4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dijminantiya li dijî kurdan zelal kirin

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku nêzîkatiya dewlet û îktidarê ya li dijî doza Kobanê nêzîkatiya li dijî kurdan nîşan dide û got: “Bi vê biryarê nîşan da ku di şerê li dijî kurdan de israr dike. Pir zelal aşkere kir ku kurd û dostên kurdan dijminên wan ên hevpar in.”

Heyeta dadgehê di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên ku dihatin darizandin, ceza birî. Şandeya dadgehê biryar aşkere kir. Siyasetmedarên li salonê biryar protesto kirin û dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” berz kirin. Parêzer ji eywanê derketin.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren der barê biryarê û sedema biryarê de nirxandinên girîng kir. Eren, diyar kir ku DAIŞ’a hov di 2014’an de êrîşî Misûlê kir û piştre êrîşî Şengalê kir û wiha got: “Rêxistina hov a DAIŞ’ê piştî dagirkirina Misûlê li Şengalê komkujiyek mezin pêk anî. Piştre êrîşî herêma Rojava kir. Li vir komkujî pêk anîn. Lê gelê kurd li diji van êrîşan li ber xwe dan. Piştî êrîş li Rojava zêde kir, berê xwe da Kobanê û xwest Kobanê dagir bike. Dema xwestin Kobanê dagir bike, kurdên li çar aliyê cîhanê nikaribûn bêdeng bimînin. Di vê pêvajoyê de wekî partî HDP’ê jî xwest ev êrîş bisekinin. Ji bo ev êrîş bisekinin xwest gelê Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide kurdan. Xwestin Tirkiye korîdorekê veke.”

Gotina Erdogan rageşî zêde kir

Eren destnîşan kir ku tevî hemû hewldanen HDP’ê, Tirkiyeyê gav neavêt û wiha axivî: “Herî dawî Serokkomar Erdogan di mîtîngeke li Dîlokê de got ‘Kobenê ket ha dikeve’ û wekî mizgîniyekê bide gelê Tirkiyeyê.  Di pêvajoya kurd li her derê li ser piyan in û wekî li ser agir bin, vê gotina Erdogan bêtir gelê kurd sor kir. Ji ber ku Erdogan bi vê gotina xwe hişê ku Erdogan dixwaze DAIŞ Kobanê dagir bike pêş xist. Ya rast tişta Erdogan dixwest jî ev bû. Gelek belge û agahiyên ku Tirkiye hevkariya DAIŞ’ê dike jî derketin holê. Di wê demê de li Tirkiyeyê kurdan çalakiyên demokratîk pêk dianîn.  Piştî vê daxuyaniya Erdogan, li Gimgima Mûşê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Piştî vê bûyerê çalakî li bajarên Kurdistanê belav bûn. Beriya daxuyaniya Erdogan tu bûyer tune bû. Lê piştî daxuyaniya Erdogan çalakî pêş ketin û kuştin zêde bû. Heta beriya Gotina Erdogan HDP di nava hewldanan debû. Bi dewletê û hikûmetê re di nava têkiliyan debû. Ji bo Kobanê neyê dagirkirin, dixwest rê li pêşiya dagirkirina DAIŞ’ê bigire.”

Piştî DAIŞ têk çû doz vekirin

Serhat Eren da zanîn ku piştî hemû daxwazên HDP’ê hat redkirin, lijneya navendî ya HDP’ê  cîvînek pêk anî û piştî civînê li dijî êrîşên li ser Kobanê bi twîttekê bang li hemû gelê cîhanê, kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Xwest hemû cîhan li dijî vê hovîtiyê raweste û çalakiyên aştiyane pêk bîne. Lê beriya bang bike jî li ser gotana Erdogan li gelek cihan çalakiyan dest pê kiribû. Bûyer derketibûn. Der barê wê twîttê de der barê tu siyasetmedarî de doz nehatibû vekirin. Piştî bûyerê 4-5 sal derbas bûn. Heta 4-5 salan der barê HDP’iyan de doz nehatibû vekirin. Lê piştî 2018’an ku DAIŞ têk çû, ji nişka ve der barê siyasetmedaran de dosya hatin vekirin. Doza kumpasê amede kirin. Ji bo HDP bê girtin ketin nava hewldanan.”

