêş bixe. Heman çavkanî wiha got: “Lê ev ji wî re hobiyek e. Diyar e pêwistiya wî bi pere nîn e. Armanca wî ew e bibe malbatek paye bilind a Moskovayê.” Di nûçeyê de hate daxuyandin ku ji ber hêza wî ya siyasî nemaye êdî ji çavê Pûtin ketiye û ev tişt gotin: “Li sîteyek bi ewle ya bi navê Rublyovka ku piraniya zengînên rûsî lê dimînin, dijî. Serokdewletê berê yê Ûkraynayê Vîktor Yanukovîç jî ku di sala 2014an de reviya bû Rûsyayê li vir dijî.”
Di nûçeyê de hate daxuyandin ku temasa Esad bi derve re nîn e û ev agahî dan: “Jiyanek rehet dijî lê wekî berê di nav zenîngên Rûsyayê de bi îtîbar nîn e. Ji van derdoran veqetiya ye. Hinek jî sersem bûye. Hêj di şokê de ye. Lê jiyana wî bi awayek aram berdewam dike.”
