14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Dijmin dijmin e, lê em çi ne?

War Botan

Bila kes nekeve xewariyê, şer didome û dê bidome. Armanc ne tenê taxên Eşrefiye û Şêxmexsûd e, armanc bi piştevaniya hêzên qirêj û berjewendparêz vîn û hêviyên kurdan şikandin e. Dema hêvî namîne her tişt tê wendakirin. Divê em rê nedin hêz û vîna me bê şikandin. Çi ji kê tê, bêyî hizirîna partî, ol û êlan, roja kirin û pêkanîna wê ye. Roj roja rûmeta xwe parastinê ye. Bila kes tu gotinên hirde wirde neke, gotinê buhayê xwe nîn e li vê bazarê, lewra mirinê li welat kulav radaye. Dijmin dizane ew dijmin e û dijminatiya xwe dike, lê bersiva pirsa em kî ne û çi dikin ji bo me çiye?

Dema mijar kurd be dijminên me yên xwîndarên hev dibin bab û bira ji hev re. Yên nêzî sed sala dibêjin ereban li çolistana Erebistanê xiyanet li me kirin û her tim gef û sonda tolhildana wê îxanetê dixwarin, îro ji bo kuştina kurdan bi her derfetên xwe yên teknîkî, artêşî û dîplomasiyê piştevaniya wan dikin. Vê jî weke serketineke hovane pîroz dikin. Yên kurdan bi dagirkirina axa Sûriye tewanbar dikin û qirkirinê re rû bi rû dihêlin, ji bo Îsraîla her roj beşeke axa Sûriyeyê dagir dike û ala xwe lê dihejîne deng nakin.

Ev ne kêmasiya wan e, kêmasiya kurdan a sedema wê bêtifaqiya navxweyî ye. Ger em hêza xurt bin dê herkes gotina me li ber çavan bike û li gorî sekna me nêzî me bibe. Dema em lewaz bin dê herkes an me ji xwe re kar bîne yan jî me tune bikin. Li hemberî hovîtiya wan, li nava kurdan tifaqeke bêyî hesabên hîzbî, birdozî û olî nîşandan bivênevê ye. Weke mamosteyê gorbiheşt gotî “Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek”. Ji bo berjewendiyên biçûk hizirîn û tevgerîn, me dike pariyên biçûk, ên hêsanî di nav diranên wan de bên hêran û herwisa me ji armanca mezin jî dûrtir dixe. Em vê nebînin em ê bi kambaxî û wêraniyeke mezin wenda bikin. Tişteke ji bo vê mijara tifaqê jî, di daxûyaniya encama şer de, dema Colanî spas dikir ji kê û kê re spas dikir. Divê ev baş bê lêkolînkirin. Herwiha ji ber tifaqa nava kurdan xerakirinê navê partiyeke kurd xistina nava lîsteya spaskirinê yan jî rastiyeke vê heye?

Di aliyê siyasî û diplomasiyê de bi dengeke lewaz û nimz bertek nîşandan mijareke balkêş e. Bi hinceta pêwajoya çareseriyê! Ya nameşe, an jî ji ber bertekên çend kesên xwe weke analîst an jî stratejistên ser medya civakî, bi minmin deng derxistin ne şêwazê tekoşîna hatî û tê meşandin e. Vî gelî û zarokên wan bi baweriya mafdariya xwe bêyî hêza dijmin an jî kêmbûna derfet û jimara xwe bipîve, bi salan tekoşîneke tu nivîskar nikare destana wê binivîse meşand. Ger nûnertiyeke rastiya civaka xwe, ji xwe re neke şêwaz û rêbaz, rewatiya wê nûnertiyê tê nîqaşkirin.

Li navxweyî jî, em rê nedin yên dibêjin dilê me dişewite lê sedema wendakirina kurdan kêmasiya filankes an jî bêvan hêzê ye. Bi vî awayî êrişî nirxê tekoşîna tê meşandin dikin û dixwazin tekoşîn têk biçe yan jî pasîfîze bibe. Hîn şer didoma û şehadeta sivîl û şervanan dihate îlankirin, kesên çepel û genî digotin van axa xwe firotîne. Piştî van gotinan jî, yên ji wan re digotin axa xwe firotîne, bi awayeke fedaîyane di nava dijmin de xwe diteqandin. Li ber sobeyên germ, li ser doşekên ermûşî bi vexwarinê re axaftin û nivîsîn pir hêsan e. Lê ne karê kurdekê yan jî keseke dibêje ez mirov im e. Em kesên wisa ji nav xwe biqewirînin, rû û cih nedin wan ku careke din nekevin vê kêmasiyê. Lewra ev xetere her û ji herçar aliyên Kurdistanê re her heye.

Îro ne roja rexne û gazindên xeraker in, roja tifaq û xurtbûnê, roja lêxwedîderketinê ye. Lewra li wir kurd hatin û tên kuştin û ger em fêm bikin rûmeta me li bin simên wan hovan de tê perçiqandin. Em, ji ber bosteke erd an jî gotineke biçûk, dest ji kuştin an jî xeyidîna xwîna xwe berdin. Bi evîn hev hembêz bikin û mil bi mil ji bo rûmeta xwe bêrawest tekoşînê bikin û bidin meşandin.

Êdî bi xwe re hemû malbat û derdora xwe çalakkirin, li qadan, bi çapemeniyê, li ser hemû platformên medya civakî li hemberî qirkirina kurdan teşhîrkirina hovan û li hêzên tekoşerên rûmeta me diparêzin xwedîderketin, ferz û barê milê me ye. Divê em ji bîr nekin, ev dîmenên em li taxên Eşrefiyê û Şêxmexsûd dibînin, me dûh ev dîmênên hovane li Sûrê, Kobanê, Nisêbînê, Geverê û jêrzemînên Cizîrê de jî dîtin. Pêr li Parîsê, pêrar li Helebê, Dêrsimê, hwd. Weke kes me bi xwe jî jiyan nekirî be bila em bizanin dê dora hemû kesên dibêjin ez kurd im bê. Jixwe dijminên me aşkere dibêjin li Çînê jî be em nahêlin kurd aram jiyan bikin û bibin xwedî azadî.

Divê em nebin temaşevanên vê hovîtiyê û sekna xwe diyar bikin. Ji bilî hewcedariyên jiyanî, em karê xwe bikin alîkarî û lêxwedîderketina xwe û gelê xwe. Em xwe û hemû nasên xwe rêxistin bikin, da sibê em di rojên bi vî awayî de serketî bin. Ger ne wisa be em qala xîret û rûmetê nekin çêtir e.