AKP’ê bi doza Kobanê xwest tolê hilîne

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku dema ev doz hat vekirin, ne li gorî hiqûqê hat vekirin û wiha pêde çû: “Tu kes nikare bibêje ev dozek hiqûqî ye. Hemû gelê kurd û cîhanê dizane ku ev dozek siyasî ye. Dema ev doz vekirin sedema yekemîn, dema Rêxistina DAIŞ’ê ya Terorê Rojava îşgal kir, me dît ku dewlet jî vê yekê dixwaze. Dewlet û îktîdara AKP’ê dixwest DAIŞ Rojava dagir bike û gelek piştgirî da. Lê piştî têkoşîna gelê kurd Kobanê neket, DAIŞ têk çû, planên li ser DAIŞ’ê têk çû. AKP ya ku li ser DAIŞ’ê plan çêdikir planên wê têk çû. AKP’ya ku planên wê yên li Rojava têk çû  bi doza Kobanê xwest tola xwe hiline. Sedema yekemîn tolhilanîn e.”

Dewlet û îktîdarê fikra HDP’ê talûke dît

Eren da zanîn ku sedema yekemîn jî li ser fikrên HDP’ê ye û wiha lê zêde kir: “Bi fikriyata HDP’ê hêzên çep û çepgirt, sosyalist, piştî sed sal şûnde di bin baneyê HDP’ê de li hev kom bûn. Xeta hevpar a têkoşînê avakirin. Ji bo demokratîkbûna tirkiye û azadiya kurdan îtîfaqek mezin ava kirin. Vê fikra HDP’ê gelek serkeftinên mezin bi dest xist. Vê fikra HDP’ê di hilbijartina dawî de hişt ku bi tena serê xwe nebe îktîdar. Dewletê ev fikr ji bo xwe pir talûke dît. Îktidar her tim li ser parçekirin û kûrkirina nakokiyan hebûna xwe berdewam dike. Fikra jiyana hevpar a gelan ji bo xwe pir talûke dît. Ji bo vê yekê xwest dozê veker.

Serhat Eren, destnişan kir ku sedema sêyemîn jî siyasetmedarên kurd bi taybetî piştî 2014’an xwest siyasetmedarên kurd nebin kirde û nebin pêşeng û wiha pêde çû: “Ji bo vê yekê armanc kirin ku siyasetmedarên kurd tasyife bike. Ev jî di çarçoveya Plana têkçûna kurdan de pêş xistin. Ev doz li dijî aştî, demokrasî û azadiyê êrîşek e. Xwestin li pêş aştî û demokrasî bendekê ava bikin. Xwest hemû hêzên çep û sosyalist ên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin dûr bixin.”

Nêzîkatiya li dijî Kobanê nêzîkatiya li dijî gelê kurd e

Eren bilêv kir ku hem di qada neteweyî de û hem jî di qada navneteweyî de pêvajoyek dijhiqûqî pêş ket û got: “Li ser delîlên sexte û şahidên nepen delîl ava kirin. Di encamê de li dijî hiqûqê ye. li 13 hevalên me cezayên giran birîn.  Nêzîkatiya dewlet û îktatarê ya li dijî kurd û siyaseta kurd e. Nêzîkatiya dewlet û îktîdarê ya li dijî kurdan di sê xalan de derdikeve pêş. Yek tecrîda li dijî Ocalan, dudu nêzîkatiya girtîgehan, sisê nêzîksatiya li dijî doza kobanê, di heman demê de nêzîkatiya li dijî gelê kurd e. Bi vê biryarê nîşan dan ku dewlet û îktîdar li dijî kurdan dê şerê xwe berdewam bike û di vî şerî de israr bikin. Ji dadgehên îstîklalê heta niha bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin cezakirin. Lê têkoşîna azadiya kurd bi van cezayan tek nebirin ji niha û şûnde jî ev ceza têkoşîna kurdan û daxwaza azadiyê ya kurdan dê têk nebe. Dê pêvajoya vê biryarê ya îsnafê bidome. Ev biryar siyasî, asta demokrasiya Tirkiyeyê nîşan dide. Pêvajoya hiqûqê dê encama dozê diyar neke, dê pêvajoya siyasî demokrasiyê vê dozê diyar bike. Divê kurd di têkoşina edaletê de bêtir yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.

Dewletê demek dirêj li dijî kurdan şerek daye destpêkirin. Bi biryara doza Kobanê nîşan da ku di vî şerî de israr dike. Pir zelal aşkere kir ku li dijî kurdan pêvaja nermbûnê nadin destpêkirin. Aşkere kirin ku kurd û dostên kurdan dijminên wan ên hevpar in.”