1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dîkê Xalê Elî

Xalê Elî di xaniyekî ku bi kerpîçan hatibû çêkirin û ser banê xanî bi beşt û mircaqan û pûşê çolê hatibû nixumandin, dîwar û binê xanî bi heriya gewr hatibû seyandin, li ber derî kuçikê ku ji heriyê çêkiribûn

Ez Bênav, li Amedê navçeya  Peyasê dixebitîm, min karê belavkariya alîkariya malbatê me yên xizan dikir, li ser navê şaredariyê.

Rojekê cardin em bi çend hevalên xebatkar re, me erebe tije erzaq kir û em daketin gundan.

Erzaq ev bûn: Birinc, bilxur, fasulye, ava bacana, rûn û hin tiştên din.

Neyse ez serê we neêşînim.

Me dawiya pîqabê dagirt û malên ku berê me tesbît kiribûn ku xizanin û nikarin îdara xwe bikin, em ê li wan belav bikin.

Em di despêkê de çûn gudê Şadiyê ku girêdayî şaredariya peyasê ye. Dema em ketin nava gund, em li nava gund belav bûn û me qoliyên alîkarîyê dan ser milê xwe û me li deriyan da.

Qoliya erzakê li ser milê min e, min li deriyê xalê Elî da. Min li ber derî bang kir û got: Malêêêêê!

Dema xalê Elî çav li min û pakêta erzaq a li ser milê min ket, bi kêfxweşî û devbiken ez pêşwazî kir.

Xalê Elî di xaniyekî ku bi kerpîçan hatibû çêkirin û ser banê xanî bi beşt û mircaqan û pûşê çolê hatibû nixumandin, dîwar û binê xanî bi heriya gewr hatibû seyandin, li ber derî kuçikê ku ji heriyê çêkiribûn, agirê sergîna dişewitî û beroşa firavînê li ser agir dikeliya, lê di beroşa ser agir de çi hebû nizanim, qapax li ser bû û hey pixîn lê ketibû dikeliya..

Dilê min gelek bi halê wan şewitî, çayê danîn ber min lê min çawa vexwar ez nizanim.

Xalê Elî bahsa xizaniyê, nezaniyê zulma salan û zilm û zordariya ku ji destê sîstemê kişandine kir, dema bi Kom û kuflet diçin, karê findiqa, berhevkirina pembo, danheva pîvazan û karên wekî din, zor û zehmetiya jîyanê dike, carna bi axaftinê re , çavê xalê Elî tije hêsir dibe, gewriya wî di xetime û ez jî pê re hestiyar dibim.

Me çaya xwe vexwar û ez rabûm min xatir ji malbatê xwest û ez derketim.

Li ber deriyê hewşê min çend dîkê elokan dîtin, min ji xalê Elî pirsî..

– Xalê Elî ev dîk ê firotanê ne gelo?

Erê xwarziya min, lê ez ê yekî bidim xwarziya xwe, bila diyariya min be.

– Xalê Elî ma tu dîn bûyî, ez ê çawa bê heq bigirim!!!

– Ê bi baweriya min û te, ez bêpere nabim!!!

Min bi zêdeyî perê dîk xist bêrîka xalê Elî û xalê Elî nigê dîk ji min re girêda û bi min re anî ber erebê.

Dema ku gundiyan dîk di destê xalê Elî de dît, ez  û wî dimeşin ber erebê, bû pistepista wan û di ber guhê hev de, tiştek ji hev re digotin.

– Te dît Elî dîk daye wan!

Wê êdî hertim alîkariyê ji Elî re bînin.

– Na keçêêê, dibêjin wê lawê Elî têxin kar, loma ew dîk daye wan.

– Keçêêê, dibê wê xaniyê Elî lêkin û wî ji wan poş û mircaqan rihet bikin!!

– Na na wê li bajêr jê re xanî bikirin keçêêê!

Ma dibê wê ji Elî re dikanêkê vekin.

-Ê weleh başe xweha min.

Neyse demek paşê me dîsa ereba xwe dagirt zexîre û em çûn nava gund.

Me li deriyê ku me berê tesbîta wan kiribûn tevlî qoliyê alîkariyê me li deriyê wan da.

Kîjan ê derî vekirin, beriya ku silava me vegerîne, wiha digotin: Ka bise ez ji te re Dîkekï bigirin û baz didan hewşê nigê dîkekî girê didan û bi zorê didan destê min.

-Haho ez nagirim, şerm e, ev çi ye, ez hevî û ricayê ji we dikim, wisa nekin!

-Ê bi Xwedê tê bigirî ma Elî zanê bide, em nizanin?

Haho min ji xalê Elî bi perê xwe kiribû, Xwedê ji we razî hûn çima tiştê ecêb tînin bala xwe!

Min ji xalê Elî dîk bi perê xwe kiriye!

Min da sonda. Tevî ku min gelek sond xwarin lê bawer nakim ku min bi wan dabe bawerkirin û heta niha jî belkî dibêjin Xalê Elî dîk da wan îca Xwedê zane ka ji xalê Elî re çi kirine û çi nekirine.

Bi kurtasî bejim tevî ewqas sond min bi wan neda fêm kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê